Hesseno: Tevî her tiştî jî aboriya jinê bi pêş dikeve
Hesseno. Karkerên Ewropayî û beşên demokratîk bi eleqeyek mezin nêzî sîstema me ya aboriya jinê ya xweseriya demokratîk dibin.
Hesseno. Karkerên Ewropayî û beşên demokratîk bi eleqeyek mezin nêzî sîstema me ya aboriya jinê ya xweseriya demokratîk dibin.
Cîgira Hevseroka Konseya Aboriyê ya Rojava Leman Hesseno ku hefteya bihurî bi rêka Skype tevlî 2. Civîna Karkerên Ewropa-Behra Spî bibû û têkîldarî aboriya jinê ya li Rojava axivî, asta pêşketiya aboriya jinê û pirsgirêkên ku rû didin ji ajansa me re vegot.
‘KEDKARÊN EWROPAYÎ BI ELEQEYEK MEZIN NÊZÎ SÎSTEMA ME DIBIN’
Hesseno têkîldarî daweta xwe ya civîna karkeran got ku roja duwemîn tevlî bûne û wiha dewam kir; “Tiştê ku bala min kişand, ji 400 beşdaran 150 jin bûn, li gel vê jî dîwan bi giştî mêr bûn. Dîsa di nav ên panel li dar xistin de ez tenê jin bûm.”
‘SÎSTEMA ABORIYÊ JINÊ GAV BI GAV MEZIN DIBE’
Hessonê diyar kir ku jin çawa ji aboriyê hatiye dûrxistin, mîna zarokekî meşê fêr dibe ew jî wisa pê de diçin û got; “Bingeha sîstema aborî ya li Rojava çandinî ye. Li gelek bajarên Rojava kooperatîfên çandiniyê hatin sazkirin. Di her qadê aboriyê de jin cihê xwe digirin. Her wiha di Wezareta Ekonomiyê de jî cih digirin. Li wezaretê ji bo jinê yekeyek xweser jî tê sazkirin. Niha xebatên sazkirina yekeyê, avakirina rêziknameyê heye.”
‘PIRSGIRÊKÊN JI BER ZIHNIYET Û BAWERIYÊ HEYE’
Hesseno destnîşan kir ku tevî jin bi awayekî baş ketiye nav sîstema aboriyê jî, lê hê ji milê zihniyetê hin pirsgirêk xwe didin der û wiha dewam kir; “Dema rêxistinkirina sîstema aboriyê ya jinê, du pirsgirêk derketin pêş me. Yek tevahî civaka me ji yekparebûna hilberînê dûr ketiye. Rejîmê di vê mijarê de polîtîkayek aboriyê pêş xistibû. Mînak li Rojava tenê genim dihat çandin, yên mîna mêwe, sewze jî li Helebê dihatin çandin. Tov û mazot belaş dida û civak razî dihat. Bi vê rêkê ve civak ji hilberîna nan dûr xistibû û dema rejîmê nan qut dikir, krîz çêdibû. Lê niha civaka me û jin di vê mijarê de pêş dikevin.
Pirsgirêka duyem jî ji xwe nebawer in. Lê li dijî van tevahî pirsgirêkan sîstema me gihişt astekê. Niha li her qadê jin di nav xebatan de ne.”
‘DI DERBASKIRINA PIRSGIRÊKAN DE EM PERWERDEYÊ ESAS DIGRIN’
Hesseno destnîşan kir ku jin her ku xwe, dîrok, civak, hêz û taybetmendiyê xwe fêm dike van jî derbas dike û got; “Li ser vî esasî li Rojava sîstemek me ya perwerdeyê ya jinê heye, akademî hene. Hem jî ya her komunê, her bajarî heye.”
‘AMBARGOYA SÊMALKAYÊ PÊKANÎNA PROJEYÊN ME DERENG DIXE’
Heseno got ji bo pêşxistina aboriya jinê dixwazin kooperatîfên jinan berbelav bikin, lê di vê mijarê de ambargoyên PDK’ê bandorê li vê dike û dereng dixe û wiha pê de çû; “Hin amûrên hilberînê pêwîst e, lê ji ber deriyê Sêmalka girtiye ev nayên. Ev jî dibin sedem ku projeyên me dereng pêk werin. Lê tevî her tiştî jî aboriya jinê bi pêş dikeve û em di vê mijarê de bi biryar in.”