Hêrsa jinan mezin dibe: Em rê nadin tecawiz û îstîsmaran!

Li dijî pêşnûmeya hikûmeta AKP’ê ku destavêt, destdirêj û îstîsmarkaran dişofîne, hêrsa jinan mezin dibe. Jin ên ku derketin kolanan û xwestin derhal pêşnûme bê vekişandin, bal kişand ku polîtîkayên AKP’ê ji bo jin û zarokan gef e.

AMED

Jinên endamên Tevgera Jina Azad (TJA), ku duh li Amedê sazkirina xwe ragihandin, têkîldarî “sazûmaniya îstîsmara cinsî” li ber Navenda Jinê ya Ekîn Ceren daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de ku dowîzên li dijî AKP û îstîsmara cinsî hatin rakirin, ji Navenda Jinê ya Roza Rûken Unsal axivî, diyar kir ku ev pêşnûme sîstem û zihniyeta AKP’ê nîşan dide.

KOCAELΠ

Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BUROSEN) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK) ya li Kocaeliyê jî bi armanca vekişandina pêşnûmeyê li avahiya Şaxa BUROSEN a Kocaeliyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevka Demê ya KESK’a Kocaeliyê Gulîzar Ateş destnîşan kir ku her cure tundiya li dijî zarokan sûc e û xwest ku ev pêşnûme derhal bê vekişandin.

MÊRSÎN 

Navenda Jinê ya Îştarê ya li Mêrsînê, bi armanca protestokirina girtina komaleyên jinan, êrîşên li dijî destkeftiyên jinê û pêşnûmeyê li avahiya komaleyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Midûra Xizmetên Jinê û Malbatan a Îştarê Fahriye Cengîz, diyar kir ku jin bi salan e têdikoşin û bi bedelan destkeftiyên xwe girtî ne, got wê jin girtina saziyên xwe û êrîşên cinsî û îstîsmarê qebûl nekin.

Dûvre jinan ji bo parastina zarokan a li dijî îstîsmarê ji Sefîrxaneyên welatên endamên Hevpeymana Stenbolê re faks şandin.

ENQERE

Jinên endamên Halkevcî yên li Enqereyê, dema ji bo serdana jinên AKP’î çûn Rêxistina AKP’ê ya Navçeya Çankayayê, li beramberî xwe zilamên AKP’ê dîtin.

Bersivên jinên Halkevcî ji hêla jinên AKP’î nehatin bersivandin, zilamên AKP’î hewl dan jinên ku wan mûxatab nagirin derb bikin. Yek ji van zilamên AKP’î bi gotinên “Hûn tecawizê dixwazin” êrîşî jinan kir.

Jinan diyar kirin ku wê sibehê saet 11.00’an li dijî vê pêşnûmeya ku wê were Meclîsê li ber Meclîsê bin û ji bo derbas nebe li ber xwe bidin.

ÊLIH

Daxuyaniya çapemeniyê ya ku her hefte têkîldarî girtina hevşaredaran û li şûna wan tayînkirina qeyûman li Êlihê li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Cadeya Gulîstanê bi tevlîbûna DBP, HDP, TJA û gel pêk tê, vê hefteyê jî dewam kir. Di daxuyaniyê de bi boneya 25’ê Mijdarê Li dijî Tundiya li Ser Jinê banga têkoşîna li dijî polîtîkayên tundî û zilam hat kirin.

Li ser navê jinan daxuyanî ji hêla Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel hat kirin û got; “Em di hefteya 25’ê Mijdarê de ne. Em wek jinên cîhanê vê hefteyê tevahî polîtîkayên tundiyê protesto dikin, li kolanan, meydanan  kom dibin û têdikoşin. Destpêkê qeyûmên ku hatin şaredariyên me bi girtina saziyên jinan bi awayekî eşkere gotin, ‘em jinê nas nakin.’ Lê wê bi ser nekevin. Wê têkoşîna me ya li dijî her cure tundiyê bidome.”

Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Îkram Îrgî jî ji bo aktîvîteya “Hevdîtina Siyasiyan û Gel” ku wê 24’ê Mijdarê saet 12.00’an li Êlihê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

STENBOL

Bi hevkariya Kuluba Lêkolînên Jinê ya Zanîngeha Bogazîçî û Kuluba Folklor a Zanîngeha Bogazîçî, di çarçoveya aktîvîteyên “25’ê Mijdarê Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê” wê 23’yê Mijdarê roja Çarşemê li Salona Ozger Arnas a Zanîngeha Bogazîçiyê bi navê “Jin Li dijî Zext, Tundî û Şer stranan dibêje” aktîvîteyekê li dar bixin.