Helbestvanên jin ên Kurd li Stockholmê pirtûkên xwe dan nasîn

Helbestvanên jin ên Kurd li Stockholmê pirtûkên xwe dan nasîn

Helbestvanên jin ên Kurd ên ku li Swêdê dijîn Fatma Savci û Aynur Aras pirtûkên di resepsiyoneke li Stockholmê de dan nasîn. Di resepsiyonê de ku Estîtuya Kurd a Stockholmê malovaniya wê kir, rol û mîsyona jinên Kurd ên nivîskar di wêje û edebiyata Kurdî de hate hate nirxandin.

Alîarkê Serokê Enstîtuya Kurd a Stockholmê Kamran Simo diyar kir ku weke li hemû welatên cîhanê, li Kurdistanê jî hejmara jinên hebestvan û wêjekar li gorî ya mêran kêm e.

 Simo destnîşan kir ku ev rewş di salên dawiyê de êdî dest bi guhertinê kiriye û bal kişand ku jinên Kurd li welat û derveyê welat jî êdî zêdetir girîngiyê didin ser wêje û hunera Kurdî.

Simo îşaret bi wê yekê kir ku bi taybet di nava jinên ji Bakûrê Kurdistanê de eleqeya ji bo wêjeyê zêde bûye û got: “Di encama têkoşîna 30 salan de, weke di her waran de, di warê wêjeyê de jî jina Kurd pêş ket. Jinên Kurd li aliyekê dadikevin qadsan, li komleyan û di rêveberiyên partiyê de cih digirin, di heman demê de berhemên gelek hêja yên wêjeyî û edebî jî diafirînin.”

Helbestvan Aynûr Aras ku bi pirtûka xwe ya “Xemla Rondikan” kete ser rê ya cîhana wêjeyê, diyar kir ku tişta ku berê wê daye wêjeyê zext û zilma li ser gelê Kurd e.

Aras da zanîn ku her çendî ew li Kurdistanê ji dayika xwe bûye û mezin bûye, lê ji ber zext û polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Tirk nekariye bi awayeke baş hînî axaftina ziman xwe bibe. Aras diyar kir ku ji ber ew li ser Kurdî tam serwext nebûye, pir zorî kişandiye û hewl daye ku êş û janên gelê Kurd di helbestên xwe de bîne ziman û helbesta xwe ya bi navê “Min ji deştên dorazad nepirsin!” xwend.

helbestvan Fatma Savci jî derbarê pirtûka xwe ya bi navê “Ristika Morîkan” de agahî da û diyar kir ku ev pirtûk ji 11 çîrokan pêk tê. Savci diyar kir ku wê di pirtûka xwe de jiyan jinên Kurd ên ku li Bakûrê Kurdistnaê ji şer bandor bûne, xewn û kabusên wan nivîsandiye.

Piştî Savci hin çîrok ji pirtûka xwe xwend, nivîskar û rewşenbîrên ku tevlî resepsiyonê bibûn nêrînên xw anîn ziman. Her wiha hate xwestin ku komele û partiyên Kurd destekê bidin nivîskarên Kurd.