HDP û DBP'ê Dayikên Aştiyê ziyaret kirin
Rêxistina HDP û DBP'ê yên Bajarê Wanê, aktîvîstên Dayikên Aştiyê ziyaret kirin û roja dayikan li wan pîroz kirin.

Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Çîmen Alturk, Hevserokê HDP'ê yê Wanê M. Veysî Dîlekçî, namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Wanê Zozan Yelîz Yildirim, Hevşaredara Îpekyolû ya DBP'yî Aygul Bîdav, rêveberên DBP û HDP'ê yên bajêr, hevserokên DBP'ê yên navçeyê, bi wesîleya 10'ê Gulanê Roja Dayikan Dayikên Aştiyê ziyaret kirin.
'AKTORA HERÎ GIRÎNG'
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Wanê Yildirim di serdanê de peyivî û got, "Dayik ne tenê zarokan tînin dinyayê, di hebûna jiyan, çand û civakê de aktora herî girîng e. Dayikên Kurd di roja îro de ji bo bidawîkirina şerên li erdnîgariya Mezopotamyayê însiyatîf hilgirtine ser milê xwe.Ji tekoşîna jiyana azad a hemû gelan re, bûne ruhê pêşengiyê."