Hate îdîakirin ku Ayten Ozen a ku tundî li ser hebû xwe kuştiye

Hate îdîakirin Ayten Ozen a 20 salî ku bi salan e ji hêla hevserê xwe û malbata wî ve tim tundî li ser hebû, xwe kuştiye. Birayê wê Abdurrahman Ozen diyar kir xwişka wî hatiye kuştin.

Hate îdîakirin Ayten Ozen a 20 salî ku ji hevserê xwe tundî didît, li taxa Bagkaya ya Surgucu a girêdayî Stewrê ya Mêrdîn xwe kuştiye. Ozen a ku vê sibehê cenazeyê wê hate dîtin, tê gotin şevê din saet 19.00’an bi çifteyê xwe kuştiye. Hate diyarkirin ku Ozen ji hevserê xwe tundî didît û ev 6 sal in nedihiştin ku malbata xwe  bibîne.

Birayê Ozen Abdurrahîm Ozen ku li Qoserê dimîne diyar kir ku xesû û xezûrê xwişka wî tim gef li xwişka wî xwarine û hevserê wê jî tim lê dixist. Birayê Ozen wiha got, "Me beriya bi 5 mehan xesû û xezûrê wê û hevserê da Dozgeriya Qoserê. Dozgeriya Qoserê jî berê me da ya Stewrê. Dema ku xwişka min çûyî îfadê dîsa gef lê xwarin. Ji bo vê jî Ayten ji tirsa hevserê xwe got 'ti neqenciyê bi min nakin' Dozger jî dizane, ev cînayet e."

Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin. Cenazeyê Ozen ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.