BI DÎMEN

Guzerek: Ti hêz nikare li ber jinên Kurd bisekine

Seroka Kooperatîfa Kadin Tohûm Sevîm Guzerek da xuyakirin, ku divê jinên li Kurdistanê li ser piyên xwe bisekinin û got, eger jinên Kurd li ser piyên xwe bisekinin, wê ti hêz nikaribe li ber jinên Kurd raweste.

Xebatên Kooperatîfa Kadin Tohûm a bi pêşengiya KJA'yê li Amedê vebû, mezin dibin û roj bi roj jinên nû tevlî nava vê xebatê dibin.

Ev kooperatîfa ku li navçeya Baglar a Amedê vebû, niha li gelek bajar û navçeyên din ên Kurdistanê vedibe. Jin ne tenê di karê tekstîlê de, dixwazin di gelek beşên din de jî bixebitin û berheman bafirînin. Seroka Koorperatîfa Kadin Tohûm Sevîm Guzerek karê kooperatîfê ji ANF'ê re vegot.

'EM BI ABORIYA KOMUNAL DIMEŞIN'

Guzerek da xuyakirin, ku Kooperatîfa Kadin Tohûm di heman demê de cihek e ku bi hişmendiya aboriya komunal ve bi rê ve diçe û anî ziman, jinên li atolyeyê dixebitin bi ti awayî mûçeyan nagirin, hatiye madî ya ji hilberînê bi dest dixin, di nava xwe de parve dikin. Guzerek da zanîn, ew hewl didin hişmendiya aboriya komunal bidin rûniştandin û destnîşan kir, ku jinên li kooperatîfê dixebitin, gelekî hez ji karê xwe dikin.

'KINCÊN KU SÎSTEMA KAPÎTALÎST LI ME FERZ DIKE, EM LI XWE NAKIN'

Guzerek diyar kir, ew hewl didin bi çandan xwe ve girêdayî bin û çanda xwe ya berê ji nû ve bixin meriyetê. Guzerek got, "Em kincên ku sîstema kapîtalîst li me ferz dikin li xwe nakin. Kincên berê yên dayikên xwe, hinekî nûjen dikin û li gorî şert û mercên roja îro ji nû ve sererast dikin. Di vî karê xwe de jî em bi ser ketine. Ji ber ku ez dibînim ku gelek jinên ciwan ên emrê wan 18 û 20 salî ne, êlekên em didirûn li xwe dikin. Ev yek nîşan dide, ku em di kar û armanca xwe de serketî ne."

'EM DIXWAZIN EKO-JIN LI KURDISTANÊ BIKIN MARKAYEKÊ'

Guzerek ragihand, ew hewl didin aboriya komunal a Kooperatîfa Kadin Tohûm bidin rûniştandin, li derveyî Amedê jî bimeşînin û anî ziman, li Amedê firoşgeheke bi navê Eko-Jin heye, ku lê berhemên ew didirûn, tê firotn.

Guzerek da xuyakirin, ew dixwazin vê firoşgehê ewilî li Kurdistanê piştre li gelemperiya cîhanê bikin markayekê û wiha dewam kir: "Çawa ku di nava kapîtalîzmê de gelek marka hene, em jî dixwazin marka xwe çêbikin. Eko-Jin ne tenê ji berhemên tekstîlê pêk tê. Xebatên me yên tirşû, ava firingiyan a bi marka Eko-Jin jî hene. Eko-Jin li Mersîn, Wan, Mêrdînê jî berheman hildiberîne. Em dixwazin li gelemperiya Kurdistanê berheman hilberînin û marka xwe çêbikin. Em bi tenê bi jinan re li hev dicivin. Em dixwazin keda jinê ji nû ve derxînin holê. Ji ber ku dema qala aboriyê tê kirin, mînak; aboriya malê ji aliyê jinê ve tê sererastkirin. Jin biryarê dide ku di nava wê mehê de wê pere ji bo çi bê bikaranîn. Lewma me got, eger jin dikare malê bi rê ve bibe, çima li cihên din jî heman tiştî neke. Bi vê têgihiştinê me dest bi karê xwe kir. Di atolyeya tekstîlê de 9 heval, li kargeha tirşû de 5 heval, ya ava firingiyan de jî 5 heval dixebitin. Ev hemû heval li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê dixebitin."

'TI HÊZ NIKARE LI BER JINÊN LI KURDISTANÊ BISEKINE'

Guzerek da xuyakirin, ku dema wan dest bi vî karî kirin bawer nedikirin di vê astê de xwedî li wan bê derketin û got, xuya ye daxwaza jinan ev e. Guzerek destnîşan kir, ku jinan gelekî zû ev kar pejirandine û her jina tê cem wan, bi gotina 'baş e ku hûn hene' kêfxweşiya xwe bilêv dikin. Guzerek diyar kir, li her devera cîhanê jin xurt in, lê belê jinên li Kurdistanê hê xurtir in û destnîşan kir, ku jin li Kurdistanê ne tenê li dijî mêr, her wiha li dijî sîstemê jî li ber xwe didin. Guzerek herî dawî da xuyakirin, ku divê jinên li Kurdistanê li ser piyên xwe bisekinin û got, eger jinên Kurd li ser piyên xwe bisekinin, wê ti hêz nikaribe li ber jinên Kurd raweste.

...