Guven: Em bi fikar in; divê demildest heyetek Ocalan bibîne
Heyetek ji siyasetmedar û jinan pêk dihat, Li Nisêbînê hate binçavkirin û derbkirin. Heyet ali Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê, diyar kir ku bi zihniyeta DAÎŞ’ê re hevrû bûne.
Heyetek ji siyasetmedar û jinan pêk dihat, Li Nisêbînê hate binçavkirin û derbkirin. Heyet ali Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê, diyar kir ku bi zihniyeta DAÎŞ’ê re hevrû bûne.
Hevseroka KCD’ê Guven got, “Ji milekî li dijî darbeyê banga kolanan li gel dike li milê din jî hê li Kurdistanê qedexeya kolanan didome” û xwest ku demildest bi Ocalan hevdîtin pêk were.
Piştî Walîtiya Mêrdînê da xuyakirin ku wê qedexeya kolanan a 128 roj in dewam dike bi qismî rabe, jin ber bi Nisêbînê ve ketin rê. Di nav heyetê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, wekîlên HDP’ê Gulser Yildirim û Leyla Bîrlîk, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajarê Mêrdînê û rojnamevanan cih girtin. Nêzî 60 jinî li vir hatin binçavkirin û piştî vegeriyan Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniy6ê.
GUVEN: EM BI ZIHNIYETA DAÎŞ’Ê RE HEVRÛ BÛN
Hevseroka KCD’ê Guven ragihand ku ji bo piştgirî û pêçana birînên gel çûne navçeyê, piştî di têketina navçeyê de kontrolên rûtîn pêk hatin, wesayîtên zirxî dest bi êrîşî kirine.
Guven vegot ku hêzên dewletê berê çekan dane wan û gefên mirinê li wan xwarine, wiha dewam kir: “Em bi zihniyeta DAÎŞ’ê ya çetewarî re hevrû bûn. Di şêwazê rêstikekê de wekîl û kedkarên çapemeniyê ji lêgerîna zirav derbas kirin. Kûn bi kûn li wesayîtên me geriyan. Wekîlên me hatin derbkirin.”
‘EM LI CEM GELÊ XWE YÊ NISÊBÎN Û ŞIRNEXÊ NE’
Guven eşkere kir ku hêzên dewletê ketina nav hewldanên înfazê, wiha axivî:
“Di nav saetekê de eger ev anîbin serê me, kî dizane bê 5 meh in gelê Nisêbînê çi ji destê van çetayan kişandiye… Ji ber vê jî em bûyerên ku gelê me hevrû hatine dizanin, em careke din diyar dikin ku em li cem gelê xwe ne. Eger em bi fîzîkî jî nikaribin li Nisêbînê bin, bi ruhî û dilî tevahî gelê Kurd li Şirnex û Nisêbînê ne.
Ji milekî li dijî darbeyê banga kolanan li gel dike li milê din jî hê li Kurdistanê qedexeya kolanan didome. Eger ev welat yek be, ev çi nakokî ye! Em ji wezaretên Karên Hundir û Edaletê dipirsin, we ev hêzên bêkontrol dizanî? Ev xizmetê ji bo kê dikin? Kî ne ev ku destên wekîlan radikin hewa û lêgerînên zirav dikin, ji kê hêzê digirin? Hesabê vê bidin.
‘DIVÊ JI GELÊ KURD LÊBORÎNÊ BIXWAZIN’
Yên hewldana darbeyê kirin wê ji ber sûcên xwe yên li Kurdistanê bên darizandin? An wê wek JÎTEM û Ergenekonên din tenê ji sûcên li dijî dewletê bên darizandin? Pêwîst e darbeker ji ber sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd bên darizandin û lêborînê ji gelê Kurd bixwazin.”
“PÊWÎST E HEVDÎTIN BI BIRÊZ OCALAN RE PÊK WERE’
Guven bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got; “Divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk were. Darbekeran eger meclîs bombe kiribin, kî dizane bê li Îmraliyê çi kirine? Em wek gelê Kurd bi fikar in. Pêwîst e demildest heyetek biçe Birêz Ocalan bibîne. Garantorê aştiyê Birêz Ocalan e.”