'Gulîstan' li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ye
Dokûmantera bi navê 'Gulîstan' a li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ'ê, ku di heman demê de jiyana gerîlayên jin ên li qada şer vedibêje, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî hat weşandin.
Dokûmantera bi navê 'Gulîstan' a li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ'ê, ku di heman demê de jiyana gerîlayên jin ên li qada şer vedibêje, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî hat weşandin.
Dokûmantera bi navê 'Gulîstan' a li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ'ê, ku di heman demê de jiyana gerîlayên jin ên li qada şer vedibêje, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî hat weşandin.
Dokûmantera 'Gulîstan' a ji aliyê derhênera Kurd Zaynê Akyol ve li Xakurkê û Mexmûrê hat kişandin, di Festîvala Fîlman a bi navê Vîsîon du Reel a li bajarê Swîsre Nyonê hat weşandin.
Di dokûmantera li ser têkoşîna gerîlayên jin a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de, bi vegotina jiyana gerîlayên din ên li qada şer re nîşan dide, ku PKK ji rêxistineke çekdarî wêdetir, tevgereke jiyanê ye. Dokûmanter rastî eleqeyeke zêde hat.
Derhêner Akyol, heman piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Mexmûrê tevî ekîba xwe ya fîlm çû herêmê û beşek ji vê dokûmanterê li Xakurkê, beşek jî li Mexmûrê kişandiye.
Di fîlm de şert û mercên zehmet ên ku PKK di nav de li dijî DAIŞ'ê têdikoşe tê vegotin û tê nîşandan, ku PKK tevgereke jiyanê ya bîrdozî ye.
Derhêner Akyol di dokûmantera xwe de cih nade şerê diqewime. Li şûna vê, jiyan û têkoşîna gerîlayên jin ên bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ve pêşî li gelek komkujiyên li Rojhilata Navîn girtine û nirxên mirovahiyê diparêzin, nîşan dide.
Di fîlm de bal tê kişandin ser ezmûneke xurt a bîrdoziyê ya gerîlayên jin û tê destnîşankirin, ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên jin jiyaneke nû ava dikin.
AKYOL: MIN XWEST XWE BIGIHÎNIM JIYANA LI PIŞT ŞER
Piştî nîşandana fîlm derhêner Zaynê Akyol ji ajansa me re axivî û da xuyakirin, ku ji bo kişandina fîlmekî bi vî rengî ew zûdeyî li ser senaryoyekê dixebitî, lê belê dema ji bo kişandina fîlm çû herêmê, ji ber şerê diqewimî, fîlmekî li derveyî senaryoyê derketiye holê. Akyol da zanîn, ku ev fîlmê bi piştgiriya Kanadayê hat kişandin, di nava şert û mercên zehmet de hatiye amadekirin. Akyol diyar kir, ku bi vî fîlmî re wê xwestiye pirsgirêka Kurd, têkoşîna gerîlayên jin a li dijî DAIŞ'ê nîşan bide û xwe bigihîne jiyana li pişt şer.
Ji bo sedema navê Gulîstan ê li dokûmanterê hatiye kirin jî Akyol got, "Senaryoyeke min hebû ku bi salan ez li ser dixebitîm. Ev senaryo li ser jiyana gerîlayeke ji Kayseriyê ya bi navê Gulîstan bû, ku di nava refên PKK'ê de şehîd ket. Ji ber ku min ev heval ji nêz ve nas dikir, min xwest dokûmanterekê li ser jiyana wê amade bikim. Lê belê ji ber rewşa şer, min fîlmekî li derveyî senaryoyê kişand. Û min navê fîlmê ku dixwest bikişînim, lê kir."
Fîlm wê di 28'ê Nîsanê-8'ê Gulanê de li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya bi navê Hotdocs a li bajarê Kanada Torontoyê bê nîşandan.