Girtina siyasetmedara Kurd Acar hat şermezarkirin

Meclîsa Jinan HDP, DBP û pêkhateyên KJA, girtina Rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Wanê Herdem Acar şermezar kirin.

Di pêşengiya Meclîsa Jinan HDP, DBP û pêkhateyên KJA de bi armanca şermezarkirina Rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li avahiya HDP’ê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Derya Hayva ya daxuyanî xwend got: “Girtina Herdem Acar a salên dirêj in di siyaseta Kurd de xebitiye û teqdîra gelê Kurd girtiye, di rastiyê de peyama li hember tevayî jinan e. lê ti carî wê peyan cihê xwe negire. Em wek jin em ê têkoşîna aştî û azadiyê pêş bixin. Çawa heta îro em bêdeng nema, em ê bi gotina Bulent Arinç a, ‘Bê deng be’ bêdeng nebin. Berevajî em ê hê zêdetir xwe bi têkoşînê ve girêbidin. Em rêvalên Bêrîtanan, Zîlanan, Arîn Mîrxanan, Sakîne Cansizanan e.”

Hayva axaftina xwe wiha domand: “Erê… Hûn ji me jinan ditirsin. Di tirsê de hûn mafdar in. Li wir ku hûn planên şer dikin em têkoşîna aştiyê didin. Em jin em ê şer bi we nedin kirin.”

Hayva axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji vir careke din bang dikin. Hevala me Herdem û kesên ku we di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de girtine û tevayî siyasetmedarên Kurd tavilê berdin.Eger hûn vê nekin em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.”