Hêzên Asayîşa PDK'ê roja 5'ê Hezîranê avêtibûn ser navenda Rêxisitna Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK), buro girtibûn û xebatkarên wê jî derxistibûn derveyî bajêr. Piraniya wan DYA'yî 75 akademîsyen, rojnamevan û aktîvîstan ev yek şermezar kirin. Di nava kesên mora xwe danîne binê nameya di vî warî de ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye nivîsandin de, gelek şexsiyetên navdar jî hene. Çend ji van xwediya xelata Pûlîtzerê rojnamevan Sûsan Falûdî, ji nivîskarên rojnameya The Natîon Katha Pollîtt, damezrînera Women's Global Leadershîp Charlotte Bûnch, Seroka Center for Secûlar Space Meredîth Tax û keça Mûrray Boockhîn Debbîe Boockhîn e.
Nameya ji Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li DYA hatiye nivîsandin, bi vî rengî ye:
"Endamên rêzdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê;
Em ji we re dinivîsînin, ku ji bo endamên REPAK'ê li ofîsa xwe ya li Hewlêrê vegerin û astengiyên li pêşiya xebatên wan ên mafên jinan rakin.
Weke ku tê zanîn, di 5'ê Hezîranê de hêzên asayîşa herêmî ya li Hewlêrê avêtin ser ofîsa REPAK'ê. Nasname û telefonên xebatkarên REPAK'ê hatin desteserkirin, li wesayîta asayîşê hatin siwarkirin, li kolaneke li derveyî bajêr hatin peyakirin û hatin Hewlêrê li wan hat qedexekirin. Ji bo vê yekê jî ti belgeyeke fermî û qanûnî nehat nîşandan.
Ev êrîşa li hemberî REPAK'ê, ji bo bêdengkirina dengekî serbixwe yê ji bo mafên jinan dixebite û serketina tevgera jinên Kurd a li Tirkiye û Sûriyeyê dixebite, hatiye kirin. Hebûna rêxistinên bi vî rengî yên civaka sivîl, ji bo dewlet û civakeke demokratîk jiyanî ye.
Weke endam û destekvanên tevgera jinê ya navneteweyî, em derxistina REPAK'ê ji Hewlêrê şermezar dikin. Em tînin bîra Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku wî ji bo neteweyeke serbixwe ya li Kurdistanê banga referandûmê kiriye. Ya ku ji neteweyên modern tê hêvîkirin, hewldanek li gorî pîvanên dewleta hiqûqê û pêşîvekirina li rêxistinên civakî yên sivîl ên serbixwe ye. Lê belê PDK bi vê nêzîkatiya xwe ya li hemberî REPAK'ê nîşan dide ku li gorî pîvanên navneteweyî tevnagere. Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku mafên REPAK'ê radest bike û astengiyên li pêşiya karên REPAK'ê yên li Hewlêrê rake."
Kesayetên mora xwe danînê binê nameyê ev in:
Meredîth Tax, Gîta Sahgal, Arîane Brûnet, Nadje Al-Alî, Cathy Albîsa, Bonnîe Anderson, Allsîon Assîter, Thomas Bender, Helen Benedîct, Mîrîam Berkley, Debbîe Bookchîn, Heather Booth, Wînîfred Breînes, Charlotte Bûnch, Lydîa Cacho, Meksîka, Ellen Cantarow, Dan Chodorkoff, Melînda Cooper, Barbara Ehrenreîch, Sûsan Falûdî, Mîrîam Frank, Jaclyn Frîedman, Laûra Gîûdettî, Erîka Goldman, Lînda Gordon, Carolîne Hallîday, Jocelyn Harrîs, Howîe Hawkîns, Anîssa Helîe, Rosîe Hînnebûsch, Mîke Hîrsch, Sara Hossaîn, Rada Ivekovîc, Glorîa Jacobs, Barry Kade, Mîchele Landsberg, Joanne Landy, Marîlyn Katz, Mîchael Kazîn, Amy Kesselman, Ynestra Kîng, Myra Malkîn, Maryam Namazîe, Wanda Nowîcka, Jûdy Norsîgîan, Maxîne Phîllîps, Marîssa Pîesman, Katha Pollîtt, Sreca Perûnovîc, Yasmîn Rehman, Sonîa Robbîns, Ellen Ross, Amanda Sebastyen, Dîlîp Sîmeon, Carolîne Cosîtore Sîtrîn, Alan Snîtow, Fatoû Sow, Gîla Svîrsky, Brîan Tokar, Meredeth Tûrshen, Dûbravka Ugresîc, A.A. Ullah, Carole Vance, Federîca Ventûrînî, Mîchael Walzer.