Girtî û xizmên wan hatin derbkirin
Fatoreya hewldana darbeyê dîsa dixwazin ji şoreşgeran bistînin. Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê, malbatên ku roja Duşemê çûn hevdîtinê li gel girtiyên siyasî hatin derbkirin.
Fatoreya hewldana darbeyê dîsa dixwazin ji şoreşgeran bistînin. Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê, malbatên ku roja Duşemê çûn hevdîtinê li gel girtiyên siyasî hatin derbkirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gelan Şukriye Erdem a ji aliyê dozger ve hevdîtinên ku bi muwekîlan re bi awayekî kêfî hatin astengkirin ji ANF’ê re axivî, ragihand ku girtiyên siyasî û malbat hatine derbkirin. Erdem destnîşan kir ku li şûna girtiyan piştî van hewldanan bibin qawîşên wan, di hucreyên yekyekesî de bi cih kirine. Erdem diyar kir ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bike daxwazname dane û wê li pêşiya girtîgehê nobetê bigirin.
Piştî darbeyê Wezareta Edaletê heta fermaneke duyem hevdîtina girtiyên siyasî ya bi parêzerên re asteng kiriye, vê sibehê derket holê ku hem malbatên ji bo hevdîtina heftane hatine û hem jî siyasiyên girtî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê hatine derbkirin. Ji parêzerên Hiqûqê ya Gelan Şukriye Erdem a ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bike daxwazname dabû Girtîgeha Sergirtî ya Bakirkoyê, ragihand ku bi fermanên kêfî hevdîtina malbat û girtiyan têne astengkirin. Erdem got malbatên ku ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê hatin derbkirin û bi zorê ji girtigehê hatin derxistin, piştî bûyerê ji bo ku girtî bi hev re nepeyivin hatin êşkencekirin û li hucreyên yekkesî hatin girtin. Erdem diyar kir ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin wê li pêşiya girtigehê nobetê bigirin.