Gerîlla Serhed: Divê ciwan berê xwe bidin Heftanînê

Gerîla Têkoşer Serhed qala şehîdên Cenga Heftanînê kir û got, “Divê ciwan berê xwe bidin Heftanînê.”

Gerîla Têkoşer Serhed ê ku di Cenga Heftanînê de şer dikir û gelek hevalên wî nemir bûn, qala şehîd Çekdar Amed û Mizgîn Tatvan kir.

Serhed diyar kir ku qala Heftanînê tê kirin, bedewiyên li xwezayê tê bîra wî û got, “Ji ber ku li Heftanînê gelek bedewî hen eû di warê leşkerî de ev qas ji bo gerîlatiyê guncav e. Yek ji sedema destpêkirina operasyona dagirker jî ev e. Him xwedî gelek tiştan e, him jî deriyê têketinê yê qadên gerîlayan e. Dijmin teknîkeke zêde bi kar tîne û li hemberî vê teknîkê gerîla baş li ber xwe didin. Di berxwedana gerîla de me ev dît ku gerîla bi taktîkan ev êrîş pûç kir. Di vê berxwedanê de gelek rêhevalên me, li ba me şehîde bûn, me bi wan re ev şer meşand. Yek ji van hevalan jî şehîd Çekdar Amed bû.  Di pêvajoya berxwedana Rojava de, min û heval Çekdar me hev nas kir. Dema ez hatim çiyayan min ew li Heftanînê dît. Heval Çekda bi fedakarî û girêdayîbûna bi rêhevalên xwe dihat naskirin. Ew sabotajvan bû. Bi rastî jî pispor bû, bi hesasî nêzik dibû. Ji ber vê jî gerîlayekî serkeftî bû. Rêhevaltî û qîmeta ku wî dida rêhevaltiyê gelekî watedar bû. Heval Çekdar dema tevlî çalakiyekê bû, bi ruhekî fedaî tevlî berxwedanê bû û wisa şer kir. Ew bi qehremanî şehîd bû.”

Serhed diyar kir ku Mizgîn Tatvan jî yek ji qehremana Heftanînê bû û got, “Rêhevaltiya wê bandoreke mezin li min kiribû û gelekî kêfxweş bûbûm. Li Girê Şehîd Adar me hev nas kir,jiyana wê bandoreke mezin li şer dikir. Ji me re dibû moral. Bîranînên me jî çêbûn. Ev gelekî zelal e, heke em li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin. Em ji bo Heftanînê çiqasî bibin yek, em ê ewqasî dijmin ji ser axa xwe biqewirînin. Ji ber vê jî divê hemû ciwanên ku Cenga Heftanînê dişopînin û şehîdan nas dikin, berê xwe bidin Heftanînê.”