Gerîlayên YJA Starê yên li Şengalê 25'ê Mijdarê nirxandin
Gerîlayên YJA Starê yên li çiyayê Şengalê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî gotin, ew ê têkoşîna azadiya jinê ya bi keda Rêberê Gelê Kurd û şehîdan hatiye afirandin, xurtir bikin
ESTER AŞMÎ
ŞENGAL / ANF
în, 25 sermawezê 2016, 10:09
Gerîlayên YJA Starê yên li çiyayê Şengalê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî gotin, ew ê têkoşîna azadiya jinê ya bi keda Rêberê Gelê Kurd û şehîdan hatiye afirandin, xurtir bikin
Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Çekdar Efrîn got, "25’ê Mijdarê ji bo me rojeke pir girîng e, hem jî wateya wê pir cuda ye. Rojeke wiha, ji ber ku em di nav tevgereke jinê de cih digirin ji bo me cihêtir e. Ev têkoşîna ku niha tê meşandin têkoşîn û berxwedaneke pir bi rûmet e. Ev roj ji bo me pir girîng e, ne tenê ji ber ku ev roj 25’ê Mijdarê ye, em vê rojê her kêlî dijîn, her kêlî ji nû ve vedijînin, ji ber ku ev roj pir girîng e. Li bakurê Kurdistanê di êrîşên bi ser şaredariyan de jin bûne hedef, jin li ku bûbin hedef em ê li wir li dijî van êrîşan têbikoşin."
'TÊKOŞÎNA JINÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE'
Bêrîtan Çekdar herî dawî got, "Hemû jinên li Kurdistanê, ne tenê jinên Kurd, jinên Ereb, Fars, Tirkmen divê xwe bi rê ve bibin, dakevin qadan û ji bo ku mafê xwe yê azadiyê, mafê xwe yê jiyaneke nû bixwazin. Jin jiyanê ava dikin, heke jin nebe civak jî nîn e, têkoşîna jinê têkoşîna azadiyê ye û roja 25’ê Mijdarê em weke jin vê rojê pîroz dikin."
Gerîlaya YJA STAR'ê Nûcan Heseke diyar kir ku jin pêşengên jiyanê ne û got, "Rêbertî qîmetê dide jinê, jin her tim jiyan e. Her tim pêşenga vê jiyanê ye; jin her tim pêşenga şer e jî her wiha, dema ku em li şer dinerin jin pêşeng e, tim wekheviyê ava dike. Jin tenê di hêla fikrî de na, di pratîkê de felsefeya Rêbertî ji xwe re dike esas, her tim azadiyê ji xwe re dike esas. Heke em dibêjin em ê civakê azad dikin, di destpêkê de em ê jinê azad bikin." Gerîla Nûcan Hesekê herî dawî got divê her jin têbikoşe, di rêya Rêbertî de bimeşe û ew weke jinê tundiya li jinê şermezar dikin.
'EM DESTÛRÊ NADIN KU JIN BIBE AMÛR'
Gerîlaya YJA Starê Adar Berxwedan jî wiha axivî; "Felsefeya Rêbertiyê ku dibêje jin jiyanê ava dike, ew jî bi wî awayî xwe didin avakirin. Heke îro mirov li pergala kapîtalîst dinere, di nava pergalê de jin weke amûr têne bikaranîn û weke kole. Lê em destûra vê nadin, em bang li hemû jinan dikin ku li vîna xwe xwedî derbikevin. Ya ku jiyanê ava dike jin e. Ku mirov li Rêbertî guhdar bike divê her jin rabe serhildanê û ji desthilatdariyê re bibêje êdî bes e. Dema ku mirov dinere li bakur, başûr, rojava û rojhilat ên ku herî pir xwe dane pêş jin in, ji şer de jî, di jiyanê de jî, di her tiştî de. Divê jin li ber xwe bide û tevlî nav refên berxwedanê bibe."
Adar Berxwedan herî dawî got, "jinên ku li ser wan tundî tê kirin divê netirsin û têbikoşin. Artêşa jinê heye û ew weke tevgera azadiyê jinê tim li pişt jinên berxwedêr in. Divê her jin bi vîna xwe bihise û di nav pergala kapîtalîst de xwe qels nebîne."