Gerîlayên YJA-Starê qala 30’ê Hezîranê kirin

Gerîlayên YJA-Starê Ozgur Çiya û Tekoşîn Zagros qala Zîlan (Zeynep Kinacî) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî pêk anîbû û çalakiya fedayî nirxandin.

Gerîlaya YJA-Starê Ozgur Çiya têkildarî Zîlan (Zeynep Kinacî) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî pêkanîbû wiha got; “Di nava hevalan de bê navber dihate axaftin. Her ku çû min mereq kir, lêkolin kir û min nameya wê xwend. Dema min name xwend gotina ‘xwezî ji canê min tiştek din bi nirx hebûya’ bandora xwe gelek li min kir. Gotin û heman demê bi ken çûyîna mirinê li gorî min ya heval Zîlan kiribû. Lêhûrbûninên min wê demê destpê kir û hê jî didome.”

Gerîla Çiya bi domdarî got; “Heval Zîlan ji bo jiyana azad bigihine sibê xwe feda kir. PKK’ê nîşa me da ku felsefeya mirinê nîne di rastiyê de xweserî felsefeya jiyanê ye. Ji wê rojê heta roja me ya îro di nava dijmin de pîskolojiyek hate avakirin. Pirtûkên Rêbertiyê dibîne lê tevî ku bi Erebî ne jî di çenteyê xwe de dihilgire. Rêbertiya me dibêje ‘Fêmkirin pêkanîn e’ Şehîd Zîlan jî tam ev pêk anî. Ne tenê ji bo dema xwe ji bo pêşerojê jî xetek ava kir. Ji ber ku di sala 2016’an de di şexsê Şehîd Zinar, Şehîd Dogan de fedayîtî dîsan zindî dibe.”

Çiya herî dawî got divê Zeynep Kinacî ne tenê ji aliyê mîlîtanên PKK’ê ve ji aliyê hemû jinên cîhanê ve were naskirin û wiha got; “Di meşa azadiyê de ji bo jinan serketinê dixwazim.”

Gerîlaya YJA-Starê Tekoşîn Zagros jî wiha qala Zeynep Kinaci (Zîlan) kir; “Ji bo jinan bû xetek, ne demeke dirêj tenê di salekê de Rêbertî fam kir, hîskir û hate asta pêkanînê. Beriya niha îradeya jina azad ku biçûk dihate dîtin heta nedihate dîtin ava kir.

Tenê ji bo vê jî divê Heval Zîlan were naskirin û were xwendin. Sala 1996’an heval Zîlan çalakî kir, bû nemir lê niha bi dehan Zîlan di nava me de ne û şer dikin. Jinên ku ji bo azadiyê şer dikin ji wan re serkeftinê dixwazim.”