Kalkan: Gerîlayên Kurdistanê pêşî ji Lubnan-Filistînê hatin welêt

Dûran Kalkan: Gerîlayên ku bi fikrê azadiyê yê Rêber Apo xwe bi tecrûbeya leşkerî ya qada Lubnan-Filistînê perwerde dikin, derbasî Kurdistanê dibin. Vegera li welêt ku piştî Îlona 1982'an dest pê kir, divê weke derbasbûna li qada Botanê bê fêhmkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Partiya me, Rêberê me, gerîlayên Kurd bi rastî jî gelek sûd ji karên li Lubnan-Filistînê wergirtin. Perwerde, pîvan û taybetmendiyên leşkerî bi perwerdeya li vir afirandin. Heta astekê divê mirov gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê weke gerîlayên Filistîn û Lubnanê pênase bikin."

Kalkan got, "Di amadekariya Pêngava 15'ê Tebaxê de, di afirandina gerîlayên kurd de cihê Lubnanê xweser û girîng e. Divê ev yek bê gotin. Ji sala 1979'an û pê ve Rêber Apo karê xwe li Lubnanê kir. Demeke dirêj li BeyrÛdê kar kir. Bi rêxistin û kesayetên cuda re têkilî danî. Gerîlayên PKK'ê li her qadeke Lubnanê man, perwerde dîtin. Têkilî bi rêxistinên Filistînî hemûyan re danî. Amadekariyên bingehîn li qada Lubnanê kir. Konferansa 1'emîn û Kongreya 2'emîn li ser vê bingehê pêk anî."

Beşa 1'emîn a hevpeyvîna bi Kalkan re, ku li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate weşandin wiha ye:

Piştî ku biryar hate dayin ku têkoşîna gerîla derbasî welêt bê kirin, çawa çûn Botanê û li herêmê gerîla çawa hate pêşwazîkirin?

Beriya her tiştî dixwazim li ser bûyera teqînê ya li Lubnanê çend tiştan bêjim, ku encamên xwe gelekî giran bû. Ez hîn sedema wê baş nizanim, lê belê eşkere ye ku ji bo gelê Lubnanê û Beyrûdê encamên xwe gelekî giran e. Tê gotin ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Bi wesîleya vê bûyera giran, bi navê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dixwazim bêjim ku em êşa gelê Lubnanê parve dikin, sersaxiyê ji wan re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku sedema wê wê bê eşkerekirin û bi lez bê çareserkirin. Gelê Lubnanê wê van birînên xwe jî bipêçe û xwe ji nû ve komî ser hev bike. Li wê xaka mîna bihuştê ku komên cuda yên etnîkî û olî lê bi hev re dijîn, wê sîstemeke bi biratî û demokratîk biafirîne. Ya ku li Lubnaniyan, ya ku li Beyrûdiyan tê jî ev e.

Di navbera gelê Lubnanê û gelê Kurdistanê de her tim têkiliyeke dostane û biratiyê heye. Li Lubnanê girseyeke girîng a Kurdan jî heye. Jiyaneke hevpar û xurt heye ku ji dema Selahaddîn Eyûbî ve tê. Di vê serdemê de jî bi pêşengiya partiya me PKK'ê û Rêber Apo ev têkilî û jiyana hevpar hate nûkirin.

Bi rastî jî di dema 12'ê Îlona 1980'ê ya darbeya faşîst-leşkerî de, ku êrişên TC'ê yên li ser gelê Kurd û partiya me zêde bûn, gelê Lubnanê û Beyrûdê derfetên xwe bi me re parve kir. Tevgera me, Rêberê me kir mêvan. Di destpêka salên 1980'î de ku ji bo Kurdistanê, ji bo gelê Filistînê, ji bo gelên herêmê hemûyan pêvajoyeke zehmet bû, Rêber Apo bi mehan, bi salan li Beyrûdê, li her qadeke Lubnanê kar kir. Tevgera me ji bo karibe li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê li ber xwe bide, ji bo perwerdeya xwe ya leşkerî-îdeolojîk bike û xwe amade bike, vekişîna xwe li Qada Lubnanê kir. Li qada Lubnanê bi gel û rêxistinên Filistînî re di nava têkiliyê de ev kar kir. Kurd li Lubnanê hînî gerîlatiyê bûn. Dibistana bingehîn a gerîlayên Kurd Akademiya Mahsûm Korkmaz li Lubnanê ava bû û karên xwe li wir kir. Geliyê Beka bû hêlîna gerîlayên Kurd. Xwe li wir perwerde kir û amade kir û derbasî Kurdistanê bû. Rêber Apo ji sala 1979'an û pê ve nêzî 20 salan di astên cuda de li qadên cuda yên Lubnanê kar kir. Li her devera vê herêmê şopa Rêbertî heye. Di qewînkirina rûmeta gelê Lubnanê de, di xurtkirina biratiya gelan de para vî karî heye. Gelê Kurd, gerîlayên azadiyê jî sûdeke mezin ji nirx û derfetên gelê Lubnanê wergirtin. Di 2'ê Hezîran 1982'an de li dijî êrişa dagirkeriyê ya Îsraîlê, hêzên gerîla yên partiya me bi qasî bi Filistîniyan re têkoşiyan, her wiha bi gelê Lubnanê re jî mil bi mil li ber xwe dan. Gerîlayên Kurdistanê ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de Pêngava Dîrokî pêk anîn, yek ji amadekariyên xwe yên bingehîn û amadekariya herî dawî li qada Lubnan-Filistinê kirin. Lewma di avabûna gerîlayên Kurd de, di pêşveçûna gerîlayên Kurdistanê de, di amadekirina Pêngava 15'ê Tebaxê de cografya Lubnanê, piştgiriya gelê Lubnanê gelekî mezin e, girîng e. Rêber Apo, partiya me û gelê me her tim spasiya vê tevkariyê kirin. Niha jî xwedî heman nêzîkatiyê ne. Li ser vê bingehê, em êşa rojên dawî ya gelê Lubnanê weke partî, hêzên gerîla ji dil hîs dikin û hevxemê wan in.

Li Rojhilata Navîn ji bo afirandina biratî û yekîtiya demokratîk a gelan, bi têkoşîna li ser xeta fedayî hewl didin vê êşê sivik bikin. Ji bo pêşveçûna gelên Rojhilata Navîn, partiya me û gelê me wê dema bê her wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.

Bi kurtasî di amadekirina Pêngava 15'ê Tebaxê de, di afirandina gerîlayên Kurd de cihê Lubnanê xweser û girîng e. Divê mirov ê yekê bînin ziman. Ji sala 1979'an û pê ve Rêber Apo karên xwe li Lubnanê meşand. Demeke dirêj li Beyrûdê ma û kar kir. Têkilî bi rêxistin û kesayetên cuda re danî. Li her qada Lubnanê gerîlayên PKK'ê hebûn, perwerde dîtin. Têkilî bi rêxistinên Filistînî hemûyan re danî. Amadekariyên herî bingehîn jî li qada Lubnanê kirin. Konferansa 1'emîn û Kongreya 2'emîn li ser vê bingehê pêk anî. Di serî de Kemal Pîr, Mahsûm Korkmaz û bi sedan, bi hezaran hevrêyên şehîd bûn li qada Lubnanê li Akademiya Mahsûm Korkmaz, her wiha li kampên ku berê hatibûn avakirin perwerde dîtin. Qada Lubnanê demeke dirêj mîna hêlînekê bû. Bû hêlîna gerîlayên Kurdistanê, navenda rêveberî û perwerdeyê. Rêber Apo wezîfeya amadekirin û birêvebirina gerîla li qada Lubnanê kir. Me ev piştgirî weke tevger û gel ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Me her tim gelekî hêja dît û bêguman em ê bi vî rengî bibînin.

Ji tifaqa navbera gelên Kurd-Ereb heta têkilî û tifava bi gelên li Rojhilata Navîn hemûyan re, bi Xiristiyan, Misilman, Durzî û civakên cuda re, bingeha ku di wê demê de bi vî karî hate danîn, her tim rê nîşan da, wê diyarker be û em ê li ser wê bingehê bimeşin. Bi wesîleya teqîna li Beyrûdê min xwest destpêkê vê bêjim.

Qala hatina gerîlayên Kurd ji bo Botanê tê kirin. Gerîla li ku ava bû, ku derbasî Botanê bû? Xuya ye li Botanê ava nebû, ji devereke cuda derbasî Botanê bû. Wê demê girîng e ku hatina Botanê, pêşwazîkirina wan, rehberdana li nava Botanê bê fêhmkirin. Lê belê divê baş bê zanîn û fêhmkirin ku ji ku hatiye Botanê, çawa ava bûye. Rêber Apo ji bo dîroka PKK'ê got, 'Belê dîroka fermî ya PKK'ê gelekî girîng û watedar e. Divê dersên her kêlî, roj û saetên wê baş bê zanîn. Lê belê pêvajoya dîrokî ya beriya dîroka fermî, yanî pêvajoya amadebûna PKK'ê hîn bi wate û girîng e. Divê nirxê wê pêvajoya dîrokî baş bê fêhmkirin'. Heman tiştî mirov dikarin ji bo hatina gerîla ya Botanê binirxînin. Bêguman girîng e ku çawa hatiye Botanê û bi çi rengî hatin pêşwazîkirin. Lê belê ji ku hat Botanê, çawa hat, beriya bê Botanê gerîla li ku bû û çawa ava bû, ev pir pir girîng in.

Ji ber vê yekê karên ku piştî sala 1979'an li qada Lubnan-Filistînê hatin meşandin gelekî girîng e. Ev dem karê li derveyî welat ê li qada Lubnan-Filistînê ye. Ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve di çarçoveya konferans û kongreyên li ser bingeha rêxistinbûna partiyê, karên li qada Lubnan û Filistînê ji bo pêşketina rêxistinî amadekariyên herı dawî û yên herî xurt bûn, lewma xwedî cihekî girîng e.

Bêguman Berxwedana Zindanê ya Mezin heye. Ya ku gerîla anî Botanê, kir ku bimeşe, enerjî û hêza bingehî da, Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982'an bû. Berxwedana lehengiyê ye ku bi pêşengiya Mazlûm, Kemal, Hayrî û Sarayan hate meşandin, berxwedana serketinê ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bû. Bêguman ji destpêka sala 1980'î ve li zindana û li derveyî welat ji bo helwest û berxwendana li dijî darbeha faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î, amadekarî hatin kirin. Pêvajoya beriya vê jî heye ku rastiya Rêbertî û Partiyê afirand. Serdema destpêkê Pêngava Rêbertî ya sala 1973'an û ava bûna koma îdeolojîk a li Enqereyê salên 1973-1975'an, avabûna koma Apoyiyan e. Serdema duyemîn jî ew e ku ev kom di destpêka sala 1976'an de derbasî Bakurê Kurdistanê bû û veguherî tevgereke ciwanan a şoreşger bi navê 'Şoreşgerên Kurdistanê'. Di serdema sêyemîn de jî vê tevgera ciwanan berxwedana Hîlwan û Sêweregê afirand, li dijî rêxistin, sazî û kesên ajan li ser bingeha tundiya şoreşgerî têkoşiya, pêvajoya partîbûnê bi vî rengî pêk anî û PKK di pratîkê û fermiyetê de ava kirin. Ew dema ku Rêber Apo dibêje, pêvajoya beriya dîroka fermî ya PKK'ê ku divê dersên kûr û bi wate jê bên derxistin ev pêvajo ye. Ji xwe karên li derveyî welat ên bi berxwedana zindanan a 1980'î re li qada Lubnan-Filistinê dest pê kirin weke gava 4'emîn pêk hatin. Wê demê, weke encama vê yekê; meşa gerîla ya ji qada Lubnan-Filistinê ber bi Kurdistanê, ber bi dilê Kurdistanê Botanê ve pêvajoyeke nû ye. Ev pêvajo bû gava 5'emîn, di heman demê de pêvajoyeke nû ya têkoşînê ya stratejîk e ku ji aliyê PKK'ê ve hate destpêkirin.

Wê demê; gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di encama pêvajoya gava Rêber Apo ya Newroza 1973'an, bi civîna li ser biryar avakirina rêxistinê ya li Bendava Çûbûk a li Enqereyê û pêvajoya koma îdeolojîk, tevgera ciwanan, berxwedana Hîlwan-Sêweregê û pêvajoya partîbûnê derkete holê û vê tevgerê li dijî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î li du eniyan xwe tevlî çeperên berxwedanê kir û xwe ji bo berxwedaneke mezintir amade kir. Yek ji van her du çeperan zindan e, ya din jî karên li derveyî welat in.

Berxwedana zindanê tê zanîn, berxwedana sereke ye. Berxwedana serketinê ye. Ew berxwedan e ku rêbaz û xeta fedayî ya berxwedana li Kurdistanê afirandiye. Qada ku karên derveyî welat lê hate meşandin jî qada Lubnan-Filistinê ye. Li vê qadê wê demê bi sedan gerîla li qadên cuda yên Lubnanê, li kampên Filistinê ji aliyê Rêber Apo û PKK'ê ve hatin perwerdekirin. Biratiya bi gelê Filistinê re, biratiya bi gelê Lubnanê re li ser vê bingehê bû. Bi hev re jian, bi hev re kar kirin, bi hev re bêhn standin, bi hev re çarenûsa xwe parve kirin. Li dijî zaliman bi hev re li ber xwe dan. Di berxwedaneke wiha de şehîdên leheng dan. Di vê demê de 1'ê Gulana 1982'an de li qadeke ku nêzî teqîna niha, di bombardûmana Îsraîlê de gerîlayê PKK'ê hevrê Abdulkadîr Çûbûkçû şehîd bû. Li keleha Arninê, yanî di berxwedana qada Nebatiye de 8 gerîlayên PKK'ê şehîd bûn. Bi dehan dîl ketin dest. Berxwedana azadî û demokrasiyê ya gelê Lubnanê û berxwedana azadî û demokrasiyê ya gelê Kurdistanê li ser vê bingehê ji aliyê îdeolojîk û stratejîk ve bûn bira, bûn yek. Piştgirî û hêzeke xurt dan hev. Partiya me, Rêberê me, gerîlayên Kurdistanê bi rastî jî gelek tişt ji karên Lubnan-Filistinê wergirtin. Perwerde, pîvan û taybetmendiyên leşkerî li vir bi perwerdeyê afirîn. Di astekê de mirov dikarin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê weke gerîlayên Filistin û Lubnanê jî pênase bikin. Divê Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an ji aliyekî ve weke berxwedana demokrasî û azadiyê ya dîroka Kurdistanê û parçeyek ji pêşketina wê dîrokê bê dîtin, li aliyê din jî divê weke parçe û dewama têkoşîna demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn bê nirxandin, ku di vir de parçeyek, dewama berxwedana demokrasî û azadiyê ya gelên Lubnan-Filistinê ye. Ji aliyekî ve tê wateya dewamkirina wê berxwedanê.

Bi vî rengî gerîlayên ku xwe li qada Lubnan-Filistinê bi perwerdeya zor û zehmet amade kir, ji Îlona 1982'an û pê ve kom bi kom di ser Rojavayê Kurdistanê re derbasî Botanê bûn. Ev pêvajo zor û zehmet bû, lê di heman demê de pêvajoyeke bi hêvî û kelecaneke mezin tijî û dagirtî bû.

Gelê Botanê, parçeyekî cografya Botanê ye ku civata wê cewhera berxwedêriyê ya gelê Kurd temsîl dike û cografya wê jî keleha hebûna Kurdan e. Gerîlayên Kurdistanê yên ku bi fikrên azadiyê yên Rêber Apo û bi tecrûbeya leşkerî ya li qada Lubnan-Filistînê wergirtî û xwe perwerde kirin, derbasî vê cografyayê, vê hêlîna civakî bûn. Vegera li welêt ku ji Îlona 1982'an û pê ve pêk hat, hatina Botanê divê bi vî rengî bê fêhmkirin.

Qada Botanê wê demê qadeke welê bû ku bandoreke giran a jiyan û avaniya eşîrî lê hebû. Bêguman zextên darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê û êşa têkçûna 1975'an a li Başûrê Kurdistanê ji kûrahî ve hîs dikir. Civak bêhêvî bû, hêviya xwe lawaz bûbû. Bi taybetî şerê navxweyî yê tevgerên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, bikarneanîna şert û mercên neyînî, têkçûna wan bandoreke neyînî li ser hêviyên azadiyê yên civatên eşîrên li Botanê kir, baweriya wan a bi xwe lawaz kir.

Civakên ku di herikîna dîrokê de bi rengê civakên eşîrî li vê cografya mîna keleyê bi awayekî azad dijiyan, ji nêz ve pê hesiyan ku dorpêçiya netewe dewletê, dorpêçiya faşîst-qirker û êrişên wan wê êdî wan daqurtînin. Li pêşberî êrişan û dorpêçiyê bêçare man, ne di wê rewşê de bûn ku çareseriyekê peyda bikin. Êdî bi rengê berê nema dikarîbû dewam bikira. Li derveyî wan pêşketin û guhertinên mezin hebûn, lewma diviyabû bersiv bidan pirsa; li pêşberî vê guhertinê, li gorî vê rewşa nû wê çawa xwe bi rêxistin bikin, wê çawa li ber êrişan rabin û jiyanê biafirînin? Nikarîbûn bersivê bidin vê pirsê. Civaka Botanê di vê pêvajoya krîtîk de bû, ku rewşa berê nekarîbû bihata dewamkirin û ya nû jî nehatibû destnîşankirin.

Pêvajoya ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ketin Botanê, sekna civakî bi vî rengî bû. Lewma hatina gerîla mîna bersivek ji bo civaka Botanê ya li rewşa nû bû. Mîna ku 'Xizir bi hawarê ve hat'. Di pêvajo û atmosfereke welê de ku civaka Botanê di bin êrişên leşkerî-faşîst ên 12'ê Îlonê de bû, di bin dorpêçiya mêtingerî-qirkeriya TC'ê de bû, şer û têkçûnên li Başûr û Rojhilat hêviya wan têk dibir, tengaviya navbera şerê Îran û Iraqê zor dida wan, gerîla mîna 'Xizir' bi hawara wan ve hat. Gerîla bi vî rengî jî hate pêşwazîkirin. Hinekî bi rengê hayjixwe heyî nêzîkatî hatibe nîşandan jî li dijî bêçaretî û bêçareseriyê, nêrîn, plan û rêbaza jiyanê ya gerîla bûbû çare, bûbû bersiva çareseriyê. Bi vî rengî weke ku ya lê digeriya dîtibûn. Lê belê parçebûyî bû, bêrêxistin û nezan bû. Zexteke giran li ser hebû. Lewma ji aliyekî ve lêgerîn û têkoşîna azadiyê ji bo xwe weke çareyekê didît, lê belê li aliyê din jî ji ber tecrûbeyên bi êş û giran ên li Başûr û Rojhilat, her wiha ji ber têkçûna berxwedanên demên derbasbûyî yên li Bakurê Kurdistanê, tecrûbeyeke xwe ya bi êş hebû. Şopa pelçiqandina Mîrîtiya Botanê ya di sedsala 19'an de hîn nû bû, lewma bi rengekî hayjixwe heyî tevdigeriya. Civakeke bi vî rengî ji aliyekî ve hêvî û rêxistiniya wê lawaz bûbû, li aliyê din jî dudil bû. Lewma diviyabû pêşketin di pratîkê de hatibûya nîşandan ku baweriya xwe pê bianiya. Piştî ku gerîla ev kir, hingî pê re bû yek. Di demekê de ku gelê Botanê gelekî tengav bûbû, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mîna 'Xizir' bi hawara van ve giha û bû dermanê derdê civaka Botanê.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, xeta azadiyê ya Rêber Apo û gelê Botanê li ser vê bingehê gihîştin hev. vê yekê coş û kelecaneke mezin afirand. Gerîla li her deverê dema ku propaganda azadiyê dikir, bi kelecan, coş û hezkirineke mezin hatin pêşwazîkirin. Ya rast di destpêkê de her kesî piştgirî dan. Lê belê di dema dirêj a têkoşînê de dema ku zext û zordariya dijmin zêde bû, dijmin hewl da kesên lawaz ber bi xwe ve bikişîne, ji têkoşînê vegire, li ber têkoşînê û bixe rewşa cerdevaniyê.

Divê em zanibin ku cerdevantiya li Botanê bi temamî bi zexta TC a faşîst, bi bandor û şîretên axayan, PDK'ê û karakterên nokeriyê çêbûye. Naxwe li nava civakeke wiha, sekna welatparêziyê bi giştî li pêş bû. Lewma ji ber tecrûbeya li dîrokê hinekî bi sekna hayjixwe heyî û baldarî hatibe dîtin jî bi giştî bi hezkirin û kelecan hatina gerîla hate pêşwazîkirin. Li dora yekîneyên gerîla yên pêşeng bi lezgînî tevlî refên gerîla bûn, bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê li dijî êrişên şerê taybet ên darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê berxwedana lehengiyê ya herî mezin li Botanê hate meşandin û berxwedaneke mezin derxist holê ku 36 sal in dewam dike.

Gerîla di ser kîjan herêman re hatin Botanê? Her wiha di wê demê de gerîlayên tevlî kar bûbûn? Gel çawa nêzîk bû? Zor û zehmetiyên xwe çi bû?

Hatina Botanê ji du eniyan ve bû. Yek jê di ser Sûriye-Rojavayê Kurdistanê re, ya duyemîn jî di ser Îran-Rojhilatê Kurdistanê re. Hatina destpêkê, liv û tevgera koma destpêkê di ser Rojavayê Kurdistanê re bû. Bi taybetî li qada ji Dêrikê heta Nisêbînê, heta Pirsûs û Efrînê hema bêjin li seranserê sînor komên gerîla gav bi gav derbas bûn. Ji xwe amadekariyên pratîkî têrê nedikir. Sîstema rê-kûrye zêde bi başî nehatibû birêxistinkirin. Lewma heta ku amadekarî dikare kirin kom dikarîbûn derbas bibin. Gelek kom bi agahdarkirinê, bêyî kûryeyan neçar man derbas bibin. Derbasbûna di ser Îran û Rojhilat re hinekî bi derengî pêk hat, di plana duyemîn de bû. Gerîlayên ku piştî 12'ê Îlonê ji qada Serhedê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn, ji wir jî derbasî Başûr bûn, her wiha gerîlayên di pêvajoya vegera li welêt de di ser Tehranê re hatin Rojhilatê Kurdistanê civatek li Rojhilatê Kurdistanê ava kiribûn. Komên destpêkê ku piştî Îlona 1982'an ji sînorên Kurdistanê gav avêtin, xwe di nava gelê Botanê de dîtin, gihîştin gundan, beşek jê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn jî beşek li Botanê li gundan li nava gel, li nava eşîran man. Yanî yekser têkilî danîn. Yên derbasî Başûrê Kurdistanê bûn jî ji Nîsana 1983'an û pê ve di çarçoveya civîn û plansaziya partiyê de bi şêweyê komên cuda yên li qadên cuda yên Bakurê Kurdistanê di ser Şemzînanê re derbasî Qilaban, Şirnexê bûn. Derbasbûna ji Rojhilatê Kurdistanê ber bi qadên Botan û Serhedê piştre pêk hat. Yanî ji Tîrmeha 1983'an û pê ve komên destpêkê derbasî xeta Colemêrg-Wan-Serhedê bûn. Komên destpêkê karê amadekariyê kirin. Wê demê jê re karê bicihbûnê digotin. Armanc ew bû ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve bi cih bibe. Yanî dihate xwestin ku qad bê naskirin, cografya bê naskirin, amadekariyên madî, têkiliyên bi gel re û bingeh bên afirandin. Karên destpêkê bi vî rengî bûn. Encamên vê yekê hate nirxandin û çalakiyên 15ê Tebaxê hatin lidarxistin, gav hatin avêtin. Lê belê ji ber ku baş nehate birêxistinkirin, rewşa heyî bi têrkerî nehate nirxandin, ji ber ku hevrê Mehmet Karasûngûr ê ku ev kar di asta yekemîn de bi rêxistin dikir di 2'ê Gulana 1983'an de şehîd bû, ev pêvajo hinekî dereng ket. Hinekî lawaz kir, taloq kir ku gavên hatine avêtin bên nirxandin û bêyî ku qutbûnê bixe navberê, gavên duyemîn û sêyemîn ên pêwîst bên avêtin. Ji ber van sedeman pêngav ji bo sala 1984'an taloq bû. Hatina gerîlayên jin ber bi Bakurê Kurdistanê, ber bi Botanê ve, bi giranî di ser Rojhilat re çêbû. Di nava komên Rojavayê Kurdistanê de yên zivistan û biharên salên 1982-83'an gerîlayên jin nebûn. Di sala 1983'an de di ser Rojhilatê Kurdistanê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, sala 1984'an jî di ser Başûr re derbasî Botanê bûn. Bi çalakiyên 15'ê Tebaxê re di nava komên ji Bşaûr û Rojhilat derbas bûn gerîlayên jin hebûn. Ji aliyê hejmar ve komek bû. Bi du kesan cihê xwe di nava koma gerîla ya ji 4-5 kesan de digirtin. Ji pêvajoya berxwedanê ya Botanê ve ku bi 15'ê Tebaxê re dest pê kir hejmara wan zêde bû û di şerê berxwedanê de yê li Bakurê Kurdistanê belav bû hîn çalak bûn.

Yanî karê koma destpêkê ji aliyê demê ve hinekî bi pirsgirêk bû. Ji ber ku komên biçûk li herêmê belav bûn, ji ber lawaziya wergirtina encamê, belavkirina agahiyan û lawaziya rêxistinî, derengbûn çêbû. Taloq bû. Ev rewş ji aliyê xeta partiyê ve heta astekê bû sedema zor û zehmetiyan. Bi taybetî Rêber Apo ev rastî dît, rexne kir û ji bo çareserkirina vê yekê gelekî rexne û perspektîf pêşkêş kir. Gavên destpêkê, agahiyên destpêkê hatin nirxandin û li ser vê bingehê plansaziya çalakiyan hate amadekirin. Ji bihara 1984'an û pê ve gavên destpêkê yên çalakiyê hatin avêtin. Gavên destpêkê hinekî biçûk û sivik bûn. Asta çalakiyan a ku bi esasî pêvajo diyar kir, bi çalakiyên 15'ê Tebaxê yên Dihê û Şemzînanê afirî.