'Gerîlayên jin li dijî sîstema kapîtalîst pêşengên xebat û têkoşîna jinan in'

Rojnamevan Şatû Mihemedê da xuyakirin ku jinên gerîla û jinên Rojava pêşengên xebat û têkoşîna jinan in û wiha got: “Jinên gerîla li dijî sîstema kapîtalîst pêşengên xebat û têkoşîna jinan in.”

Rojnamevan Şatû Mihemedê bi boneya 8’ê Adarê pîrozbahiya xwe arasteyî hemû jinên Kurd kir û wiha got: “Dîroka tundûtîjiya li dijî jinan ne yê roj û meh û salekê ye, dîrokeke wê ya dûr û dirêj heye, heta avabûna fikira baviksalarî û desthilatdariyê diçe. Li hember vê tundûtîjiyê her tim têkoşîna jinan hebûye, lê belê sîstema baviksalar naxwaze di xwe de guherîneke baş çêke, her tim tundûtîjiyê berfirehtir dike û awayên wê diguherîne.”

Şatû Mihemedê bal kişande ser asta hişyariya jinan û got ku jin heta radeyeke baş xudan hişyarî ne û axaftina xwe wiha domand: “Jinan tevgera femînîst ava kir da ku li dijî sîstema baviksalar tê bikoşin, lê belê ji ber bandora fikira sîstema kapîtalîst ev tevger bû sedem ku jin ji sîstema kapîtalîst re xizmetê bikin. Reha fikira baviksalariyê kûr e, dîrokeke wê ya dûr û dirêj heye.”

Şatû Mihemedê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Li hember wan hemû astengiyên fikira baviksalariyê jinên gerîla û jinên Rojava karîn bi awayekî herî baş li dijî vê sîstemê tê bikoşin û nimûneya jina azad nîşanî gel bidin. Ev ruhiyet wê yekê ji me re dibêje ku ev xebat û têkoşîn ne tenê ranaweste, her wiha her ku diçe ber bi pêş diçe û cîhanî dibe.”