Gerîlayên jin 8’ê Adarê pîrozkirin

Gerîlayên jin 8’ê Adarê pîrozkirin

Li Qadên Parastina Medya bi wesîleya 8’ê Adarê pîrozbahî pêk hat. Endama Koordînasyona PAJK’ê Sozdar Avesta di pîrozbahiyê de axivî û got, ew wekê Tevgera Azadiya jinê peywira wan ya sereke ewe ku berpirsên komkujiya Parîsê derxin holê.

Pîrozbahiya li Qadên Parastina Medya bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û piştre Sozdar Avesta axaftinek kir. Avesta 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got, jinên Kurd 8’ê Adarê bi hêrsa Komkujiya Parîsê pêşwazî kir. Avesta wiha got: “Em hemû êşa komkujiya Parîsê dijîn. Me 3 hevalên xwe wenda kir. Derbe li dîroka me ya zîndî dan.  Xwestin tevgera azadiya jinê bitirsînin.  Xwestin dora serokatiya me vala bikin. Di şexsê heval Sakîne de xwestin serokatiya me tenê bihêlin. Em wekê tevgera jinan peywira me ya sereke ewe ku em komkujiyê ronî bikin. Vê komployê vala derxînin. Em baş dizanin ku yên serokatiya me xistin Îmraliyê û yên komkujiya Parîsê pêk anîn hemanin. Serokatiya me jî ev wisa şîrove kir.

AZADÎ BI PÊŞENGIYA JINÊ PÊK TÊ

Avesta diyar kir ku, bi 8’ê Adarê re ketine pêvajoyeke nû û serketina gelê Kurd bi pêşengiya jinê pêk hatiye û got: “Serokatiya me îsal jî mudaxaleyê pêvajoyê kir.  Em dikarin kêmasiyên xwe yên salên borî bibînin û bigihêjin serkeftinê.  Azadiya xwe ancax em pêk bînin. Hebûna xwe tenê em dikarin biparêzin.

STRANÊN KURDÎ, LAZKÎ Û AZERÎ

Piştî axaftinan şahiya ku gerîlayên jin amade kiribû pêk hat. Koroya Şehîd Rojîn Gewda  stranên bi kurdî, tirkî, erebî, farisî, lazî û azerî striyan.  Her wiha şano jî hat lîstin. Gerîlayan li ber stranan govend gerand.