Komxebata Azadiyê ya Jinan a di Pêvajoya Muzakere û Çareseriya Demokratîk de dest pê kir. Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik got: “Em di nava îradeyeke ku hemû jin di asta wekhev de beşdar bin û ji temsîliyeta hemû jinên li Tirkiyeyê pêş bikeve de ne. Bêguman jin nebin ev pêvajo pêş nakeve. Aştiyeke ku jin têde tinebin, wek aştiyeke rastîn nayê binavkirin.”
Komxebata bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) li Kampusa Dolapdere a Zanîngeha Bîlgî dest pê kir. Ji gelek rêxistinan nûner beşdarî komxebatê bûn.
Ji heyeta Îmraliyê endama KJA’yê Ceylan Bagriyanik destpêkê axivî û jina bi navê Ferînaz Xosrevanî ku li Îranê ji bo xwe ji tecawizê rizgar bike, întîxar kir, bibîranî û got: “Em berxwedana wê bibîr tînin û emê helwesta wê ya azadiyê di têkoşîna jinê de bilind bikin. Ez berxwedana hêzên demokratîk ya Îranê jî silav dikim.”
Bagriyanik got sibê roja dayikan e û got hêviya wê eve ku Roja Dayikan aştiyek bi rumet bîne.
Bagriyanik têkildarî armanca komxebatê de jî agahî da û got: “ Em ji bo rojevên ku jin wê di pêvajoya muzakereyê de çawa cih bigirin, pêvajo bi îrade û nêrîna jinê wê çawa bimeşe, hatin cem hev. Ji qadên akademîk, sendîkayan, dayikên aştiyê, hemû tevgerên jinan, femînîst û hemû pêkhateyên KJA’yê beşdarî komxebatê bûn. Pêvajoyên aştiyê, wek di tecrubeyên cîhanê de jî hatine dîtin, wisa ne hêsan e. Şerê aştiyê dayîn gelek zehmet e. Me ev di tecrubeyên xwe de dîtiye.”
DEWLETÊ PÊVAJO DA SEKINANDIN
Bagriyanik got ji ber nêzîkatiya hikûmet û dewletê pêvajo sekiniye û got: “Bi awayekî vekirî nêzîkatiyeke ku pêvajo nameşe, neyê nîşandan, lê diyalogên bi Îmraliyê re hatine sekinandin. Hikûmetê bersiv neda daxwazên heyetê û ev jî nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî mijara çareseriya pirsgirêkê nîşan dide. Nêzîkatiyên provakatîf hene. Hem tevgera azadiya Kurd û hem jî pêkhateyên wê ev nêzîkatiyên provakatîf vala derxistine.”
Bagriyanik bi lêv kir ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di mijara derxistina heqîqetên civakî û rûhevhatina bi paşerojê re nîqaşên cidî meşandine û got: “Di mijara çareseriyê de li Dolmabahçeyê 10 xal di alî demokratîkbûna Tirkiyeyê de hatin aşkerakirin. Tevî ku mutabakata wê pêk hat jî hewcedariya vê nehat cih. Yek ji van xalan pisgirêka azadiya jinê bû. Me di alî beşdarbûna heyetê de zehmetî kişand. Ocalan got li maseya ku jin tinebe, ew jî runane û li ser vê ez beşdar bûm. Em wek KJA’yî beşdar bûm lê em hemû jinên Tirkiyeyê temsîl dikin.”
BI SAYA OCALAN JINAN DI PÊVAJOYÊ DE CIH GIRT
Bagriyanik da xuyakirin ku peywirên mezin dikevin ser milê jinan û got: “Em di tecrubeyên cîhanê de dibînin. Jin beşdarî pêvajoya muzakereyan nabin. Di encama helwesta Ocalan de jinan di destpêka pêvajoyê de cih girt. Ji ber vê em ji tecrubeyên cîhanê cudatirin. Em bi avantajin. Tevgereke azadiyê ya jinan a me heye.
JIN NEBIN PÊVAJO PÊŞ NAKEVE
Em di heyetê de wek KJA hene lê em li ser navê hemû jinên Tirkiyeyê li wirin. Ji bo em beşdarbûna jinan a pêvajoyê zêde bikin û temsîliyeta hemû jinên Tirkiyeyê pêk bînin, din ava îradeyekê de ne. Bêguman jin tinebin, ev pêvajo pêş nakeve. Aştiyek bê jin ne aştiyek raste. Jin nebin pêvajo pêş nakeve.”
Komxebat bi axaftina Wekîla Seroka Koma HDP’ê Pervîn Buldan berdewam kir.