Gabar: Em ê bê bersiv nehêlin!

Endama Koordînasyona PAJK'ê Gulçiya Gabar diyar kir ku wê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şehîdgeha Garzanê û revandina 267 cenazeyan bê bersiv nehêlin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Gulçiya Gabar da xuyakirin ku jiyaneke bê hiş, bê nirx, bê şeref, yanî mirin li ser gel û jinên Kurd tê ferzkirin û got, jinên Kurd ku herî zêde xwedî li nirx û dîroka gelê Kurd derketine, wê xwedî li şehîdgehan jî derkevin.

Gabar li ser êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şehîdgeha Garzanê ji ANF'ê re axivî.

Gulçiya Gabar bi bîr xist ku ev êrîş ne ya destpêkê ye, ev yek ji gelê Kurd re rewa tê dîtin û destnîşan kir ku ev êrîş li dijî nirx, wijdan û exlaqa mirovahiyê hatiye kirin.

HESTÎ JÎ NAYÊN DÎTIN

Gabar anî ziman ku dayikên Kurd ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe yên li çiyayên Kurdistanê şer kirine, bi salan têdikoşin û hestiyên bi sedan zarokên xwe nekarîne bibînin. Gabar got, "Lê belê dewleta AKP'ê êrîşî gorên heyî jî dike. Li Şehîdgeha Garzanê gorên 267 şoreşgeran hebûn. Li Amed, Botan û Serhedê jî êrîşên bi heman rengî hatibûn kirin. Eger bêdengî dewam bike, wê êrîşên wan jî bidomin."

ŞERÊ BÊ BÎR HIŞTINÊ

Gabar ragihand, dewleta Tirk li dijî Kurdan şerê bê bîr hiştinê dimeşîne û işaret bi asta tirsnak a êrîşên zîhnî û çandî kir. Endama Koordînasyona PAJK'ê Gulçiya Gabar di dewama axaftina xwe de got, "Jiyaneke bê hiş, bê nirx, bê şeref, yanî mirin li ser gel û jinên Kurd tê ferzkirin.

AKP-MHP GORA XWE DIKOLIN

Yên ku herî zêde dîrok û nirxên gelê Kurd parastine, jinên Kurd in. Ji ber vê yekê divê yên herî zêde xwedî li Şehîdgeha Garzanê derkevin jî jinên Kurd bin. Weke Tevgera Azadiyê, em ê van êrîşan bê bersiv nehêlin. Li dijî van êrîşan em ê bi xurtî têbikoşin. AKP-MHP gora xwe dikolin. Ew bi rêya van êrîşan dawî li xwe tînin. Wê hesab ji dîktatoriya AKP-MHP'ê were pirsîn."