Futbol bi jinan xweştir tê lîstin
Lîstikvanên Jin ên Amedsporê dan xuyakirin, ku ew pêşhukmên li hemberî xwe ji holê radikin û futbolê bedewtir dikin. Lîstikvanan bang li jinên ji futbolê hez dikin kirin, ku dakevin qada futbolê.
Lîstikvanên Jin ên Amedsporê dan xuyakirin, ku ew pêşhukmên li hemberî xwe ji holê radikin û futbolê bedewtir dikin. Lîstikvanan bang li jinên ji futbolê hez dikin kirin, ku dakevin qada futbolê.
Jinên ku ji ber zayendîperestiyê gelek sînor li pêşiya wan hatine danîn, van bendan di nava jiyanê de yek bi yek radikin û hewl didin li her qadê bibin xwedî mafê gotinê. Jinên ku ji hunerê heta wêjeyê, ji wêjeyê heta siyasetê, ji siyasetê heta sporê bi keda xwe derdikevin pêş, di futbolê de ku weke 'lîstika mêran' tê bi navkirin, pêşhukmên li hemberî xwe ji holê rakirin.
Alîkara dîrektora teknîkî û lîstikvanên Tîma Futbolê ya Jinan a Amed Sporê ji ANF'ê re axivîn.
Alîkara dîkrektora teknîkî Newroz Gon da xuyakirin, ku ji roja navê Amedsporê li xwe kirine û vir ve li deplasmanê timî êrîş li wan tê kirin û tevî vê yekê jî bi desteka alîgirên xwe, wan heta niha ev pirsgirêk çareser kirine. Gon diyar kir, di avakirina tîma futbolê ya jinan de wan beriya her tiştî pêşhukmên malbatan şikandine û piştî ku dîtine zarokên wan dikarin li qada futbolê jî gelek tiştan bikin, tevlî nava tîm kirine. Gon da zanîn, ji aliyê fîzîkî û zîhnî ve jin û mêr xwedî heman taybetmendiyan nîne û got, "Ji ber vê yekê, dema mijar futbol be, jin nakevin nava nêzîkatiyên takekesî yên mêran, bi têgihiştineke xurt a yekîtiyê tevdigerin û mîna tîmekî dilîzin."
Qeptana tîm Guzîde Alçû da xuyakirin, ku weke jinekê herî kêm bi qasî mêrekî ew ji lîstina futbolê hez dike û got, "Lê belê ji aliyê civakê ve xweş nayê dîtin. Ji ber ku ji civakê heye, ku jin nabe futbolê bilîze! Weke lîstikvanên jin me ev têgihiştin ji holê rakir. Weke jineke ev 7 sal in bi futbolê dilîze, me nîşan da ku futbol bi jinan bedewtir e. Min ji xwe re weke wezîfeyekê dît, ku nîşanî civakê bidim; futbol ne tenê lîstikeke mêran e, di heman demê de ya jinan e."
Alçû diyar kir, ew dixwazin futbolê di bin sîwanê aştî û biratiyê de bijîn û got, "Em dibêjin, kî dakeve qata futbolê ew xwişkên me ne. Lê belê em vê rastiyê jî ti carî ji bîr nakin; em çiqasî ji wan re bêjin xwişkê me ne jî, ew xwe nêzî vê nakin. Rewşa îro bi rengekî zelal nîşan dide; futbol a divê aştî û biratiyê derxîne pêş, mixabin bi siyasetê tê birêvebirin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû lîstikvanan dikim; ji kerema xwe re siyasetê li derveyî qada futbolê bihêlin."
Alçû destnîşan kir, ku jinên dixwazin bi futbolê bilîzin divê ti carî dev ji vê daxwaza xwe bernedin û got, "Belê dibe ku zehmetiyan bikişînin, dibe ku pêşhukm derkevin pêşiya wan, lê belê divê ti carî ji vê daxwaza xwe venegerin. Em ê jî timî bibin destek ji wan re."
Lîstikvana tîm Hêvîdar Odungît işaret bi zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya wan kir û got, "Beriya her tiştî hûn neçarin vê bi malbatê û bi civakê bidin qebûlkirin. Ji ber ku dibêjin 'futbol lîstika mêran e û hûn jinên divê li malê bin, nabe ku li dû gogekê bibezin'. Mirovên li derdora min bi vî rengî nêzîk dibûn. Lê min ti carî dev ji vê berneda û dema malbata min bi hunera min hesiya û bihîst ku ez ê li nava Amedsporê bilîzim, qanih bû."