Fîlîz Kerestecîoglû: Hikûmet zilaman bêhtir li sûc germ dike

Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû li Meclîsê axivî û got, "Hikûmet bi polîtîkayên xwe zilaman bêhtir li sûc sor dike. Têkoşîna jinan wê dawî li şer bîne."

Wekîla HDP'ê ya Stenbolê û Berdevka Koma Jinan a li Parlamentê Fîlîz Kerestecîoglû, li Civata Giştî ya Meclîsê axivî û got, "polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan, zilaman bêhtir tehf dide da ku sûcan bikin."

Kerestecîgolû bal kişande ser êrîşên li dijî siyasetmedarên jin û got, "Gotinên hikûmetê yên ku jinan kêm dike, wan zilamên ku li ser cilên jinan tacîzê rewa nîşan didin, bi gotina, 'ku li xweşa te neçe biminminîne' zilaman li sûc sor dike, zilamên ku sûc dikin jî, bi gotina 'aqil avêtiye' ji 'halê baş' serbest berdide."

Kerestecîgolû serbestberdana zilamê tacîzker ku di otobêsê de li kedkara tendirûstiyê Ayşegul Terziye xist, bi bîr xist û got, ev rewş dikare zemînê ji êrîş û tacîzên nû re çêbike.

Kerestecîgolû girtina Berdevkê KJA’yê Ayla Akat Ata û girtina ajnsa JINHA’yê, ku li dinyayê tekane ajansa jian ye, weke êrîşên li ser têkoşîna jinê şôrve kir û rapora têkildarî jinan bi bîr xist.

Kerestecîoglû got, "Şerê  ku li welêt tê jiyîn, di serî de jin û zarok, bandorê li ser her kesî dike. Heta ku em ji vê rewşê dernekevin, dawiya tundiya li ser jinê û kuştina karkiran jî nayê. Şer bandorê li her deverê dike, ya ku wê şer biqedîne jî, weke ku bi salan e domdar e, têkoşîna jina ye."