Festivala Jinê ya Zîlan bi dawî bû
12. Festîvala Jinê ya Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hate lidarxistin, piştî bernameya tevahî rojê berdewam kir û şûn de bi dirûşm û govendê bi dawî bû.
12. Festîvala Jinê ya Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hate lidarxistin, piştî bernameya tevahî rojê berdewam kir û şûn de bi dirûşm û govendê bi dawî bû.
12. Festîvala Jinê ya Zîlan a Navneteweyî ya ku weke her salê ji bo bîranîna Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku di sala 1996’an de li Dersîmê çalakiya fedaî li dar xistibû, îsal li bajarê Dortmûnd ê Elmanayê bi bernameyeke pir dewlemend û beşdarbûneke girseyî hate lidarxistin.
Di saetên danê sibehê de qada festîvalê bi afîşên rengûreng, al, poster, wêneyên şervanên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd ketibûn hate xemilandin.
Di serî de li gel beşdarbûna jinan a ji Elmanya û bi hezaran jinên Kurdistanî yên ji bajarên cuda yên Ewropa hatin, dostên Kurdan jî beşdar bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên çandî û gelerî tevlî bûn, qada festîvalê xemilandin.
Rojeva festîvala îsal li ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistan û bi şiyara “Li Qadên Xwerêveberiyê Têkoşîna Azadiyê Bilind Bikin” hate lidarxistin.
Bi axaftinên siyasî yên panelan, hunermendên Emerîkaya Latîn, muzîkên ku ji çar aliyên Kurdistanê û govendan ve bernameyeke pir dewlemend pêk hat.
Festîvala ku gel bi eleqeyek mezin û coşekê temaşe dikirin dem bi dem dirûşmên mîna “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Bakur”, “Bijî Serok Apo” û “ Bijî PKK” hatin qîrkirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka TJK-E Dişah Osman, Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û Hevseroka Civaka Îslam a Kurdistanê (CÎK) Hatîce Tûrhalli wek qiserker beşdarî festîvalê bûn.
Hevseroka DTK’ê Leyla Guven beriya baxive anî ziman ku ji Amed, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Cizîr, Hezex, Silopiya û tevahî Kurdistanê silav ji bo jinan aniye û wiha got: “Kurdistan niha di nava şert û mercên giran de ye, lê dîsa jî rewş ne giran e, bi zorê jî be li ber xwe didin. Ev 12 sal in hûn li vir vê festîvalê pîroz dikin, tevî zoriyan jî li ser lingan in, xwedî lê derdikevin, ji ber ku weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû; Zîlan manîfesto ye, rêyek e. Ji ber vê em bi hêvî ne.”
Guven gotinên Zîlan ên ‘Felsefeya Ocalan wê jina Kurd ronî bike’ bi bîr xist, got: “Zîlan ev praktîze kir.”
Guven îfade kir ku Sara, Rojbîn û Ronahî li Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve bi komployekê bi awayekî hovîtî hatiye qetilkirin, got: “Ew çiqasî komplogeriyê bikin jî, tevî sînoran jî, em ne çar parçe ne, em yek in, em nêz dibin, nikarin tine bikin. YPG/YPJ li Rojava bi egîdî li ber xwe didin. Çawa Bakur sînor tijî kir û Rojava bi ser ket, ji ber vê dîn dibin.”
Guven destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê Kurdan xwerêveberî îlan kirine, wiha dewam kir: “Xwerêveberî wek şîrê dayikan li Kurdan helal e. Mehmet Tûnç, Asya, Pakîze, Sêvê û Fatma gotin ‘em ê bimirin, lê dîsa jî teslîm nabin.’ Kurd wê şopdarên wan bin. Dewlet li dijî Kurdan bi çeteyên wek JOH, POH’ê qetlîam pêk anîn, lê, nikaribûn Kurdan xilas bikin. Gelek Serokwezîr guherîn, rêveberî hatin û çûn, lê gelê Kurdi li cihê xwe ye û li ser piyan e.”
Endama TJK-E Dilşah Osman jî di axaftina xwe de ev bi lêv kirin: “Gelê Kurd bi giştî li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide, bi taybet serkeftina li Rojava dewleta Tirk dîn dike, ji ber vê ye êrîşkariya wan. Ji bîr dikin, di bingeha vê berxwedanê de Mazlûm Dogan, Sakîne, Leyla, Zîlan hene. Bi taybet, bi berxwedana jin û ciwanan ve ala azadiyê her ku diçe bilind dibe. Em ê mîhrîcanên tên jî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pîroz bikin.”
Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn jî got wek nûnera Dersîmê li vir e, wiha dewam kir: “Em mil bi mil in, ji ber vê em kêfxweş in. Ez bi hestên Mûnzûr Baba, Duzgun Baba û Dayika Fatmayan we silav dikim. Dîrok her tim bi seknên rûmet wê were bibîranîn. Zîlan jî yek ji wan e. Dîrokek tê nivîsandin, têkoşîna jinê wê vê dîrokê binivîsîne.”
Hevseroka CÎK’ê Hatîce Tûrhalli jî wiha axivî: “Di ayetê Kûranê de mabeyna mêr û jinê ti ferq nîne. Di wir de yek ol, ziman, fikrandin ti carî nîne. Her kes wekhev e.”
Di bernameya çandê ya festîvalê de koroya zarokan a Saarbrucken, Hunermanda Macar Petra Geştî, Ayfer Duzdaş, Rojda, koma folklora jin a TEV-ÇAND’ê, komên folklorê yên ji her çar aliyên Kurdistanê, dansên gelê Hîndû, Gaby Baca, koma jinên Êzîdî derketin dikê, coş dan festîvalê.
Mîhrîcan, saet 18.30’an piştî gerandina govendan bi dawî bû.