BI DÎMEN

Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê: Me soz daye jinan

Ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê wiha got: “Me soz daye jinan, berdêla wê çi dibe bila bibe em ê paşde gav neavêjin.”

Ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku heta niha tawîz ji armanca xwe ya parastina civakê û têkoşîna li dijî siyaseta ku li hemberî jinan tê meşandin, nedane û got ku ev sekin wê bidome.

Ji fermandarên YPJ’ê Dilbirîn Kobanê bersiva pirsên ANF’ê da.

YPJ têkoşîna xwe ya li dijî zihniyet û sîstema mêr a hegemon çawa îfade dike?

Li dijî sîstema edalet û civakî ya jinan timî êrîşên sîstema desthilatdariya mêr çêbûne. Ji bo îradeya jinan bişikîne û destkeftiyên ku ji aliyê jinan ve hatine afirandin, bike malê xwe serî li gelek rêbazên tundiyê yên cuda daye. Êrîşa destpêkê ya li dijî jinê çêbûyî, bi tarzê şerê taybet çêbûye. Ji bo bêîrade hiştina jinê, şerekî psîkolojk ê tund hatiye meşandin. Helbet li dijî vê êrîş û tundiyê jî berxwedan û têkoşînê mezin ên jinê jî çêbûye. Hetta berdêlên mezin jî hatine dayîn. Têkoşîna jinan ya li dijî zîhniyeta hegemon û zîhniyeta mêr a serdest tu carî yekalî nehatiye meşandin. Pêvajo û dîrokeke mezin a weke tekoşîna fîzîkî, îdeolojîk, derûnî û civakî heye. Tu caran sînor û pîvanên şerê li dijî jinan çênebûn. Zîhniyeta mêr a serdest  li dijî jinan serî li hemû rêbazên şer û nêzîkatiyên dijmirovî daye.  Pergala mêran a serdest pir bi sîstematîk êrîşên  li dijî jinan pêk anî ku jin ji cewhera xwe jî dûr ket û ji xwe re jî bû biyanî. A rastî sereketirîn armanca zîhniyeta mêran a serdest  ew bû ku jinan ji cewher, nasname û dîroka wan dûr bixîne. Vê yekê bi salan, heya bi sedsalan bi awayekî  sîstematîk, birêxistinkirî û zanebûnî berdewam kir. Ev pêvajo di demeke kurt de pêk hat. Helbet li  dijî vê yekê jî jinan tim li ber xwe daye.

PERGAL SERÎ LI HEMÛ RÊBAZAN DIDE

Pergalê ev yek carna li ser navê olê, carna jî li ser navê bawerî û kevneşopîyên cuda cuda yên civatê kir. Ji bo ku jinan hem di warê fizîkî û hem jî di warê psîkolojîk de bi temamî bixe di bin kontrola xwe de serî li hemû rêbazên qirêj da. Ev yek heya roja me ya îroyîn berdewam kiriye. Îro jî li gelek cihan zîhniyeta ku jinan bi hemû şiklan îstîsmar dike heye. Ev yek carna di civakekê de pêk tê carna di pergala dewletan de pêk tê, yanî em vê rastiyê her roj dibînin û şahidiya wê dikin. Bi hezaran mînak hene ku di bin navê namûsê de êrîş li dijî jinan pêk tên. Tekane tişta ku pergala bi destê mêran hatiye afirandin, teşhîrkirina jinan e.  her wiha mêran bi xwe ev pergal ava kir û di roja me ya îroyîn de jî bi destê wan tê meşandin.

JI BI NIFŞEKE BÊBÎR BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK DIXEBITE

A rastî ev pergal tenê li dijî jinan zîhniyeta xwe ya hegemonîk pêk nanîne. Heman kiryarê mêr îro li dijî zayenda xwejî pêk tînin. Yanî zîhniyeta desthilatdar û hegemonîk ne tenê jinan, mêran jî bêîrade û kole dike. Em vê yekê di hemû şerên heyî de dibînin. Di pergalên têde hêmanên weke exlaq, wijdan û edalet cih negirtibe, tu kes nikare azad bibe. Ev pergalên ku bi destê mêran ve hatine afirandin îro mêran bi xwe jî bêîrade dike û wan tune dike.  Dixwazin nifşeke bêbîr biafirînin. Vê yekê jî bi şerê taybet pêk tînin. Bi hedefgirtina jin û ciwanên ku bingeha civakê ava dikin, hewl didin ku pêşeroja civakan tune bikin.

DIXWAZIN CIVAKEKE BÊPARASTIN AVA BIKIN

Civakeke ku ji rastiyên xwe dûr ketiye jixwe ji aliyê herkesî ve di çarçoveya berjewendiyan de tên bikaranîn, yan jî hemû pergal li gorî xwe wê civakê dixe di bin kontrola xwe de. Dîsa dixwazin civakeke bêparastin ava bikin.Ma pêkan e ku miroveke bêparastin yan jî xwe naparêze bijî? Sîyaset û polîtîkayên şerê taybet îro li hemberî civakan weke mezintirîn çekê tê bikaranîn. Li hemberî vê yekê jî dîsa berpirsiyarî mezin dikeve ser milê jinan. Hewce ye li dijî vê peregalê tekoşîneke bênavber were meşandin. Em weke YPJ’ê li dijî vê ferasetê şer dikin. Em li dijî polîtîkayên wan ên şerê taybet ku civakan hedef digire, li ber xwe didin.

YPJ’ya ku xwe bi Şoreşa Rojava re birêxistin kirî, bandora wê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de gelekî çêbû. YPJ’ê ev tecrûbeya xwe ya leşkerî çawa bi dest xist û bi pêş xist?

Hewce ye em YPJ’ê weke rastiyeke ku bi Şoreşa Rojava re û di van salên dawiyê de derketiye holê nenirxînin. YPJ xwedî dîrok û mîrateyeke mezin e. YPJ’ê xwe li ser dîrokeke ku  di encama ked û bedêlên mezin derketiye holê, ava kiriye. Hewce ye em YPJ’ê bes weke hêzeke leşkerî nebînin. Her wiha YPJ hêzeke leşkerî ye jî û ev yek jî gelekî girîng e. Ger civakan hêzeke parastinê nebe, nikare li ser piyan bimîne.Di vî warî de YPJ hêzeke parastinê ye. Dîsa xweavakirina jinan ya li ser cewher dîroka xwe bi saya nirxên ked û tekoşîna Rêber Apo pêk hatiye. Rêber Apo dîrok û rastiya jinan a ku hatiye înkarkirin, di felsefeya xwe û paradîgmaya xwe de dubare derxistiye holê û bûye sedem ku jin xwe ava bikin. Her wiha YPJ’ê jî xwe girêdayî van esasan ava kiriye û weke hêzeke parastinê bes ne di warê leşkerî de ji êrîşên li dijî jin û civakan re têdikoşe û  hewl dide fikr û zîhniyetên serdest biguherîne. 

JIN GIRÊDAYÎ DÎROK, CEWHER Û XAKA XWE NE

Dema ku DAÎŞ’ê rûyê xwe yê xof nîşanî hemû dinyayê dida, YPJ’ê bi cisareteke mezin bi ser de çû û li hemberî şer kir. Jin girêdayî dîrok, cewher û xaka xwe ne. Êrîş çi qasî jî dijwar jî bin tu kes nikare li hemberî xwesteka jinan a azadiyê bisekine û wê biçewisîne. Ji bo xwerêxistinkirina xwe wê hemû derfetan bi kar bînin. YPJ’ê jî xwe li ser van rastiyên jinan ava kiriye. Ji ber vê yekê DAÎŞ’a ku heya roja me ya îroyîn jî gelek dewletên mezin nekarîn li hember derkevin, YPJ bi cesareteke mezin li hemberî derket û şer kir. Ji bo parastina hemû mirovahiyê ev yeek ji bo xwe weke erkekê nirxand. Hewce ye ev yek weke tiştekî jirêzê neyê nirxandin. Li hemberî zîhniyeta ku bi sedsalen e jinan mehkûm dike û ji qadên wan ên jiyanê tune dike, li ber xwe da û şer kir. YPJ bi vî ruhê fedaî şer kir. Di wî warî de em weke YPJ’ê me berpirsiyariyeke mezin girt ser milê xwe û em ê xwedî li vê yekê jî derkevin. Me heya niha ji armanca xwe ya parastina civakê û tekoşîna li hemberî polîtîka û siyaseta li dijî jinan tê meşandin, tawîz nedaye. Em girêdayî armanca xwe ne. Me soz daye jinan, bedêlên wê çi dibe bila bibe em dev ji tekoşîna xwe bernadin.

Hûn tesîra tekoşîna YPJ’ê ya li herêm û cîhanê çawa şîrove dikin?

YPJ’ê ne tenê li herêmê, li hemû cîhanê tesîra xwe nîşan da. YPJ’ê ne tenê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de cih girt, di vî şerî de jî pêşengtî jî kir. Di vê wateyê de YPJ’ê ne tenê ji hemû jinên cîhanê re bû mînakek, her wiha hemû jinên cîhanê hêza YPJ’ê ji boxwe weke bingehekê dibînin. Jinên ku ji aliyê malbatên wan ve tên çewisandin îro  bi destê malbatan bi xwe ve tên teşwîqkirin ku tevlî YPJ'ê bibin. Ev jin îro ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin. YPJ tenê ji gelekê yan jî ji neteweyekê pêk nayê. Jinên ji gelek gel, welat, ol û civakan di nava YPJ’ê de cih digirin. YPJ li ser bingeha rastiya civakê  xwe ava dike. Her kesê ku dixwaze cewhera xwe û hebûna xwe biparêze di nava YPJ’ê de îfadeya xwe peyda dike. YPJ ne tenê ji bo qad û herêmekê şer dike. Di nava ol,ziman û neteweyan de cudakariyê nake.  Bi vî awayî xwedî dewlemendî û hezkirina mirovahiyê ye.

YPJ’Ê DI NAVA CIVAKÊ DE XWEPARASTIN PÊŞ XIST

Hemû civakên bêparastin mehkûmî tunebûnê ne. Di  vê serdemê de hemû civakên bêparastin bi awayekî hêsan tên tunekirin. Berê jî êrîşên hêzên hegemon û desthilatdar li ser hebûn û di vê serdemê de jî bi awayekî berfirehtir û dijwartir didomin.  Girêdayî vê yekê hêza parastinê pir girîng e. YPJ’ê îro di nava civakê de feraseteke wisa pêş xistiye ku jin di nava mala xwe de jî dikare çawa xwe û mafên xwe biparêze? YPJ’ê ev pergal di nava civakê de pêş xist. Jin bi rêxistinbûna xwe bi parastina xwe bi hêza xwe ya îdeolojîk ji hêzên hegemonîk tola xwe distînin. Em vê yekê dibînin. Helbet ev yek bi ked û bedêlên mezin dikare pêk were. Me heya niha bedelên giran dane, ji niha û pê de jî bedêlên giran pêwîst bikin jî em amade ne.

Bi wesîleya 8'ê Adarê hûn dixwazin ji jinan re çi bibêjin?

Wê hemû jin rastiya xwe di nava YPJ’ê de bibînin. Dikare bi tenê di nava YPJ’ê de tola xwe ji hêzên serdest, desthilatdar û dagirker bistîne. Helbet hêzên desthilatdar, hegemonîk û paşverû wê êrîşî vê hêzê bikin, ji ber ku li hemberî wan hêzeke alternatîf e. Ji ber vê yekê jî pergala serdest a mêran li dijî jinên xwedî hişmend, vîna xwe diparêze û li dijî vê pergalê derdikeve, êrîşên xwe pêk bîne.  Li hemberî van êrîşan pêwîstî bi hêzên parastinê heye. Em dikarin vê guherîna di zîhniyet û nêzîkatiya civakê de jî bibînin. Helbet têrê nake, têkoşîna me didome. Her wiha têkoşîneke xurtir pêwîst e. Em ji bo vê yekê xwe amade dikin û rastiya vê yekê dibînin. Di vê wateyê de sereketirîn armanca me xurtkirin,birêxistinkirin û berfirehtirkirina vê tekoşînê ye. 

HEWCE YE JIN LI DORA YPJ’Ê BIBIN YEK

8'ê Adarê nêzîk dibe. Helbet nabe ku em 8’ê Adarê tenê weke rojeke pîrozkirinê binirxînin. 8'ê Adarê ew roj e ku me soza bihêztirkirina  têkoşîna xwe daye. Ev yek ji bo hemû jinan derbasdar e. Ger jin li seranserê cîhanê 8'ê Adarê pîroz bikin ew tê wê wateyê ku jinan bedêlên giran dane. Hewce ye her kes bi vî awayî vê rojê binirxîne. Hewce ye 8'ê Adarê bi vî ruhî were pîrozkirin. YPJ navenda parastina hemû jinan e û hewce ye hemû jin li dora vê navendê bibin yek. Weke ku min gotî YPJ’ê armanceke stratejîk heye. Em berpirsiyariya têkoşîna li dijî pergala ku civakan bindest dike, tune dike û îstîsmar dike digirin ser milên xwe.