Femînîstan li Swîsreyê mijara Jineolojiyê nirxandin

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, jin li ser banga Tevgera Femînîst a Antî Kapîtalîst a Cîhanê li hev kom bûn û mijara Jineolojiyê nirxandin.

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, jin li ser banga Tevgera Femînîst a Antî Kapîtalîst a Cîhanê li hev kom bûn û bernameya xwe ya perwerdeyê ya hefteyekê bi nîqaş, semîner û xebatên atolyeyê qedandin. Fînala vî karê berfireh bi komxebata li ser Jineolojiyê hat kirin.

Hefteya Femînîst-Polîtîk a Antî Kapîtalîst ên Cîhanê ji 11'ê Tîrmehê heta 17'ê Tîrmehê dewam kir. Ji gelek welatan bi qasî 300 femînîst, anarşît, komên antî kapîtalîst, sazî û rêxistinên jinan beşdarî kampê bûn. Nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, berdevkên meclîs, komun û însiyatîfên jinên Kurd bi komeke qelebalix tevlî van nîqaşan bûn. Di kampa perwerdeyê de gelek pirsgirêkên jinan hatin nirxandin.

Li vê kampê, heyeta beriya niha çûbû Rojava, çavdêriyên xwe yê nli ser Rojava vegot. Piştî vê vegotinê, beşa nîqaşê destpê kir. Jin li ser tecrûbeya YPJ'ê û sîstem xweparastinê ya jinê sekinîn û destnîşan kirin, ku girîng e tecrûbeya Rojava hîn bêhtir were lêkolînkirin.

Di roja dawî ya kampê de du komxebatên cuda yên li ser Jineolojiyê hatin lidarxistin. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç, der barê Jineolojî û tecrûbeya xweser a Tevgera Jinên Kurd de pêşkêşî kir. Kiliç dîroka Tevgera Jinên Kurd û pêvajoyên bingehîn ên guherînê nirxand û destnîşan kir, rengê herî cuda yê Tevgera Jinên Kurd, hevgirtina teorî û pratîka wê ye.

Kiliç piştre pîvanên bingehîn ên Jineolojiyê da nasîn. Di semînerê de bi giranî bal hat kişandin ser beşa Jinerjî û di beşa nîqaşê de jî piranî nirxandin û pirsên jinên beşdar li ser enerjiya rêxistinbûyî, hatin kirin. Di heman demê de rêbazên zanistiyeke jinê ya li ser rexneya zanistên pozîvîtîst hat nirxandin. Di encama nîqaşan de bal hat kişandin ser girîngiya avakirina komeke xebatê ya dikare tevkariyê li lêkolînên Jineolojiyê bike. Beşdaran bi erênî bersiv dan vê daxwazê û Jineolojî weke gaveke girîng a vegera li koka femînîzmê pênase kirin."

Nîqaşên li ser Jineolojiyê bi qîrîna dirûşmên "Jin Jiyana Azadî" qediya.