'Faşîzma mêr nikare xwe li ber berxwedana jina rêxistinbûyî bigire'

KJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û got, "Li dijî faşîzma mêr, erka bingehîn bilindkirina berxwedanê ye. Ti faşîzma mêr nikare xwe li ber berxwedana radîkal a jina rêxistinbûyî bigire."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK'ê, xwişkên Mîrabel ên li dijî şîdeta sîstema baviksalariyê li ber xwe dan, hemû jinên bûn qurbanê desthilatdarî û aqlê mêr û jinên di têkoşîna siberojên azad de şehîd bûn bibîr anî û soza xwe ya ji bo avakirina siberojên demokratîk, azad û wekhev dubare kir. Her wiha, hemû şoreşgerên jin, şervanên azadiyê, milîtan û aktîvîstên jin ên ji bo azadiyê dixebitin hat silavkirin.

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku şîdeta di serdema heyî de li dijî jinê tê kirin, ji ya hemû serdeman dijwartir e û diyar kir, her roj, her kêliyê şîdet li jinê tê kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd berxwedaneke bi heybet a jinê heye û hat gotin, "Berxwedana me ya jinê, li ser bingeha zîhniyeta azadiyê, zemînê bi ser xistina şoreşa jinê ji niha ve afirandiye. Zîhniyeta serdest û zordar a baviksalariyê herî zêde xwe di vê demê de daye rûniştandin. Lê di heman demê de sekna jinê ya azad, herî zêde di vê demê de xurt bûye."

'KARÊN JI BO JINAN TÊN KIRIN, DI ASTEKE SEMBOLÎK DE DIMÎNIN'

Li gorî KJK'ê, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî û Peymana Pêşîgirtina li Cihêkariya li dijî Jinê ku di vê rojê de hat ragihandin, nêzîkatiya mirovahiyê ya ji bo nixumandina şerma xwe ye. KJK'ê nekirina xebatên encamgir li dijî pirsgirêkên mezin ên jinê weke nîşaneya vê yekê bi nav kir û da zanîn, nixumandina koledariya jinê ya li her qadên jiyanê bi hin rojên têkoşînê û hin peymanan re, nêzîkatiyeke şaş e û divê ji holê bê rakirin.

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, şîdeta li jinê tê kirin gelekî kûr e, bi rêk û pêk e û xwedî dîrokekê ye. Koordînasyonê got, "Nayê xwestin piştperdeya vê yekê bê dîtin. Lewma hemû xebatên li nava Neteweyên Yekbûyî ji bo jinê tên kirin, di asta sembolîk de dimînin."

'HETA JIN AZAD NEBE, CIVAK AZAD NABE'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, şîdeta li dijî jinê û polîtîkayên kolekirina wê pirsgirêka herî kevn û bingehîn a dîrokê ye û hat gotin, "Şîdeta li dijî jinê çavkaniya şer û şîdeta civakî ye. Heta ku feraseta şîdetê li jinê dike ji holê neyê rakirin, li dijî faşîzm, şer, newekhevî û bêedaletiyê têkoşîn nayê meşandin. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe."

KJK'ê bal kişand ser polîtîkayên li Tirkiye, Îran, Afganîstan û gelemperiya Rojhilata Navîn li dijî jinê tên meşandin û anî ziman, ev polîtîka ji bo tinekirin û bê vîn hiştinê tên meşandin.

Koordînasyona KJK'ê da zanîn, ji ber şerê azadiyê yê li Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin, dewleta Tirk a bi pêşengiya Erdogan û AKP'ê bi taybetî êrîşî jinan dikin. KJK'ê 'pêşnûme qanûna fermîkirina destavêtinê' ya vê dawiyê bibîr xist û destnîşan kir, ku ji ber mûxalefeta xurt a jinê û berxwedana civakî, neçar man vê qanûnê vekişînin.

KJK'ê da zanîn, ku li Îranê jî bi pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên weke fûhûş, bikaranîna madeyên hişbir û îdamê, hewl tê dayîn pêşî li mûxalefeteke gengaz a jinê were girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hovîtiya DAIŞ'ê hat bibîrxistin û hat gotin, "Ev hovîtî herî zêde li dijî jinên Kurd, Suryanî, Êzidî, Kakaî û Şebek dewam dike. Êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê û dîlgirtina bi hezaran jinên Êzidî weke xenîmetê, hovîtiya Misilmankirina bi destavêtinê li pêş çavên tevahiya cîhanê qewimî. Ev polîtîkaya qirkirinê ya li dijî civaka me ya Êzidî bi taybetî li dijî jinan hat kirin, di heman demê de li dijî hewldanên azadiya jinê bû. Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, şêweyê nirxandina rewşa Êzidiyan ji aliyê hemû hêzên ku xwe weke pêşverû û hemdem bi nav dikin, pirsgirêkê kûrtir dike."

'JIYAN JI ALIYÊ JINAN VE JI NÛ VE TÊ AFIRANDIN'

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku berxwedana jinên Kurd a di şexsê YJA Star-YPJ'ê de li dijî DAIŞ'ê hat nîşandan, êdî ji aliyê tevahiya cîhanê ve hatiye qebûlkirin û bi rêzdarî hatiye pêşwazîkirin. Koordînasyonê diyar kir, rastiya di bingeha vê fedayîtiyê, vê lehengiya jinê de cih digire, nêrînên azadiyê yên jinê yên radîkal in û got, "Jiyan bi mejî, dil û keda jinê ve ji nû ve li Mezopotamyayê tê zindîkirin. Jiyan ji aliyê jinan ve ji nû ve tê afirandin."

'BERISVA ME YA HERÎ MEZIN, GEŞKIRIN Û MEZINKIRINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINÊ YE'

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku di 25'ê Mijdara îsal de bersiva jinan a li tevahiya mirovahiyê, wê geşkirin û mezinkirina têkoşîna azadiya jinê be û wiha dewam kir:

"Weke jinên Kurdistanî, di çarçoveya perspektîfên Rêberê me Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinê de, em karê xwe didomînin. Paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, pêşî li tevahiya jinên cîhanê vedike. Bi vê paradîgmayê re, di nava têkoşîn û tevgerên azadiyê yên jinê de kûrbûneke bîrdoziyê û ji aliyê rêxistinî û xweprastinê ve perspektîfên girîng ên çareseriyê derdikevin holê."

Ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinê KJK'ê bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û rêxistinbûyî ya tevger, partî û rêxistinên jinan got, "Rizgariya jinê yek bi yek ji şîdeta mêr girîng e. Di heman demê de divê em li ser bingeha têkoşîna hevpar, rêxistinî û piştevaniyê, xebatên xwe yên kolektîf û radîkal xurtir bikin. Beriya her tiştî, ji bo afirandina zîhniyeta azadiya jinê, lazim e em xebatên akademîk û hînkariyê zêde bikin. Rizgariya jinê bi têkoşîna rêxistiniya hevpar a jinan dibe. Bi rêxistinbûyîna xweparastinê ya jinê dibe. Jina ku xwe bi rêxistin nekiriye, jina bêparastin e."

'EM BANG LI HEMÛ JINAN Û BINDESTAN DIKIN KU BI HEV RE TÊBIKOŞIN, PIŞTGIRIYA HEV BIKIN'

Koordînasyona KJK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de weke Tevgera Azadiya Jinên bang li hemû jinan û bindestan kir, ku li dijî sîstema serdest a mêr têkoşîna hevpar bimeşînin û piştgiriya hev bikin. KJK'ê got, "Jin bi têkoşîna hevpar dikarin li dijî şîdetê û cihêkariyê bi ser bikevin. Şîdet sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev sûc di destpêkê de li dijî jinê hatiye kirin. Rabûna li ber şîdeta li dijî jinê, rabûna li ber şîdeta li dijî civakê ye. Li dijî faşîzma mêr a dijwar dibe, wezîfeya herî girîng a dema pêş, li her qadê mezinkirina berxwedana topyekûn e. Ti faşîzmeke mêr nikare li ber berxwedana radîkal a jinê ya rêxistinbûyî bisekine."