Eyuboglû: Jin wê mil bi mil vê tarîtiyê biqetînin!
Parêzera Femînîst Eyuboglû diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê bi piştevanî û berxwedanê pêşwazî bikin.
Parêzera Femînîst Eyuboglû diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê bi piştevanî û berxwedanê pêşwazî bikin.
Parêzer Eyuboglû diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê bi piştevanî û berxwedanê pêşwazî bikin û got; “Wek jin em ê mil bi mil vê tarîtiyê biqetînin.” Eyuboglû bang li tevahî jinan kir ku bi boneya 25’ê Mijdarê dakevin qadan û her wiha banga tevlîbûna meşa li Taksîmê kir.
Parêzera Femînîst Merîç Eyuboglû ya bi têkoşîna xwe ya jinê tê zanîn, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji ANF’ê re axivî.
Eyuboglû xwişkên Mîrabel ên 25’ê Mijdarê 1960’an ji hêla dîktatorê Komara Domînîkê hatin qetilkirin bi bîr anî û got; “25’ê Mijdarê yekser têkîldarî tundiya dewletê ye. Ew roj e ku xwişkên Mîrabel ji hêla leşkeran hatin tecawizkirin û qetilkirin.” Eyuboglû di axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li ser jinê jî û got; “Li welatekî wisa têkoşîna jinê tê wateya hevrûbûna bi tundiyê.”
‘AKP EW DESTHILATDARÎ YE KU DI DÎROKA KOMARÊ DE HERÎ ZÊDE DIJMINAHIYA JINÊ KIRIYE’
Eyuboglû bal kişand ku bi taybet dema hikûmeta AKP’ê de tundiya li dijî jinê zêde bûye û got; “AKP ew desthilatdarî ye ku di dîroka Komarê de herî zêde dijminahiya jinê kiriye.”
‘GOTINÊN ERDOGAN WEKE TUNDIYÊ Û TECAWIZÊ LI JINAN VEDIGERE’
Eyuboglu bi berdewamî gotin anî ser Serokkomar û Serokwezîrê Tirk û diyar kir hemû gotinên ji devê wan derketin weke tundî, tecawiz û tacîzê li jinan vedigerin û ji kenê jinan bigirin ta bi şortê li xwe dikin, tundiya zilêm a li ser jinan teşwîq dikin.
‘DESTÊ ME DI QIRIKA WAN DE NE’
Eyuboglu li ser hewldana yasakirina ku jin di temenekî biçûk de bizewin û tecawzikaran serbest berdin jî got,,”zewaca ji bo kesên ku bi temenê xwe zarok in divê weke sûc were danîn. Çi verastkirineke zagonî ya ku me jinan ji nedîtî ve têne nikarin bikin. Destê me di qirika wan de ye û em her cure guherînê dişopînin û em ê bişopînin.’’
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ JÊPARMENDBÛNA ZAYENDÎ TÊKOŞÎN GIRÎNG BÛ’
Li ser girtina komeleyên jinan jî Eyuboglu got, ew ne derî, mase, qufle û mohr in û got, di rewşeke wiha de ku her cure muxalefet tê çewisandin û hewl tê dayin ku hemû dengên li derveyî xwe bifetisînin têkoşîna li dijî jêparmendbûna zayendî girîng bû û jinan vê hêza xwe 25’ê Mijdarê pêşwazî kirine û bêyî dilê wan jî be bi AKP’ê bi paş ve gav dane avêtin.
JI BO TAKSÎMÊ BANG LI JINAN
Eyuboglu diyar kir ku jina dikarin heq ji her cure zext û zordariyê derkevin û 25’ê Midarê ew ê êvarî li qadan bin. Herî dawî bang li jinan kir ku hemû jin îşev saet 19.00’an tevlî meşa li Taksîmê bibin û got, ‘’Em jin em ê bi destê hev bigirin, em ê vê tarîtiyê belav bikin û li dijî faşîzmê bibêjin, her tim jiyan’’