'Ew kêliya bêdengiyê mîna temenekî dirêj bû'

'Ew kêliya bêdengiyê mîna temenekî dirêj bû'

Fatma Yildirim ku di dema tevkujiya girtîgehan a 19'ê Kanûnê de di Girtîgeha Bayrampaşayê de bû bû şahidê şewitandina qawuşa C1 a 6 girtiyên jin tê de hatin qetilkirin. Yildirim çavdêriyên xwe yên wê demê wiha rêz dike: "Ji koxuya pêşberî me dengê 'em dişewitin' hat. Piştî wê bangê me hew dengek bihîst. Bi carekê re agir girte koxuşê û teqînek çêbû. Belkî çend deqîqe bûn, lê wê bê dêngiyê mîna emrekî dom kir."

Fatma Yildirim bibîr dixe ku paşê yek ji girtiyên di heman qoxuşê de hatiye cem wê û gotiye "Fatma, em şewitandin" û dibêje ji wê demê dîmenê di hişê wê de hatiye kolan ew bû ku çermê ser dest û rûyê hevala wê heliyabû.

Fatma Yildirim di 1'ê Gulan a 1999'an de hate binçavkirin û bi hinceta "Endama rêxistina TKEP/L ye" 9 sal û nîvan di girtîgehê de hate hiştin. Dema operasyona 19'ê Kanun a 2000'an de li dij 20 girtîgehan hevdem operasyon pêk hat de ew jî di Girtîgeha Bayrampaşa di koxuşa C2 de bû. Di qoxûşa ku ji hûcreyan pêk tê de 12 jinên din ên ji dozên cûda yên siyasî hatibûn darizandin hebûn.

'EM BI DENGÊ ÇEKAN HIŞYAR BÛN'

Yildirim pêhisîna operasyonê wiha bi bîr tîne: "Operasyonê saet di 04:00'ê sibehê de dest pê kir. Bi dengê nobedarê me yê şevê yê 'operasyon heye' em ji cihê xwe rabûn. Di heman kêliyê de ban hatin qulkirin û bombeyên gazê avêtin qoxûşa me û ya pêşberî me. Em bi dengê çekan şeyar bûn. Qoxuşa ku jinên girtî yên ji doza DHKP/C lê diman qoxuşa C1li pêşberî ya me bû. Ew jî di heman rewşê de bûn."

Yildirim ku tevkujiyên li Ulucanlar, Burdur û Bergamayê pêk hatin jî bibîr xistin destnîşan dike ku piştî van tevkujiyan ew li bendê bûn ku operasyonek pêk were û dibêje, "Lê vê cararê wê ne mîna yên din wê operasyoneke mezin pêk bihata. Dewletê wê êrîşî me bikira, diviyabû em amade bin."

Gelo di qoxuşeke nava çar dîwaran de li dij leşkerên bi çekan xemilandî wê amadekariyeke çawa were kirin?

Yildirim destnîşan dike ku ev amadekarî di destpêkê de ji aliyê derûnî û ramanî pêk tê û wiha berdewam dike: "Amadekarina maskeyên ku me ji gazê biparêze her wiha komkirina amûrên tenduristiyê. Me jî ev amade kirin. Lê ji derfeta me ku di dema operasyonê de em ji van sûdê werbigirin tune bû. Tenê maskeyên me yên me serî û çavên xwe pê girtin hebûn. Bandora maskeyan jî nîv saete."

Şêwazekî din yên parastinê komkirina ranza û maseyan mîna barîkat li pişt deriyê qoxûşan. Lê belê vê carê ji ber ku ne di deriyan re, bi şêwazê qulkirina ban û dîwaran ketin hûndir tu wateya vê amadekariyê jî nebû.

AMÛRA BÝ TENÊ YA BERXWEDANÊ BEDEN E

Yildirim diyar dike ku di destê wan de tup tune bû ku çekên agir amade bikin û her wiha leşkeran bi çekên ku agir dibarînîn êrîşî wan kirine. Qoxuya ku Yildirim lê dima beriya wê mîna rewîr hatiye bikar anîn û di nava wê de hûcreyên cûda hene, ji ber vê yekê jî mîna girtiyên qoxûşên din ji şewatê rizgar bûne. Têkildarî taybetmendiya qoxûşa lê diman Yildirim wiha dibêje: "Dema di qoxuşê de şewat derket dîwarên hûcreyan belavbûna agir a li tevahiya qoxûşê asteng kir. Lê hevalên li qoxuşa C1'ê ji ber yekpare bû di encama teqîn û şewatê de cihekî wan biparêzê tune bû lewra tev şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Yanî şansê me ew bû ku dîwarên hûcreyan hebûn, naxwe heman çarenûs li benda me bû jî. "

BAN HATIN QULKIIRN, DÎWAR HATIN RÛXANDIN

Saet di 04:00'ê sibehê de operasyonê dest pê kir. Di dema operasyonê de çek hatin bikar anîn, bombeyên gazê hatin avêtin û di heman demêde bi wesayitên kar ban û dîwarên qoxûşan hatin rûxandin. Ji her derê bombe dihatin avêtin. Ji ber gazan vekiran çav û standina nefesê jî ne mumkun bû. Her wiha ji ber gazên hatin avêtin tev gêj bûn.

Girtiyên jin di qatên jorî yên qoxûşan de 2-3 saetan bi sloganên, "Girtiyên şoreşger teslîm nayên girtin" li ber xwe dan. Fatma Yildirim bibîr tîne ku tim gule dihatin barandin û bombeyên gazê dihatin avêtin û ji bo nebin hedefa van guleyan tim li cîh diguhertin.

'AGIR BERDAN QAWIŞÊ’

Ji ber ku di destpêk û dawiya qoxûşan de şewat derket neçar man dakevin qata jor a qoxûşan lê bi vê yekê re êrîş tundir bûn. Yildirim berdewamiya êrîşan wiha rawe dike: "Bi wesayitên kar banê qoxûşan hatin şikandin û hin amûrên ku agir diavêjin dirêj kirin. Agir bi hûndirê qoxûşê de barandin. Cihê ku hucreya yekemîn lê bû agir girt. Lê belê di heman demê de belavbûna agir a tevahiya qoxuşê jî asteng kir. Ji bo em li wir neşewitin me xwe avêt qata jêrin. Lê bê navber bombeyên gazê diavêtin."

‘EM ŞEWITANDIN’

Yildirim anî ziman ku di wê navberê de jinên odeya C1 ji aliyê wan ve dihat ditîn û wiha pêde çû: “Me ji wan re nîşana serkestinê nîşan dida. Em bi hevre dikeniyan. Di odeya pêşberî me de jî hevalên me Şafûnur û Seyhan hebû. Piştre ji wê odê dengên ‘Em dişewitin’ hat. Piştî wî dengî êdî qet deng nehat me ji wê odê. Agir bi ser odeyê ket û teqîn çêbû. Dibe ku ew deng yek deqebû, lê wek temenekê dirêj bû. pişte hevalên ku birîndar derî vekirin û xwestin bên gel me. Me ji barîkata xwe rakir û ew pêşwazî kirin. Wê demê hevalek hat gel min û got ‘Fatma em şewitandin.’ Gava destê xwe rakir, min dît ku destê wê heliyane. Çerim li ser wan rabibû. Dîmenekê pir nexweş bû.”

WEHŞETA DEWLETÊ

Yildirim da zanîn ku ew du saet û nîvan li hewşa girtîgehê mane û wiha domand: “Bi berxwedaneke mezin em ketin hewşa girtîgehê. Mesaja me dayî vekirîbû. Dê me teslîm ne girtibana. Du saet û nîvan em li hewşê man. Di vê navberê de her dayîm bi ava şit av li dikirin. Bombên gazê jî di avêtin nava me. Xwestin êrîşê hevalên meyên ku di rojiya mirinê de bûn, bikin. Me xwest em wan biparêzin û tişta ji me hat me kir. Piştî nîvro leşker ketin koxuşan. Çi li odeyan hebûn şikênandin. Leşkeran nekarin bikevin C1’ê. Ji ber ku bêhna mirovên şewitî jê dihat. Ji ber ku wehşetek li wir hatibû jiyîn.”

‘DI PAŞDE MAYÎN GELEK ZORE’

Yildirim destnîşan kir ku li dora jinên ku di hewşê de bûn girtin û wana yek bi yek birin û wiha got: “Leşkeran xwest navên me bigirin. Me jî navê hevalên xweyên şewitî yek bi yek got. Yên birîndar birin nexweşxanê û em yên din sewkî girtîgehekê din kirin. Dema em di ringê de dengê bombe û çekan dihat. Ji bo ku em jî dengê xwe bigihînin hevalên xwe me jî slogan avêtin. Wê demê ez sîrgûnê Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kirim.” Yildirim bilêv kir ku di paşde mayîn gelek zorê û wiha axivî: “Gelek tişt mirov nikare tarîf bike. Ew roj rojekê pir bi êş bû.”

Di wê demê de nexweşiya Yildirim a dil hebû û dilê wê bi pîlan dixwebitî. Li gel vê jî kariye ji wê wehşeta dewlata tirk xelas bibe. Yildirim herî dawî wiha got: “Dibe ku em ê hîn tiştên girantir derbas bikin. Gelê kurd di nava kulanan de tên qirkirin. Di kulanan de îşkence li wan dibe. Ji bo vê divê hîn bêtir bedel bên dayîn.”