Endama Konseya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê Evîndar Ararat xwedîderketina gelê Mahabadê û Rojhilatê Kurdistanê li Ferînaz Xosrewanî û hovîtiya rejîma Îranê ya li hemberî jinê ji ANF’ê re nirxand. Ararat helwesta Mahabadiyanû bi giştî jî xwedîderketina gelê Rojhilat li jina ciwan Ferînaz Xosrewanî pîroz kir û weke helwesteke mînak binav kir.
Evîndar Ararat bi navê KJK’ê sersaxî ji malbata Xosrewanî re xwest û xemgîniya xwe diyar kir. Ararat her wiha serhildanên gel ên xwedî derketinê silav kir û weke serhildanên xwedîderketina li rûmetê nirxand.
Ararat da zanîn ku rejîma Îslamî ya Îranê siyaseteke taybet li hember gelê Kurd û bi giştî jinan birêve dibe û wiha berdewam kir; "Rejîma Îslamî ya Îranê ji bo vîna gelan û bi taybet jî vîna jinan bişikîne şerekî taybet ê sîstematîk birêve dibe. Ev bûyera Ferînaz bûyera yekê nebû, beriya niha bi demekê jî gelek bûyerê bi vî awayî qewimîn û jinên ciwan bûn qurbanê vê çanda hovane ya sîstematîk".
'HEMÛ JINÊN ÊDÎ YPJ Û YJA-STAR'Ê WEKE HÊZA PARASTINA XWE DIBÎNIN'
Ararat da xuyakirin ku di sala 2014’an de li seranserê herêmê şîdeta li hemberî jinê zêde bûye û mînaka vê ya herî berbiçav jî DAIŞ da nîşandan. Ararat wiha berdewamî bi axaftina xwe ve anî: "Şîdeta li hemberî jinê di şexsê DAIŞ’ê de sembolîze bûye lê, tê zanîn ku di giştiyê herêmê de li hember vîna jinê ya bihêz dibe, sekna jin a azad, lêgerîna wê ya ji azadiyê re û daxwaziya wê ya ji demokrasiyê re êrîşeke mezin çêbû û ev her diçe dijwartir jî dibe. Li hember xwe rêxistin kirin û bi îradebûna ku di pêşengiya jinên Kurd de bi pêş dikeve pergala modernîteya kapîtalîst û dewletên herêmî, siyaseta çewisandin û şikandina îradeyê her diçe dijwartir dibe. Bi rêya DAIŞ’ê êrîşeke topyekun li hember jinan, gelan, baweriyan hat kirin. Bi hezaran însan bûn qurbanê vê hovîtiyê".
Evîndar Ararat got, "Jinên Kurd bi awayeke herî bi hêz li hember hovîtiyê sekinîn û ev jî hêzên parastina jin YPJ û YJA-STAR bûn. Ev sekna bi hêz a parastinê ya jinên Kurd ya li ber xwe da û şer kir hêz û baweriyeke mezin da jinên Kurd û çavê jinan vekir. Êdî her kes van jinan weke hêzên xwe yên parastinê dibînîn. Rejîma Îslamî ya Îranê bi ti awayî vê asta jina Kurd tehemûl nekiriye û di her fersendek de mora xwe li bin skandaleke din dide. Ev çanda tecawizê û şîdetê li Îranê her diçe bi cureyên cuda pêşdikeve û gur dibe".
Ararat bûyerên asît avêtina ser rûyê jinan li Îsfehan, Tebrîz û Tehranê û her wiha kêr kirina jinan, darvekirina Reyhane Cebarî ji vêya mînak da û wiha berdewam kir: "Mînak êrîşên asît avêtinê ya li Îsfihan, Tebrîz û Tehranê û kêr kişandina li hember jinan tenê çend bûyerên tên zanînin. Nerazîbunên civakî, yên jin û mêran bi giştî li hember van bûyeran pêşketin. Dîsa darvekirina Reyhane Cebarî, êrîşên li hember xwendakarên jinên ciwan ên Kurd ku yek ji van jî Şeyda Hatemî bû, herî dawî jî Ferînaz Xosrewanî bû qurbanê vê tecawiza dewletê".
'TI GARANTIYA JIYANÊ JINÊ YA LI ÎRANÊ NÎNE'
Ararat da xuyakirin ku eger mafê xweparastina jinê hebûya dema Reyhane xwe ji bo biparêze mecbur ma tecawizkar bikuje nedihat darvekirin û îro jî Ferînaz Xosrewanî mecbur nedima xwe ji qada çaran biavêje xwarê û wiha berdewam kir: "Ferînaz ji ber dizanî eger li tecawizkar bide wê çarenûsa xwe weke ya Reyhane be, ji ber wê jî hewl da tenê xwe ji dest rejîmê rizgar bike. Ji ber hemû yasayên dewletê li pişt mêr in û eger ev mêr zilamê dewletê be û endamekî îstîxbaratê be xilasiya Ferînaz nîn bû. Ti garantiyeke jiyanê ya jinê li Îranê nîne. Di şexsê darvekirina Reyhane de şikandina hêviya jin a xweparastinê û xwe rizgarkirinê hate hedefkirin".
Evîndar Ararat da zanîn ku li Afganîstan jî bi bêbextiyeke avêtin ser jinek re Ferxunde hate kevirkirin, şewitand û kuştin û wiha berdewamî bi axaftina xwe anî: "Li hember bi awayeke hovane qetilkirina Ferxunde jinên Afgan helwesteke mînak nîşandan û beşek mêr jî li hember hovîtiya mêr helwest danîn. Bi taybet di 8’ê Adarê de zilamên Afgan rûpoş (çarçaf) li xwe kirin da ku empatiyê li gel jinan çêbikin. Her wiha hêzên rejîmê par ketin nava hewldaneke biçûkxistina cil û berê kurdî yê jinên Kurd de lê, zilamên Rojhilatî cilên Kurdî yên jinan li xwe kirin û vê heqaretê protesto kirin. Xwedîderketina civakî ya li Ozgecan li Tirkiyê jî balkêş bû û asta hişyariya civakê û bêtehemuliya li hember hovîtiya mêrê desthilatdar û dewleta faşîst dide nîşandan. Di mêran de jî hestyariyek çêbûye û êdî vê hovîtiyê napejirînin. Helwesta mêran li Afganîstan, Rojhilat û Mahabadê divê zêde bibin û bê teşwîqkirin".
'SERKÊJIYA DEWLETÊN TECAWIZKAR DEWLETÊN ÎRAN Û TIRKIYE DIKIN'
Ararat diyar kir ku Kurd êdî Kurdê berê nîne û wiha berdewam kir: "Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Gelê Kurd êdî li hemberî hemû bûyera hişyar in, xwedî li nirxên neteweyî derdikevin. Bi rastî jî bi têkoşîna azadiyê ve girêdayî van salên dawiyê, bi taybet hişyarbûneke pir mezin, rêxistineke pir mezin, bi zanist têkoşînkirin, civakeke azad daxwazkirin û vê xistina meriyetê nava gelê Kurd de bi giştî û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê de dema berxwedana Kobanê û Şengalê ve girêdayî bertekekî pir mezin, merhelekî pir girîng destpê kiriye".
Ararat ragihand ku ji ber zîhniyeta cinsiyetgera dewlet tevî ku jin mexdur e lê jin bi tahrîk kirina mêr tewanbar dike û dîsa yê sûcdar derdikeve jî jin e. Ararat got, "Di serî dewletên cinsiyetgera û tecawizkar de jî dewleta Îran û Tirkiye tê. Hem destdirêjî li hemû rûmeta jin, fikrê wê, îradeya wê û bedena wê dike lê, di heman demê de jî yê sucdar derdikeve ne yê tecawizkar û êrîşkare jin e. Di her rewşek de yê ceza dixwe û sucdar jin e. Ti ewlehiyeke jinê li herêmê de nîne. Her cure êrîş û destdirêjiyeke li hember jinê rewa dike û weke bûyereke ji rêzê dide nîşandan. Tecawizkar û êrîşkar tev yan karmendên dewletê ne, yan qaşo endamên hêzên emniyet û îstîxbaratê ne. Dewlet çiqas îradeya civakê bişikîne ewçend îradeya gelan dişikîne û diçewisine. Bi vî awayî jî temenê xwe dirêj dike".
'REJÎMA ÎRANÊ BI DESTÊ XWE FIHÛŞÊ Û TIRYAKÊ LI NAVA CIVAKÊ BELAV DIKE'
Ararat da zanîn ku dewlet, îstîxbarata wê ne tenê destdirêjiyê li jinê dike, jinê dikuje, di heman demê de mecburê fihuşê û tiryak jî dike û wiha berdewam kir; "Îran jinan ji ber fihuşê dike û madeyên hişbir bikar tîne darve dike lê, bi destê xwe fihuşê pêş dixe û tiryak belav dike, jinên ciwan jehr dike. Hem xwe weke dewleteke pir exlaqî û Îslamî dide nîşandan û ji ber vê jî cezayên herî giran li ciwanan û jinan dibirre hem jî bi destê xwe belav dike, jehr dike û lêgerînan wan yên azadiyê tine dike”.
'MAHABAD BI ZANEBÛN HAT HILBIJARTIN'
Ararat diyar kir ku pêkhatina vê buyerê li Mahabadê bi zanabûne û wiha got: "Bi taybet hilbijartina bajarê Mahabad pir girîng e. Ji ber ku Mahabad, keleha şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ye. Mahabad cihê serhildan û berxwedana Rojhilat e, zanistiyekî pir mezin a netewî, azadî û demokrasiyê heye. Gelê Mahabadê gelekî pir hestyar e di mijara neteweyî de. Daxwaza xwedî derketina nirxê têkoşîna neteweyî de gelê Mahabad her tim pêşeng e. Keçekî Mahabadî di navenda Mahabadê de bi vê şêwazî tê tecawizkirin, tê qetilkirin, bûyereke pir balkêş e, bi rastî jî tercîheke bi zanebûn e. Îhtîmaleke heye ku dewlet vêya bibêje; ew kes ne aîde me ye. Dibe ku ew kesê îtlaatî veşêrin jî, niha hinek agahî jî tên lê tam ne zelale".
Ararat da zanîn ku dewleta Îranê ji bo agahî neçin derve û gelê Kurd û jin ranebin ser piyan hemû pêwendiyên li gel derve qutkirine û heta ceyran jî hatine qut kirin û fikarên xwe wiha anî ziman: "Çi bûyer rû diqewimin, çi bû û rewş çawa ye nayê zanîn. Îhtimala komkujiyê jî heye. Tên gotin ku ew kesê tecawizkar, ji bajar hatiye revandin yanî hatiye derxistin. Ewqas rabûn çêbû lê, dewlet bi şîdet bi ser gel de çû, halbûkî bûyer hatiye jiyankirin, jinek ji bo xwe biparêze, bedana xwe, namûsa xwe biparêze, îradeya xwe bi parêze mirinê tercîh dike".
'FERÎNAZ TESLÎMÎ POLÎTÎKAYÊN HOVANE YÊN DEWLETÊ NEBÛ'
Ararat da xuyakirin ku Ferînaz teslîm nebûye û wiha berdewam kir: "Ferînaz teslîmê tecawiza dewletê nebû. Ferînaz ne teslîmê kesekî nebû teslîmê polîtîkayên hovane yên dewletê nebû. Divê helwesta wê wisa bê xwendin. Ferînaz di vê mijarê de bû sembola ne radestbûna polîtîkayên tecawizkar yên dewleta faşîst ya Îranê. Mînakên bi vî awayî yên behempa di dîroka gelê Kurd de pirin. Heval Bêrîtan mînaka vê ye, Leyla Qasim mînakeke sereke ye, Arîn Mîrxan mînaka herî dawî ye, bi sedan keçên Kurd beramberî êrîşên dewletê, bi erîşê karmendên dewletê berxwedanî kiriye û teslîm nebûye. Ferînaz jî mînakekî herî dawiyê ye. Bi rastî sekneke pir bi rûmet e. Em detayê bûyerê tam nizanin. Çawa çêbû, ev çawa hate plankirin, ev êrîşeke plankiriye. Jineke Kurd e, bajarê Mahabadê û bi rastî jî di demek girîng de ev çêbûye”.
Ararat diyar kir ku rasthatina vê bûyerê di 9’ê Gulanê de balkêşe û wiha berdewam kir: "Bi taybet beriya 9’ê Gulanê qewimîna vê bûyerê balkêşe. Di 9’ê Gulanê de 5 şervanên azadiyê hate sêdarekirin, gel xwe amade dikir wê rojê bibîr bîne û xwedî li van şehîdên xwe yên pêşeng derkeve, çend beriya vê rojê ev bûyer diqewime. Dema mirov vana hemû tîne gel hevdû planek û polîtîkayek dewletê ya demê ye û ev bi sîstematîk bi rêve diçe. Ev vala nîne, di bin de armancên siyasî, polîtîk ên cuda hene".
FIKARÊN LI SER KOMKUJIYEKE NÛ
Evîndar Ararat banga hişyariyê kir û wiha got “ Di vî milî de pêwîste gelê me pir hişyar tevbigerin. Helwesta gelê me yê Mahabad û ê Rojhilat pir pîroze. Helwesta jiyaneke azad xwestine. Ev tenê meseleyekî tenê gelê me yê Mahabad nîne, tenê meseleyekî malbata Ferînaz nîne, ev meseleyekî neteweyî ye, êrîşekî neteweyî ye, helwestekî neteweyî derketiye. Ji bo vê jî pêwîste hemû Kurdistanê û derveyî welat, pêwîste em li hemberî rejîma Îranê polîtîkayên wê yên êrîşkar, tecawîzkar, sekenekî neteweyî û bi taybet aliyê jin de em seknekî jina pir xurt diyarbikin. Niha hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatiye dorpêçikirin, ti agahî jê nayên girtin, qasi ku em dizanin şehîd û gelek birîndar heye. Dewleta Îran gelek leşkerê xwe derbasî bajarên Kurdistanê kiriye û agahî jî nayê girtin ev metirsiyekê dide çêkirin. Ev mirov dide fikirandin gelo rejîma Îranê amadekariya qatiliyameke nû dike? Ji xwe armanca vê dorpêçê li hemberî rabûna gele, naxwazin gel li bajarê dinê jî helwestê xwe diyar bike. Gelê me yê Mahabad rûbirû metirsiyekê de ye.
BANGA XWEDÎDEKETINA LI FERÎNAZ Û SERHILDANA MAHABADÊ
Evîndar Ararat da zanîn ku ji ber nerazîbun û tekoşîna bihêz a jinên Afgan û di çapa cîhanê de nerazîbûn çêbun êrÎşkar hatin cezakirin û wiha berdewam kir “Ez li ser vê esasî banga tevlîbunê li Kurdistanê û derveyî welat û jinên Kurd û jinên Kurdistanî dikim ku xwedî li serhildana xwedîderketina li Ferînaz derbikevin û heta encam neyê girtin jinên Rojhilat û gelê Rojhilat tenê nehêlin. Çawa jin li pey kujerên Ferxunda ketin û cezayê herî giran li wan hat birrîn, eger em jî tekoşîn bikin dikarin encam bigirin û pêşî li polîtîkayên tecawizê yên dewletê bigirin. Ancax em dikarin pêşî li van qetlan bigirin û dawî li vê çanda hovane bigirin. Pêwîste her kes rabe ser piyan û xwedî li sekna bi rûmet a Ferînaz derbikevin û xelekek çêbikin. Li beramberî rejîma Îranê zextekî pir mezin pêwîste em bidin çêkirin".
Ararat destnîşan kir ku di vê rejîma Îranê bizanibe gelê li Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nîne û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Pêwîste rejîma Îranê vê bibîne; gelê me yê Mahabad tenê nîne. Ev bûyer tenê bi Mahabad ve girêdayî nîne. Êrîşek li hemberî Kurdan e, êrîşek li hemberî jinên Îranî û jinên Kurd e. Eger dewlet vê bûyerê zelal neke û sûcdaran ceza neke wê helwesta me tevgera jinên Kurd hişk be û em ê di asta navneteweyî de qanûn û pêkanînên dewleta Îranê şermezar bikin".