Erzîncan: Jinên Kurd ji bo bindestan têdikoşin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşîna bindestan re dikin. Ne tenê ji jinên Kurd re her wiha ji yekîtî û têkoşîna hevpar a jinên li Rojhilata Navîn hemûyan re dikin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û bersiv da pirsên Mûstafa Karaman.

Erzîncan di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, Mazlûm Dogan, şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya vê berxwedanê ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Erzîncan destnîşan kir, ku berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û qirkirinê yên di dema 12'ê Îlonê de li dijî gelê Kurd hatin meşandin, pêk hat.

Besê Erzîncan di dewama axaftina xwe de diyar kir, dewleta Tirk hewl dide li Rojhilata Navîn û cîhanê weke modeleke faşîst tevbigere û anî ziman ku hem li hundir hem jî li derve bi polîtakeyeke faşîzan, êrişkar, mêtinger û dagirker nêzîk dibe.

PKK HÊZA BINGEHÎN A AZADIYÊ YE

Erzîncan diyar ku rejîma AKP-MHP'ê bi rêya êrişkariyê hewl dide temenê xwe yê desthilatdariyê dirêj bike, mayinde bike û got, "Vê pêla neteweperestiyê ya navxweyî hem ji bo dengan hem jî bi nêzîkatiya siyasî, îdeolojîk hewl dide mezintir bike. Lewma bi êrişa li ser Heftanînê re dixwaze vê yekê bêhtir mayinde bike. Bêguman tevgera me PKK ji dema ava bû û pê ve her mezin bû, bi pêş ket. Veguherî hêzekê ku hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê bibe mûxatab. Bû aktorekî girîng ê siyasî. Hebûna gelê Kurd ji nû ve destnîşan kir."

Besê Erzîncan bi bîr xist ku ev êriş ne tenê li dijî PKK'ê ye û got, "Êrişa tê kirin êrişeke berfireh e li ser dîroka Kurdan, Kurd û Kurdistanê. Ne êrişeke ku tenê li dijî partiyekê yan jî rêxistinekê tê kirin. Êriş li dijî hebûna gelê Kurdistanê, li dijî destketiyên gelê Kurdistanê ye. Ev êriş ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî azadiya gel û jinên Rojhilata Navîn e.

Li ku derê azadî û demokrasî hebe, li ku derê jinan û gelan hebûna xwe destnîşan kiribin, dewleta Tirk êrişê dibe ser wê derê.

Niha nêzîkatiya hin hêzan heye. Nepêkane ku dewleta Tirk a faşîst bi derfetên xwe yan jî bi hêza xwe êrişên wiha berfireh pêk bîne. Ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê aborî û leşkerî ve hêzeke xwe ya bi vî rengî nîne. Hem ji rewşa krîzê ya li herêmê û cîhanê hem jî ji pêvajoya şewbê sûdê werdigire û bi vî rengî li nava sînorên xwe heta li Lîbyayê êrişê dike. Nepêkane ku vê yekê bi tena serê xwe bike. Bêguman nêzîkatiya hin partiyên Kurdan di vir de heye.

NE JI PIŞTGIRIYA PDK'Ê BE DEWLETA TIRK NIKARE BÊ HEFTANÎNÊ

Şerê li Heftanînê ne şerekî welê ye ku dewleta Tirk bi tena serê xwe hatiye li Heftanînê şer dike. Eger ne ji hêzên li wir be, em bêjin; eger ne ji alîkariya PDK'ê be nikare bê Heftanînê û şer bike."

Besê Erzîncan ragihand ku PKK ne tenê li dijî dewleta Tirk her wiha li dijî hêzên hegemonîk jî têdikoşe û got, "Dewleta Tirk ji ber ku nikare vê operasyonê bi tena serê xwe bike, bi DYE û hêzên hevkar ên herêmî re dike."

EGER PKK'Ê LAWAZ BIKIN WÊ HÊZÊN DIN ÊN DEMOKRASIYÊ JÎ LAWAZ BIKIN

Erzîncan destnîşan kir ku PKK hêza bingehîn a azadiyê ya li Kurdistanê ye û got, "Hewl dide mirovên azad biafirîne. Xwedî bername, îdeolojî û projeya jiyaneke alternatîf heye. Bi pêşengiya Rêber Apo xwedî projeyeke jiyanê ye... Lewma êriş li dijî Kurdên azad, jinên azad, mirovahiya azad e. Eger di sedsala 21'ê de hêzên demokrasî û azadiyê bibin yek û têkoşîneke mezin bimeşînin, dibe ku jiyaneke alternatîf bê afirandin. Êrişa tê kirin li vê yekê ye."

Erzîncan destnîşan kir ku hêzên hevkar ên herêmî di nava xefletê de ne û got, "Eger dewleta Tirk PKK'ê lawaz bike wê hêzên din ên demokrasiyê jî lawaz bibin. Wê hewl bide destketiyên Kurdan hemûyan têk bibin. Ne tenê Tirk wê li dijî gelek gelan têbikoşin. Ev yek ji bo Îranê jî ji bo dewleta Tirk jî bi vî rengî ye. Dewletên heyî yên li herêmê naxwazin ku bi ti awayî Kurd bibin xwedî statuko, bibin xwedî azadiyê û mafên xwe. Ev yek ji bo Sûriyeyê jî wiha ye. Tirkiye pêşengiyê ji vê polîtîkaya qirkirinê re dike û bi piştgiriya dewletên din dixwaze Kurdan bi temamî tasfiye bike, biqedîne. Di şexsê PKK'ê de dixwaze vê yekê li gelan hemûyan bike. Hedefeke girîng jî Îran e. Piştî van hewldanan hemûyan wê dor bê Îranê.

BERXWEDANA GERÎLA

Besê Erzîncan destnîşan kir ku di serî de li Heftanînê li çiyayên Kurdistanê hemûyan berxwedaneke mezin a serketî heye û got, "Bi taybetî li dijî gotinên 'Di vê demê de girîngiya îdeolojiyan nemaye, girîngiya têkoşîna gerîla nemaye' tevgera me, tevgera jinê bi kar û sekna xwe ya vê demê ji bo mirovahiyê bûne hêviyeke mezin."

Erzîncan anî ziman ku zanistî û teknîk bi pêş ketibe jî gerîlayên PKK'ê li dijî hêza NATO'yê di nava berxwedaneke mezin de ne û got, "Vê yekê bi rengekî serketî dikin. Îro gerîlayeke/î me berdêla hezar leşkerên Tirk e. Hem bi berxwedana xwe hem jî bi sekn û nêzîkatiya xwe ev yek gelek caran dubare kiriye.

Erzîncan got, "Em berxwedana gerîla silav dikin. Bêguman berxwedana gelê me jî heye. Gelê me îro li Rojhilata Navîn veguheriye gelê herî têgihiştî. Rastiya jinên azad heye. Li ser vê bingehê seknekê nîşan dide."

CIWAN Û JINÊN KURD ÇAVKANIYA BINGEHÎN A BERXWEDANÊ NE

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan ragihand, ku jinên Kurd bi pêşengiya îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş ket, bûn xwedî îrade û hêzeke mezin a rêxistiniyê û got, "Jinên Kurd niha li qadên siyasî, civakî, li nava gerîla û li nava her karî bi rola sereke tevdigerin. Di kar, pratîkê û bicihanîna îdeolojiya me ya azadiyê de bi rola sereke radibin. Lewma dîmanîka azadiyê û berxwedanê ya bingehîn a têkoşîna azadiyê ya Kurd in. Ciwan û jinên Kurd çavkaniya berxwedanê ya bingehîn in. Em dibînin ku bi berxwedana jinan civak li ber xwe dide û pêşengiyê dike. Mînaka berbiçav a vê yekê li Rojava ye. Cîhanê ev yek dît."

Erzîncan bi bîr xist ku herî dawî li Rojava li dijî endamên Kongreya Star, li dijî jinên li Efrînê, jinên li Bakurê Kurdistanê, herî dawî li dijî Rojbîn Çetîn bi kûçikan êriş hate kirin û got, "Girtina jinan û êşkenceya li wan nîşan dide ku konsepteke taybet heye. Di şexsê jinên Kurd de hewl didin têkoşîna azadiyê ya Kurd têk bibin, qirkirinê bikin. Têkoşîna me ya jinan ne tenê têkoşîna neteweyî, têkoşîneke jinan e. Hem nakokiya çînî, hem ya neteweyî hem jî ya jinan di nava têkoşîna me de bi xurtî tên temsîlkirin. Jinên Kurd îro pêşengiyê ji têkoşîna bindestan hemûyan re dikin. Ne tenê ji jinên Kurd re her wiha ji yekîtî û têkoşîna hevpar a jinên li Rojhilata Navîn re jî, ji civakê û bindestan hemûyan re pêşengiyê dikin."

Bi dewamî Erzîncan got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi giştî têkoşîna jinan e. Li dijî sîstema bi serweriya mêr, têkoşîna azadiya jinan e.

Eniyeke bi vî rengî heye. Li ser vê bingehê êriş tên kirin. Li dijî vê yekê jî berxwedaneke mezin heye, raperîn û serhildaneke mezin heye. Redkirin heye. Ev êriş wê bi ti awayî neyên qebûlkirin. Jin û ciwanên Kurd, êriş çi dibe bila bibe, konsepteke qirkirinê çawa dibe bila bibe, bi berxwedana xwe ya mezin, bi gerîla, jin, ciwan, gel û extiyarên xwe wê li ber vê yekê rabin û bi ser bikevin."