Erzîncan: Aştiyeke bi rûmet bi berxwedaneke mezin dibe
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir, ku aştî bi berxwedaneke mezin û çalakiyên radîkal dikare pêk were û diyar kir, jin wê ji vê re pêşengiyê bikin.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir, ku aştî bi berxwedaneke mezin û çalakiyên radîkal dikare pêk were û diyar kir, jin wê ji vê re pêşengiyê bikin.
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir, ku aştî bi berxwedaneke mezin û çalakiyên radîkal dikare pêk were û diyar kir, jin wê ji vê re pêşengiyê bikin.
Erzîncan bi wesîelya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivî.
Erzîncan da xuyakirin, ku peyva aştiyê di roja îro de li ser zimanê her kesî ye û destnîşan kir, ku aştî li ser zimanê modernîteya kapîtalîst veguheriye gotineke xefik û xapandinê.
Erzîncan diyar kir, nêzîkatiya serdestan a li aştiyê; serîtewandin û kolekirin e û anî ziman, aştî li gorî serdestan tê wateya helandina hemû cihêrengiyan. Besê Erzîncan got, "Li gorî hêzên serdest, aştî feraseta yek welat, yek netewe, yek ziman û yek al e. Hewl didin vê ferasetê bi zorê bi her kesî re bidin qebûlkirin. Qaşo eger li gorî vê feraseta serdestan nêzîkatî bê nîşandan, hingî wê aştî pêk hatibe. Feraseteke bi vî rengî ya aştiyê nîne. Ev teslîmiyet e. Ev feraseta wan a aştiyê, sedema şer bi xwe ye. Ev yek ne feraseteke bi rûmet a aştiyê ye. Teslîmiyetê li ser her kesî ferz dike. Bêguman ev ne ya qebûlkirinê ye."
Erzîncan têkildarî nêzîkatiya wan a li aştiyê got, "Aştî ji bo me tê wateya hebûna xurt a reng, ziman û vîna jinê li her qadên jiyanê ye. Bidestxistina mafên jiyana wekhev û azad a jinan e. Xweparastina jinê ye. Yanî jiyana li gorî pîvanên xweseriya demokratîk e. Dema pîvanên xweseriya demokratîk ket meriyetê, wê hingî aştî pêk were. Xweseriya demokratîk tê wateya jiyana bi hev re ya cihêrengiyan. Jiyana her gelî bi çand û ola xwe, axaftina bi zimanê xwe yê dayikê ye. Bicihkirina jiyana ekolojîk li her kêliyên jiyanê, ye. Xwerêvebirin, qebûlkirina pîvana xwerêveberiyê ye. Xwedîderketina li çanda xwe û jiyana bi rengekî azad e."
Erzîncan destnîşan kir, ku xebata ji bo aştiyê xebata herî pîroz e û got, "Heta azadî pêk neyê, aştî jî bi cih nayê. Hêzên desthilatdarî û dewletperestiya netewe, ji bo aştiyeke bi rûmet pêk neyê, bi her awayî tevdigerin. Lê kengî fêhmkirni ku nikarin bi ser bikevin, wê hingî rê li ber aştiyeke bi rûmet vebe. Ev yek jî bi ked û berxwedaneke mezin dibe."
Besê Erzîncan destnîşan kir, ku aştî di heman demê de yek ji kar û çalakiyên herî mezin ên jinê ye û diyar kir, têkoşîna ji bo aştiyê wê herî zêde bi pêşengiya jinê pêk were.
Erzîncan da xuyakirin, ku dema jin ne aktîf bin, hingî şer rû didin û anî ziman, eger şer diqewime, wê çaxê ev tê wê wateyê ku têkoşîna aştiyê bi rengekî rast nayê meşandin.
Erzîncan got, "Em jin, ji bo aştiyê divê hîn bêhtir û radîkal ji bo aştiyê têbikoşin. Pêwîste em vê yekê bi rêxistinî û feraseteke hevpar pêk bînin. Aştiya bi rûmet wê bi pêşengiya jinê, bi berxwedaneke mezin derkeve holê." Erzîncan destnîşan kir, ku bi xwedîderketina li mafên bindestan, aştiyeke bi rûmet û mayînde dikare were afirandin.