Êrîşên AKP'ê li Êlihê hatin şermezarkirin
Pêkhateyên KJA'yê yên Êlihê, li dijî zextan û hewldanên binpêkirina vîna jinê daxuyanî dan çapemeniyê.
Pêkhateyên KJA'yê yên Êlihê, li dijî zextan û hewldanên binpêkirina vîna jinê daxuyanî dan çapemeniyê.
Daxuyanî li avahiya DBP'ê ya bajêr hat dayîn û tevî Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel a ji wezîfeyê hate girtin û Berdevka KJA'yê Songul Korkmaz, gelek kes li avahiyê amade bûn.
Gulîstan Akel daxuyanî da û diyar kir, êrîş li dijî vîn û berxwedana jinê hatiye kirin. Akel got, "Zext li gelek hevalên me yên jin hat kirin. Tevî vê yekê, yekemîn ajansa me ya jinê JINHA hate girtin. Em zextên li çapemeniya azad şermezar dikin. Em ê di her kêliyê de li ber êrîşan li ber xwe bidin."
Berdevka KJA'yê Songul Korkmaz jî bang li hemû jinan kir ku di şexsê Gultan Kişanak û Ayla Akat Ata de xwedî li vîna xwe derkevin û rêxistinbûna jinê li her qadê mezin bikin.