BI DÎMEN

Êrîşa li dijî Kader Kadandir bi meşekê hate şermezarkirin

Meclîsa Jinê ya Ronahî, Meclîsa Jinên Êzidî û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hannoverê, hovîtiya li Kader Kadandir hate kirin, şermezar kirin.

Hovîtiya li Kader Kadandir hate kirin, li bajarê Hameln ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî, Meclîsa Jinên Êzidî û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê ve hate lidarxistin.

Girseya gel li ber Stasyona Trenê ya Hamelnê li hev civiya û heta ber avahiya Şaredariye meşiya. Di meşê de dirûşmên "Em hemû Kader in", "Kader ne bi tenê ye", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo", "Kujerê Zarokan Erdogan", "Terorîst û faşîst Erdogan" hatin qîrîn.

Çalakgeran di dema meşê de gelek belavok belav krin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, PYD, YPJ/YPG, YBŞ, TJK-E, YJK-E hildan.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Hameln ê Elmanyayê, êvara 20'ê Mijdarê, hevserê wê yê berê Nûrettîn Bayrak ê 38 salî, bi kêran Kader Kadandir a 28 salî ya ji Nisêbînê birîndar kiribû û li pêş çavên zarokên wê ber xistibû stuyê wê, li pişt wesayîtê girê da bû û ew bi erdê re kişandibû.