Encamnameya Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê

Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê encamnameya Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd bi daxuyaniyeke eşkere kir.

Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê di 20-21'ê Gulana 2018'an de li bajarê Baarlo yê Hollandayê bi beşdariya zêdeyî 120 jinên ji hemû beşên Kurdistanê hate lidarxistin.

Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê li ser encamên şêwrê daxuyaniyek weşand.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku li ser rwşa siyasî û civaî ya Kurdistanê û li ser rewşa jinên Kurd ên li derveyî welat nirxandin hatine kirin.

Di encamnameyê de hat gotin, "Li ser siyaseta dagirkerên li Kurdistanê û hêzên hegemon ên cîhanê li hemberî Kurdistanê û civaka me nirxandineke berfireh hate kirin. Jinên Kurd bi bîr û bawer in ku rêxistinbûn û têkoşîna bi reng û dengê jinê dibe sedema xurtbûna jinan û çareserkirina pirsgirêkan."

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku li gel xeteriyên mezin, ji bo azadî û çareseriya pirsgirêkan derfetên mezin jî hene û işaret bi girîngiya dîplomasiyê û têkiliya bi rêxistin û saziyên demokratîk û jinan ên cîhanê hate kirin.

Li gorî encamnameyê, çend ji biryarên hatine girtin wiha ne:

- Weke Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd li Ewropayê işaretê bi xeteriya dubarebûna Lozanê dikin û helwesta hêzên dagirker, bi taybetî yên rejîmên Tirk, Îran û hêzên hegemon ên cîhanê şermezar dikin. Em ê bi çalakî, rêxistinbûn û têkoşîna xwe helwestê li dijî wan nîşan bidin.

- Em dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û daxwazê li gelê Kurdistanê bi taybetî li jinan dikin ku li her cihî li ber dagirkeriyê rabin û ji bo derxistina dagirkeriyê ji nava axa Kurdistanê helwestê nîşan bidin.

- Em helwesta Komara Îslamî ya Îranê ku bi darvekirinê bersivê dide mafên rewa yên civaka me şermezar dikin. Em xwedî li zindaniyên siyasî yên li Îranê derdikevin, dixwazin biryara darvekirina Ramîn Husênpenahî bê betalkirin û tevî girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî dikin.

- Li Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Em van operasyonan şermezar dikin û tevî Birêz Ocalan daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî dikin.

- Dixwazin ku konferansa sêyemîn a neteweyî ya jinên Kurd li ser axa Kurdistanê bê kirin.

- Xwedî li wan koçberan derdikevin ku ji ber şer û siyaseta dagirkerên li Kurdistanê berê xwe dane derveyî welat.

- Li dijî siyaseta ferdîkirin û xerîbbûna li rastiya xwe, em ê ji her alî ve civakê bi rêxistin bikin.

- Platforma Neteweyî ya Jinên Kurdistanî li Ewropayê were firehkirin.

- Ji bo birêxistina hunerê em piştgiriyê didin her hewleke jinên Kurd ku zîhniyeta navendgerî û mêrsalariyê di nava hunerê de were rakirin.

- Ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî divê kar bê kirin û pêşî li siyaseta pişaftinê ya li ser ciwanên Kurd ên li derveyî welat were girtin.

- Hemû beşdarên Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd, ji bo encamên şêwrê bigihêje civak û jinên Kurd li Ewropayê, wê bi berpirsyarî tevbigerin.

- Şêwra Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê piştgiriyê dide bereya demokratîk ku di bin sîwana HDP'ê de li hev civiyane. Bi taybetî destekê dide namzetên jin.