‘Em Zîlanan ji xwe re bikin mînak û li dijî hişmendiya nêr bibin yek’
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad, di salvegera 20. çalakiya fedayî ya a Zeynep Kinacî (Zîlan) de daxuyaneke nivîskî da.
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad, di salvegera 20. çalakiya fedayî ya a Zeynep Kinacî (Zîlan) de daxuyaneke nivîskî da.
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad, salvegera 20. a çalakiya Zeynep Kinacî slav kir û got, "Em li ser xwe weke deynekî dibînin ku agirê berxwedanê geş bikin û em bang li hemû jinên ciwan dikin ku li dora vî agirî bibin xelek û li dijî hişmendiya nêr a faşîst em bibin yek beden."
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad, di salvegera 20. a Zeynep Kinacî (Zîlan) de daxuyaneke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îro dewleta TC ku Erdogan niha serkêşiya wê dike, xaka Kurdistanê dagir dike û li talana Kurdistanê dixe, li hemberî gelê me her cure komujiyan pêk tîne. Û dema ku van komkujiyan pêk tîne jî hedefa sereke jinên berxwedêr in ku têdikoşin pergala koledar a ku bi hezaran sal in li ser hatiye ferz kirin û û li hemberî vê pergalê radiwestin.
'EM TÊKOŞÎNA ZÎLAN JI XWE RE BIKIN MÎNAK'
Erdoganê xwedî hişmendiya faşîst li ser bedena hevrêyên me di ber parastina Kurdistanê li qadan bû, ferman da berdestên xwe hemû rêbazên kirêt ên hişê xwe de da pêkanîn. Piştî ku çav li berxwedan û hêla azadiyê ya Jinê ket qutifî û di her carê de ji bo ku jinê bike kole bi oreorekê behsê kiriye bê ka divê jin çend zarokan bînin û rêgezên 'jina baş' çi ne û ne çi ne. Dema ku hişmendiya Erdogan bi vî rengî jinê dike kole pergala kapîtalîst jî li kolanên Ewropayê dorê li me teng dikin û nahêjin em bihilmijin. Li hemberî pergala kapîtalîst ku têgîna azadiyê dixemilîne û li ber me datîne divê em weke jinên ciwan têkoşîna azadiyê ya Zîlanên ku bûne xwedanvend ji xwe re mînak bigirin. Tenê wê demê em dikarin li hemberî koletiya ku aqilê nêr li ser me ferz dike şerê xwe bikin."
Di daxuyaniê de hate gotin ku, "Slogana esasî ya ku serdema 4. ber bi serketinê ve bibe hevrê Zîlan bi çalakiya xwe ya xurt bi qêrîn gotibû, 'em şer bikin û azad bibin' û giyanê ku vê serdemê tacîdar bike bi me daye hîskirin" û wiha pê de çû, "Pêvajoya ku niha em tê de ne bi hemû germahiya xwe nîşanî me dide ku divê em dev ji lêgerîna azadiyê neqerin. Me mînaka vê di berxwedana xwerêveberiyê de şexsên Sêvê, Pakîze û Fatma de ku hedef hatin girtin û bi vî awayî şehîd ketin û di şexsê Axîn, Berjîn û Nûdayan de dît ku dema parastina gel dikirin bi ruhekî fedaî şer kirin û şehîd ketin. Jinên ku afirînera jiyana azad in îro jî weke beriya niha bi salan xwedavend Zîlan kirî, nîşan dan ku jinê rista pêşengtiyê daye ser milê xwe. Qadan bi tililîyên jinê bi berxwedanî olan dane."
'HIŞBÛN HEVKARIYA SÛC E'
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad di daxuyaniyê de cih da vê tespîtê:
"Em weke jinên ciwan ên Ewropayî baş pê dizanin yên ku li ser Rêbertiya me tecrîdê dimeşîne, di serî de bakurê Kurdistanê yê ku li çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayan didomîne û komkujiyan dike, di serî de Erdogan û hêzên navdewletî ne ku qet dengê xwe ji vê hişmendiya faşîst re dernaxînin. Hevrêya me Zîlan jî di nameya xwe de ku piştî çalakiyê li pey xwe hiştibû bal kişandibû ser vê hevkariyê û ev hevkarî wiha anîbû ser zimên: ‘Hişbûn sûcê herî mezin e. Heke hûn vê xwîna ku li ber çavê we diherike dibînin û dîsa jî xwe kerr bikin sûcdarê herî mezin hûn in. Di rastiyê de diyar dike, çi kesê ku bêdeng dibîne hevkarê van komkujiyan e.
'EM Ê AGIRÊ BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'
Em weke jinên ciwan ku evîna wan li azadiyê giran e, li hemberî vê komkujiya ku bi destê dagirkeran pêk tê, bêdeng nemînin û sonda xwe dubare dikin li hemberî yên bêdeng mayin jî em ê hesabê wê bi berxwedanê li hemû qadan bidin. Em li ser xwe weke deynekî dibînin, agirê ku Zîlan û Semayan vêxistine geş û gur bikin û ji bo hemû jinên ciwan em dibêjin ku li dora vî agirî bibin xelek û li hemberî hişmendiya nêr ê faşîst bibin yek beden. Di şexsê hevrê Zîlan de ku bûye xwedavend, em hemû şehîdên xwe ku qet ji azadiya xwe û gelê xwe paş tawîz nedane, bi hurmet bi bîr tînin. Serfeketin wê bi azadiya Rêber Apo, bi azadiya Kurdistanê tacîdar bibe."