BI DÎMEN

'Em wan jinên berxwedanê mezin dikin, silav dikin'

Jinên endamên BÎGK ên bi dirûşma "Em ne alîgirê şer in, em alîgirê aştiyê ne" ji gelek bajarên Tirkiyeyê hatin, xwe gihandin jinên Amedî. Jinan bi yek dengî daxwaza aştiyê bilêv kirin û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên dewleta AKP'ê dan.

Jinên endamên BÎGK ên bi dirûşma "Em ne alîgirê şer in, em alîgirê aştiyê ne" ji gelek bajarên Tirkiyeyê hatin, xwe gihandin jinên Amedî. Jinan bi yek dengî daxwaza aştiyê bilêv kirin û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên dewleta AKP'ê dan.

Aktîvîsta Jin a Yenî Demokrat a ji Dêrsimê tevlî nobeda berxwedanê bû Sînem Ozkan got, "Li ser banga Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎGK), ji bo xwedî li berxwedana Sûr û Cizîrê ya li dijî terora dewletê derkevin, em ji gelek bajaran hatin. Em careke din ji êrîşên çavsorî yên dewletê re bûn şahid. Tevî ku em li derveyî Sûrê ne dengê bombe û teqînan tê me. Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê, em têkoşîna ji bo jiyanê diparêzin. Lewma em wan jinên li refên herî pêş ên berxwedanê cihê xwe girtine û berxwedane mezin dikin, silav dikin."

'DEWLET ÇIQASÎ ÊRÎŞ BIKE, EM Ê JÎ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Ozkan diyar kir, dewlet dixwaze polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê di roja îro de bi qanûnên 'têkoşîna li dijî terorê' û bombeyan pêk bîne û got, "Dewletê bi vê helwesta xwe re rola xwe ya dîrokî nîşan da. Ji Dêrsimê heta Roboskî bûyerên bi serê me de hatin, nîşaneya vê ne. Em dibînin ku ev bi zanebûn û rêk û pêk tên kirin. Tevî her tiştî jî em li dû têkoşîna xwe ne. Dewlet çiqasî êrîş bike em ê jî berxwedana xwe bidomînin. Berxwedana bi mehan e li Sûr û Cizîrê tê meşandin, ji ber vê yekê gelekî hêja ne. Em ê aştî û azadiyê bi jinên li Sûr û Cizîrê li ber xwe didin re berz bikn."

'RÛMETA MIROVAHIYÊ WÊ KOMKUJIYAN TÊK BIBE'

Aktîvîsta BÎGK Suheyla Alkoç Ocak jî bal kişand ser komkujiyên li Cizîr û Sûrê û anî ziman ku ji bo qîrîna aştiyê ew hatine.

Ocak got, "Ez doktor im, ji bo vekirina korîdora tenduristiyê ji birîndarên li Cizîrê re em bang dikin. Tevî ku hevrêyên me, hempîşeyên me gelek caran hewl dan biçin herêmê, encameke erênî wernegirtin. Kedkarên me yên tenduristiyê li naverastê hatin qetilklirin, doktorên me ji aliyê qada xebatê ve gelekî zehmetî kişandin. Em ê li dijî vê qirkirina mirovahiyê derkevin. Tevî dorpêçî, komkujî û terikandina mirinê ya li jêrzemîna Cizîrê jî me hêviyên xwe winda nekir. Me baweriya xwe ya ji aştiyê winda nekir. Ez di wê baweriyê de me ku rûmeta mirovahiyê wê komkujiyan, mirinan, îşkenceyê têk bibe û em ê li vê derê bi awayekî bi rûmet di nava aştiyê de bijîn. Pêwîstiya me bi têkoşîneke hevpar re heye. Bila her kes li cihê lê ye ya ji dest tê bike û dengê xwe tevlî yê aştiyê bike."

'BI KUŞTINÊ EM NAQEDIN'

Ji Dayikên Aştiyê yên Amedê Murvet Demîr jî da xuyakirin, ku ji metropolên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê jin ji bo destekkirina berxwedana gel a li Sûr û Cizîrê hatine Amedê û got, "Weke jinên malovan, me jî ew pêşwazî kir. Li Amedê, jin, mêr, zarok, extiyar her kes ji aliyê hêzên dewletê e hedef tên girtin. Medya Tirk û raya giştî ya cîhanê guhê xwe ji vê girtine. Kedkarên çapemeniya azad ên dixwazin rastiyan nîşan bidin, bi fîşek, gef, binçavkirin û girtinê re hewl tê dayîn bên bêdengkirin. Topbarana niha li hemberî Sûrê tê kirin, ji gelek cihên bajêr tê bihîstin. Berxwedana li Sûr û Cizîrê berxwedaneke biçûk nîne. Dewletê tank, top, helîkopter û hemû hêza xwe li Sûrê civandiye, lê nikare berxwedana li wê derê bişikîne. Hejmara Kurdên li ber xwe didin yek an jî dudu nîne. Ev sîstem sîstemeke welê ye, bi ti awayî tehemûlî tiştekî li ser navê Kurdbûnê nake. Li hemberî xwezaya me, li hemberî dîroka me şer îlan kirine, talan kirine. Bang li gelê Tirk dikim; hişyar bin, li xwe vegerin! Ya îro li me tê kirin, wê sibe li we jî bê kirin. Eger li welatekî aştî tinebe, ti kes nikare di nava aramiyê de bijî.

Bi tenê sedemeke bêdengiya welatên cîhanê li pêşberî van komkujiyên li Kurdan tên kirin heye; berjewendiyê wan jî di vî karî de heye. Dixwazin komkujiya bi serê Êzidiyan de anîn, bi serê me de jî bînin. Lê belê tiştekî ku ew pê nizanin heye; Em bi mirin, bi kuştinê re naqedin. Em her roj li qadên çalakî û meşan, destekê didin gelê xwe û zarokên xwe. Ev ne terorîstî ye! Erdogan dixwaze me hemûyan bike qurbanê qesra xwe!"

Demîr bang li ciwanan jî kir û got, "Hûn hemû tevlî nava refên YPS û YPS Jin bibin, xwedî li hevalên xwe derkevin. Ji bin bandora malbat û dewletê rizgar bibin û pirsgirêkê çareser bikin! Divê Kurd li her cihê lê ye çalakiyan lidar bixin û îsyan bikin. Bi li ber ketin û dûayê re tiştek bi dest nakeve. Gotineke navdar a bav û kalên me heye; 'Pêşiya wehşan bi salwata nayê girtin'. Lewma divê em êdî bikevin nava tevgerê."

Demîr di dawiya axaftina xwe de helbestek ji bo hêzên YPS Jin û YPS'ê nivîsandî xwend:

Xezalên bi çavên reş belek

Bihûnin guliyên reş xelek

Daberdin ser bejna çeleng

Delal û jinxwas bin gelek

Egîd û mêrxwas bin gelek

...