Koordînasyona KJK'ê li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KJK'ê de hat gotin, "Têkoşîna me ya azadiya jinê, li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo derket holê û mezin bû. Eger têkoşîna me ya azadiyê ji aliyê bîrdozî, siyasî, rêxistinî û xweparastinê ve li her qada jiyanê bi ser dikeve, ev yek ji ber rastiya çareserî û tespîtên civakî, dîrokî, felsefî û bîrdozî yên Rêberê me ye. Îdeolojiya Rêbertî îdeolojiya azadiya jinê ye. PKK herî zêde bi kûrbûn û serketinên li ser xeta azadiya jinê bûye çavkaniya hêviyê."
'DIVÊ MIJARA BINGEHÎN RÊBERÊ ME BE'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Rêberê me, ji bo lêgerîna edalet, wekhevî û azadiyê ya gelan, jinan, bawerî û bindestan, çareseriyên gerdûnî afirandiye, perspektîfa têkoşînê, rê û rêbazên serketinê derxistiye holê." Koordînasyona KJK'ê wiha dewam kir: "Gelê Kurd ê li ber tinebûnê bû, ji nû ve zindî kir û rakir ser piyan. Jin ji xewa mirinê hişyar kir, ji nava şevareş a koletiyê derxist û bi ronahiya azadiyê ji nû ve afirand. Di roja îro de, ne tenê Kurdan, hemû hêzên demokratîk û azadîparêz pêşengiya Serok Apo qebûl kirine.
Serdema heyî, dewama komploya navneteweyî ye. Di vir de êrîşa bingehîn li dijî Rêberê me tê kirin. Sîstema kapîtalîst, desthilatdariya faşîst a AKP'ê ji bo rojeva rêbertî bi xurtî ava nebe, serî li rê û rêbazên cuda didin û rojevan ji xwe re dafirînin. Rojevê berevajî dikin. Ji ber vê yekê, divê gelên me û jin, ji her demê bêhtir di mijara tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertî de hesas bin. Pêwîste mijara bingehîn a hemû çaakî, civîn, xwepêşandan û jiyana me, Rêberê me be. Nêzîkatiya Rêberê me li jinan û gelan, projeya wî ya neteweya demokratîk gelekî dîrokî û modeleke çareseriyê ya azadîparêz e. Parêzname û felsefeya jiyanê ya Rêberê me bûne malê jinan, ciwanan û tevahiya gelê me.
Lewma ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me divê em jin, têkoşîn, xweparastin, berxwedan û rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Di karên me yên çapemenî-weşanê, dîplomasî, rêxistin, perwerde û çalakiyan de rojeva me ya bingehîn Rêberê me ye. Girîng e jin ên ciwan û xort ên ciwan biherikin nava refên azadiyê. Temînata jiyanê û azadiya Rêberê me, bi têkoşîna li her qadê, bi fêhmkirin û bicihanîna felsefeya jiyanê ya Rêberê me dibe. Azadiya Rêberê me azadiya gelê me û jinan e. Hebûna Rêberê me sedema jiyana azad a jin, ciwan û gelê me ye."
'DIVÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ ENIYA AZADIYÊ AVA BIKIN Û LI BER XWE BIDIN'
Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst bi tifaqa MHP'ê re nîqaşên li ser îdamê xistiye rojeva xwe. Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn e. Hebûn û azadiya Rêberê me û hebûna û azadiya jin, ciwan û hemû gelan êdî bûne yek. Lazim e hemû beşên civakê li dijî serdestî, faşîzm û mêtîngeriyê, eniyeke mezin a berxwedan û azadiyê ava bikin, li ber xwe bidin û têbikoşin. Weke hêzên azadî û demokrasiyê, li dijî êrîşên serdestan divê em bi sekneke pêngavî bi xebitin. Di vî şerê azadiyê de, bi avakirina yekîneyên li ser bingeha stratejî û têkoşîneke hevpar, em dikarin bi ser bikevin. Rêberê me ji tinebûnê dest bi xebatên azadiyê kir. Piştre têkoşîna me ya azadiyê mezin bû, xwe gihand bi hezaran, bi mîlyonan kesî. PKK ku niha salvegera xwe ya 38. a damezrandinê pîroz dike, êdî weke hêza pêşeng a hemû azadîxwazan tê dîtin. Rêberê me hêviya azadiyê ya gelan û jinan zindî kir, mezin kir û veguherand rastiyeke zindî. Rastiya gel û jinên berê xwe daye azadiyê, afirandiye.
Lewma xwedîderketina li azadiya Rêbertî, tê wateya xwedîderketina li azadiya xwe. Hemû êrîş, piştî qutkirina hevdîtinên bi Rêbertî re dest pê kirin. Plana êrîşa li dijî jin, ciwan, gerîla, Hevserokên HDP û DBP'ê, wekîlan, rêveberên partiyan, siyasetmedaran, hevşaredaran, rewşenbîran, Rojava û herêmên Parastinê yên Medyayê, bi tecrîdkirina Rêberê me dest pê kir. Azadî û ewlehiya Rêberê me azadî û ewlehiya gelên me, jinan, baweriyan û hemû civakê ye. Di demekê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, sîstema me û asta me ya pratîk û rêxistinbûnê, ku li ser bingeha nêrînên Rêberê me afirî, di asteke diyarker de ye. Têkoşîn û sekna Rêberê me xwedî cihekî stratejîk e. Hêzên navneteweyî, hêzên statukoparêz ên mêtînger dixwazin Rêberê me ji vê rewşa stratejîk derxînin. Êrîşî sîstema me ya azadîparêz a alternatîf dikin. Sîstema serdestiya mêr dixwaze ji nû ve jinê bike kole û bixe nava rewşeke ji berê xerabtir. Dixwaze tevahiya civakê veguherî keriyekî. Di vir de hedefa bingehîn Rêberê me ye. Lazim e em hemû bûyer û gavên li herêmê diqewimin û tên avêtin, li gorî rewşa stratejîk a Rêbertî binirxînin.
Lazim e em li gorî mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yê Rêberê xwe, hemû bûyeran binrixînin û çalakiyên xwe di vê çarçoveyê de pêk bînin. Lewma rewşa Rêberê me rojeva me ya bingehîn e. Komploya navneteweyî heta niha bi ser neket. Negihîşt armanca xwe. Rêberê me, gelê me, jin, ciwan û dostên me bi berxwedaneke mezin komploya navneteweyî pûç kirin.
Di vê serdemê de jî hewl tê dayîn destketiyên azadiyê yên gelê Kurd û têkoşîna me ya azadiya jinê jid est bên girtin. Ev ê bi ti awayî pêk neyê. Bi kombûna li dora hebûn, nêrîn, felsefeya jiyanê û îdeolojiya azadiyê ya Rêberê xwe re, bi berxwedaneke bi ruhê çalakger û pêngavî, em vê serdemê pêşwazî dikin. Zor û zehmetî çi dibin bila bibin. Em ê ji sedî sed bi ser bikevin. Em ê bi rûmetdarî di nava mirovahiyê de bi serbilindî cihê xwe bigirin. Li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û li her devera Kurd lê ne, takekes, jin û ciwanên dilê wan bi agirê azadiyê dişewite, wê li diJî mêtîngerî û serdestiyê bi hev re li ber xwe bidin û ber bi azadî û serketinê ve biçin.
Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, jin, ciwan, rewşenbîr, komên baweriyan, alîgirên azadî û wekheviyê dikin ku li dora nêrînên azadiyê yên Rêberê me bicivin û têkoşîna me geş bikin. Hebûn, tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me çavkaniya bingehîn a hebûn û azadiya gelên me ye. Em l iser vê bingehê xebatên xwe xurt bikin. Em têkoşîn û berxwedana xwe ya azadiyê li dora Rêberê xwe geş bikin. Em têkoşîna xwe ya azadiyê bi vî rengî bi ser bixînin."