'Em Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Şirnexê bi hêza jinê bixemilînin'
Însiyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger bang kir, ku Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopiya û Şirnexê bi hêza jinê bixemilînin û ava bikin.
Însiyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger bang kir, ku Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopiya û Şirnexê bi hêza jinê bixemilînin û ava bikin.
Însiyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger bang kir, ku Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopiya û Şirnexê bi hêza jinê bixemilînin û ava bikin.
Însiyatîfa Jinên Ciwan ên Şoreşger daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyek ber bi kaosa navxweyî, ber bi şer ve diçe, heye.
Di daxuyaniya însiyatîfê de ragihandin, Erdogan ê Qesrê bi rê ve dibe kujerek e û ji bo xwe rizgar bike, bi lez û bez bi kujeran re dostaniyê dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komkujî, hilweşîn, qirkirin, polîtîkaya destavêtinê û polîtîkaya bêmirovhiştina Kurdistanê yên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Şirnexê tên meşandin, rewşeke nû nîne. Ev rê, rêya aqlê serdestiya mêr e. Lê belê ciwanan, jinên ciwan û gelê me îro li her derê li ber xwe dane û rê nedane faşîzmê. Ya ku divê îro bê kirin ev e. Divê were nîşandan bê dîwarên qesrê çawa bi serê sûltan ve tên rûxandin. Pêwîste hemû jinên ciwan, ji bo jiyana li qadên qedexe lê rabûne bixebitin û biherikin van herêman. Em bang li tevahiya jinên ciwan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin, ku piştgiriyê bidin gelê me. Werin em Sûr, Gever, Cizîr, Şirnex û Nisêbînê bi hêz û pêşengiya jinê bixemilînin, ji nû ve avabikin û derba herî mezin li zihniyeta Qesrê ya tecawizkar bixin.
Em bang li hemû jinên ciwan ên welatparêz şoreşger dikin, li dijî zilmê li ber xwe bidin, li dijî koledarî, destavêtin û destdirêjiyê, li dijî qirkirina gelê Kurd xwe biparêzin. Bendemayîn û bêdengî hevkariya sûc e. Weke jinên ciwan ên şoreşger, em ê nehêlin ev sûc bê ceza bimîne. Em ê hemû tecawizkaran ceza û teşhîr bikin."