Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû beriya niha bi çend rojan fermannameyek şand ji Waliyên 81 bajaran. Soylû di fermannameyê de got, sîstema hevserokatiyê li gorî TCK sûc e û ferman da waiyên xwe ku li dijî vê yekê ya pêwîst çi be, bikin.
Hevserok û berdevkan nerazîbûn nîşanî vê fermannameyê dan.
KOÇYÎGÎT: SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ BERSIVEKE LI ASTA HERÎ BILIND E
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît got, "Dema mirov pêkanînên hikûmeta AKP'ê tînin pêş çavên xwe, bi hêsanî dibînin ku hedefa bingehîn jin in. Ji ber ku polîtîkayên dijminatiyê li jinan dikin, bûne polîtîkayên sereke yên hikûmeta AKP'ê."
Koçyîgît da xuyakirin, helwesteke dijminane li dijî sîstema hevserokatiyê tê nîşandan û got, "Sîstema hevserokatiyê, li dijî nêzîkatiyên dervehiştina jinê ji nava sîstemê û jiyanê, bersiva di asta herî bilind de ye. Li sîstemekê bifikirin, ku jin lê ne azad in, nikarin cihê xwe di nava siyasetê de bigirin. Gelo sîstemeke bi vî rengî demokratîk û azadîparêz e? Hem HDP hem jî DBP bi pêkanînên xwe, rêveberiyên herêmî û demokrasiyê bi pêş ve dibin. Li şûna ku Wezîrê Karên Hundir spasiya HDP û DBP'ê bike û li ser bifikire bê çawa dikarin vê sîstemê xurt bikin, niha dixwaze sîstema hevserokatiyê krîmînalîze û ceza bike."
Koçyîgît da xuyakirin, ku divê jin hemû bi yekdengî bersivê bidin van daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir û got, "Ji ber ku ya di şexsê DBP û HDP'ê de şênber bûye, temsîliyeta wekhev e, asta herî bilind a mafên jinan e. AKP dixwaze têkoşîna jinê bifetisîne."
Koçyîgît diyar kir, ew pêkanînên Wezareta Karên Hundir bi tundî şermezar dikin û bang li hemû jinan dikin, ku têkoşîna xwe xurtir bikin û sîstema hevserokatiyê û mekanîzmaya hevberdevkî û temsîliyeta wekheviyê li her qada jiyanê mayînde bikin."
ÎPEK: GAVEK JI BO RAKIRINA NAKOKIYA HERÎ MEZIN E
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek jî got, "Sîstema hevserokatiyê ji aliyê partiya me ve di pratîkê de hatiye destnîşankirin û li nava partiyê de veguheriye sîstemeke qanûnî. Em heta dawiyê vê sîstemê diparêzin. Ji ber ku ev sîstem nakokiya zayendî ku nakokiya herî mezin a serdema me ye û astengiyên li pêşiya jiyana wekhev a gelan, ji holê radike. Em jin pê bawer in, ku di vê temsîliyeta wekhev li her qada jiyanê be. Lewma sîstema hevserokatiyê weke mijareke nebe nabe dibînin. Ji ber vê yekê, eger şert û merc werin afirandin, wê sîstema hevserokatiyê li her qada jiyanê mayînde bibe."
BAYTAŞ: AKP DIXWAZE EM LI MALÊ RÛNÊN; LÊ EM Ê VÊ NEKIN
Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş got, "Ji bo mafê temsîliyeta wekhev a jinê neyê naskirin, êrîş li sîstema hevserokatiyê tê kirin. Li gorî desthilatdariyê, jin divê li malê rûnên û li gorî daxwaza wan zarokan çêbike. Lê sîstema hevserokatiyê, jinên ku nîvê civakê ne derdixîne pêş, demokrasî û civakê bi pêş ve dibe. Lewma dibe hedefa sîstemê."
Baytaş bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û anî ziman, hedefa bingehîn a van operasyonên tinekirina hebûna Kurdan e. Baytaş got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin."