Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî sê jinên Kurd Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Aktîvîsta KJA'yê Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, civîneke çapemeniyê lidar xist.
Endama Koordînasyona KJA'yê Sara Aktaş, komkujiya 9'ê Çileyê ya Parîsê bibîr xist û wiha axivî: "Piştî 3 salan, dîsa di meha Çileyê de 3 kulîlkên me yên azadiyê hatin qetilkirin. Her 3 hevalên me hemû bedelan dan ber çav û jiyana xwe bi têkoşînê borandin. Ew ji ber ku ji têkoşîna azadiya jinê bawer dikirin û li hemberî dewleta tundiya zilam sekinînin, hatin qetilkirin."
Aktaş got ku ew ê wek KJA'yê şînê negirin û wiha berdewam kir: "Di asta herî bilind de, bi çalakiyên herî radikal em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em dizanin ku ev êrîş li hemberî xeta me ya îdeolojîk e."
Aktaş, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dikarin sê kulîlkên ji darên wan biqetînin lê nikarin hatina biharê asteng bikin. Nikarin hatina azadiyê asteng bikin."
'EW BÛN HEVRÊYÊN MÎRABELAN'
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak jî diyar kir ku di êrîşan de bi taybet jin hedef tê girtin û wiha axivî: "Hûn nikarin bi komkujî û mirinan me bitirsînin. Ew bûn hevrêyên Mîrabelan." Irmak bi gotinên "Dem tine ye em şînê bigirin" bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe bilind bikin.
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî di axaftia xwe de diyar kir ku bi taybet jinên polîtîk hedef tê girtin û wiha berdewam kir: "Em wek jinên şoreşger, wek jinên KJA'yî, em ê vê alê nexînin erdê."
Di daxuyaniyê de herî dawî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdag jî diyar kir ku têkoşîna her sê jinên şoreşger ji bo jiyanê bi xwe bû û wiha got: "Teqez wê jin biserkevin, teqez wê gelên me biserkevin."