'Em heqîqeta azadiyê ne, hûn a koletiyê ne'

Di daxuyaniya KJA'yê de hat gotin "Em heqîqeta azadiyê ne, hûn û sîstema we hiqûqa koletiyê ne, hunera we jî wê qasî emrê we be. Em her tim hebûn û em ê her tim hebin."

Kongreya Jinên Azad (KJA), girtina Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endamên KJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Li ser navê jinan endama KJA'yê Ceylan Bagriyanik axivî. Bagriyanik di destpêka axaftina xwe de  1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê bi bîr xist û wiha got: "Bi munasebeta 3. salvegera azadkirina Kobanê, ewil em li hemberî bîranîna şehîdên şoreşê yên ku bi berxwedanê bûn çavkaniya jiyanê bejna xwe ditewînim. Jinên Kurd bi pêşengiya Arîn Mîrkanan li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan û di encamê de Kobanê bi rengekî dîrokî bi ser ket."

'FAŞÎZM SÎNORAN NAS NAKE'

Bagriyanik bal kişand li ser polîtîkayên dewletê yên di demê dawî de û wiha berdewam kir: "Li Cizîrê jêrzemînên hovîtiyê, xespkirina şaredariyên DBP'ê bi qeyûman, ji karavêtina bi deh hezaran kedkar, girtina saziyên çapemeniyê, girtina berdevka me ya KJA'yê Ayla Akat Ata û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hemû  nîşan dide ku faşîzm sînoran nas nake. Ev li dijî sîstema îdareya jinan darbeya sîstema desthilatdar a zilam e. Ji ber  vê yekê jî ne hiqûqa şer nas dike ne jî  ji bo pêşeroja welat fikara wan a polîtîk tuneye."

'DIXWAZIN ÎRADEYA JINAN TESLÎM BIGIRIN'

Bagriyanik bang li jinan kir û xwest dakevin kolanan û got ku hikûmeta AKP'ê gelê kurd û azadiya jinên kurd bi tevgera talan û xespkirinê ve dixwaze tine bike. Bagriyanik wiha axivî: "Bi dehan saziyên me yên piştevaniyê ya jinan, stargehên jinan, bi dehan koperatîfên me yên jinan, ajansa me ya jinê hatin girtin û bi vî rengî tê xwestin îradeya me ya jinê bê teslîmgirtin. Bi vî rengî heta dawî pêşia şîdeta desthilatdar a zilam tê vedikin. Divê hemû kolan, tax û mal bibin qadên ku jin xwedîli azadiyên xwe derdikevin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî rejîma darbeyê tevlî berxwedana bêhempa bibin."

Bagriyanik di dawiya axaftina xwe de  anî ziman ku ew ji hikûmeta AKP'ê tiştekî naxwazin û  wan çawa li Kobanê li ber xwe dan wê li ber xwe bidin û wiha got: "Em heqîqeta azadiyê ne, hûn û sîstema we hiqûqa koletiyê ne, hunera we jî wê qasî emrê we be. Em her tim hebûn û em ê her tim  hebin." 

...