'Em êdî nûçegihanên JINHA'yê ne'
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Îdirê li ber girtina JINHA'yê rabûn û gotin, "Jina dengê jinên bindest e. Em hemû nûçegihanên dildar ên JINHA'yê ne. Têkoşîna me wê tevî zor û zehmetiyan jî bidome."
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Îdirê li ber girtina JINHA'yê rabûn û gotin, "Jina dengê jinên bindest e. Em hemû nûçegihanên dildar ên JINHA'yê ne. Têkoşîna me wê tevî zor û zehmetiyan jî bidome."
Yek ji saziyên çapemeniya Kurd û azad, ku bi biryarnameyên AKP'ê hatin girtin, Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ye. Jinên li ber girtina JINHA'yê rabûn dan xuyakirin, ku JINHA dengê jinên cîhanê ye û gotin, "Em hemû li her cihê lê ne, nûçegihaneke JINHA'yê ne."
'JINHA TEVGEREKE JINÊ YE'
Hevseroka HDP'ê ya Îdirê Oya Malgaz da xuyakirin, ku JINHA'yê xwe gihandiye jinên ji hemû beşên civakê û yekane ajansa jinê ye ku pirsgirêkên jinan ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Malgaz got, "Armanca çapemeniyê ew e, ku kêmasiyek di mijara mafên mirovan, wekhevî, azadî û edaletê de hebe, ji cîhanê re ragihîne. JINHA tevgereke jinê ye."
'EM Ê DENGÊ XWE BIGIHÎNIN HER DEVERA CÎHANÊ'
Oya Malgaz destnîşan kir, ku JINHA bê girtin jî weke jin ew ê li her cihî bin û got, "Em ê dengê xwe bigihînin her devera cîhanê. Qadên girtî li me bigirin jî weke nûçegihanên JINHA'yê yên dildar em ê hewl bidin xebatên xwe bidomînin."
'DEST LI JIYANA ZAROKAN JÎ WERDAN'
Oya Malgaz da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê dest li jiyana zarokan û jinan werdaye û got, "Dest li jiyana zarokan jî werdaye. Fîlmên zarokan jî qedexe kirin." Malgaz girtina Zarok TV rexne kir û anî ziman, AKP dixwaze gel mehkûmî dengekî bi tenê bike. Oya Malgaz got, "Beriya niha jî xwestin bikin, lê wê nikaribin bi ser bikevin."
'EM Ê XWEDÎ LI JINHA'YÊ DERKEVIN'
Hevseroka DBP'ê ya Îdirê Nadîle Malgaz jî diyar kir, JINHA ji ber ku ked û nasnameya jinê nîşan dida bûye hedef û got, "Êrîşî rêveberên kurd, jinên Kurd, şaredariyên Kurdan dikin. Qeyûm li şaredariyan tayîn dikin, rêveberan digirin. Destnedana parlamenteran radikin. Dest danîne ser vîn û nasnameya gelê Kurd. Ya ku ji niha û pê ev were kirin, mîna her carê berxwedan e. Ji niha û pê ve veger nîne. Her yek ji me êdî nûçegihaneke JINHA'yê ye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."