‘Em ê li qadan bibin dengê jinan’

Endama Komeleya Jinê ya Rosa Rûken Erguneş û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Beser Çelîk ên nerazîbûn nîşanî zextên li ser jinê da, destnîşan kirin ku tevî hemû êrîşan jî ew ê bi domdarî li qadan bin.

Her diçe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zextên li dijî jinan zêdetir dibe. Komeleya Jinê ya Rosa jî ya li Bakurê Kurdistanê xebatê dike yek ji wan saziyane ku zext lê hatiye kirin. Rojên borî di avêtina ser avahiya komeleyê de endamek hatibû destgîrkirin û hatibû girtin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Robîn Çetîn di serdegirtina polîsan de bi kûçikan hatibû êşkencekirin û piştre jî hatibû girtin. Her wiha pey wê re zext li Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) hate kirin.

Endama Komeleya Jinê ya Rosa Rûken Erguneş û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Beser Çelîk têkildarî zextên li ser jinan ji ANF’ê re axivî.

Ergûneş anî ziman ku piştî ‘hewldana darbeyê’ û şûnde nefreta bi taybet li hember saziyên jinan kir ku gelek saziyên jinan bên girtin û got: “Li taxan, gundan û gelek cihên cuda xebat hatinkirin. Li ser kêmaniyên heyî hate rawestîn û ev kêmanî hatin tesbîtkirin û gelek navend hatin vekirin. Navendên jin xwe lê bigirin hatin zêdekirin. Jinan bi xwe pirsgirêkên xwe çareser kirin.

Dema wiha bû piştî demekê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hemû navend hatin girtin. Kir ku her kes bi pirsgirêkên xwe û li mala xwe pêre eleqedar bibe. Qadên civakî û dîa cihên ku mirov bên gel hev û bi hev re tiştekî hilberînin weke tehdît hatin dîtin. Di vê sîstemê de tirs ava kir.”

‘XEBATÊN FERMÎ, WEKE NEFERMÎ DIXWAZIN BIDIN NÎŞANDAN’

Erguneş anî ziman ku her demê hikûmet li ber her xebatên di dîroka siyasî ya jina Kurd rabûye û êrîş kiriye. Ergûneş diyar kir ku hikûmeta ku weke ku destekê dide jinên Rojava nîşan dide, lê li Kurdistanê li dijî her saziyên bi pirsgirêkên jinê re eleqedar dibe, polîtîkayên kîn û nefretê pêş dixe û got: “Ev hişmendiya ku ji roja yekem xebatên komeleya ku ji bi xwe rojeva xwe diyar bike, îlegalîze dike. Hemû xebatên me tomarkirî û fermî ne. Di çalakiyan de pankartên ku li ser destûrê hatin çêkirin û hildan îro tînin datînin pêşiya me û dibêjin; ‘çima li vir wiha hatiye nivîsîn’ nexasim wê demê ferman jî walî hatiye girtin.

Ev jî vê bi me dide nîşandan ku ji xebatên em ji bo jinan û dîsa ji çalakiyên komeleyê li dar xistî aciz in. Dixwazin komeleya ku demeke kin hate nasîn û dîsa xebatên bi hêz ji bo jinê kirin û dîsa ji bo jinên ku şidet lê hatî kirin evqas çalakî kirin, weke nen komeleyek tenê bidin nîşandan. Em jin bi hev re kar dikin. Dema 25’ê Mijarê tê, çawa ku 25’ê Mijdarê li hemû deverên cîhanê jin radibin, em jî 25’ê Mijarê li gel hemû jinan hevpar têkoşînê dikin. Dîsa 8’ê Adarê çawa li her derê tê pîrozkirin em jî li gel hemû jinên cîhanê pîroz dikin.”

‘PARVEKIRINÊ ESAS DIGIRIN’
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Stenbolê Beser Çelîk jî destnîşan kir ku hikûmet di demê şewbê de li şûna ku bi aborî û krîzên tenduristiyê re mijûl bibe êrîşî saziyên jinan û vîna jinê kirin. Çelîk diyar kir ku AKP ji rêxistinkirina jinê aciz e, ji ber vê tim êrîşî jinan dike û got: “Vîna Kurdan tine hesiband û qeyûm bi cih kir. Li pêvajoya dîrokî binêrin! her demê û di her rewşê de êrîşî hevalên me yên jin kirin. Bi taybet êrîşî hevserokatiyê kirin; hevserokatî xeta me ya xemrî ye.”

Çelîk bal kişand dîsa dema şewbê de qanûnên ku jinê dikin hedef derxistin û wiha domand: “Ji derveyî mijarên ku qanûna înfazê ya derxistî ku li xwe digire derketin û jin qetil kirin, hejmareke ku îstismara li zarokan rewa dike zêde kir. Bi taybet danîn qeyûman, serdegirtinên li Komeleya Jinê ya rosa, girtina saziyên jinê, êrîşkirina li ser jinên Kurd hemû ev rastî li ber li naverastê ye. Di dema pandemiyê de jî jin tên hedefkirin. Di pêvajoya dawî de ku êrîşî DTK’ê kirin jîn dîsa bûn hedef û hatin destgîrkirin. Êşkencekirina Rojbîn Çetîn dide nîşandan bê ka çiqasî bi dijminanî êrîşî jinê dikin. Em jin her demê piştevanî û parvekirinê esas digirin.”