‘Em ê li kolanan stranan bêjin, bikenin û têkoşîna xwe berdewan bikin’

Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amedê êrîşa çekdarî ya li hemberî Mutlu Kaya şermezar kir.

Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amedê êrîşa çekdarî ya li hemberî Mutlu Kaya şermezar kir. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Dîlan Yakut diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi zagonên derxistiye jinan mexdûr dike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi gotinên yên li dijî jinan ew hêrs û kîna dilê xwe dide der."

Meclîsa jinan a KESK'ê ya Amedê êrîşa çekdarî ya li hemberî Mutlu Kaya ku li navçeya Amedê Erxeniyê pêk hat û bi giranî birîndar bû bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyaniya li avahiya Şaxa SES'ê ya Amedê hat dayîn. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Dîlan Yakut daxuyanî xwendin. Yakut diyar kir ku li Tirkiyeyê di hemû qadan tundiya li hemberî jinan berdewam dikin û hikûmeta AKP'ê bi zagonên derxistiye jinan mexdûr dike. Yakut destnîşan kir ku tundiya li gund, bajar û hemû deverên jiyanê li ser jinan tê meşandin ji hêla hikûmeta AKP'ê tê rêxistin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi gotinên yên li dijî jinan ew hêrs û kîna dilê xwe dide der." Yakut diyar kir ku di mehên dawî de bi dehan jin hatine qetilkirin û rastî tundiya mêran hatine.

Yakut destnîşan kir ku Mutlu Kaya ku ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve hatibû tehdîtkirin jî hikûmetê ti tedbîr negirt û got ku Kaya piştî 3 meh û nîvan rastî êrîşa çekdarî hat. Yakut da xuyakirin ku ew wek jin vê tabloyê baş dizanin.

Yakut da zanîn ku Ozgecan, Ferhunde, Nevîn, Ferînaz û Mutlu îsyana wan e û ev tişt anî ziman: "Em ê jin li kolanan stranan bêjin, bikenin û têkoşîna xwe berdewan bikin. Mutlu Kaya ne tenê ye."

Her wiha endamên Meclîsa Jinan a KESK'ê seat di 18.00'an de wê biçin serdana Mutlu Kaya ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Dewletê ya Amedê tê dermankirin.