Endama Desteya Rêveber a KJA'yê Altinkaynak: Dewlet, di şexsê jinên Kurd de dixwaze pêşeroja yên li ber xwe didin, serî hil didin, pêşdîtina bûyeran dikin û rê li ber cihêrengiyê vedikin, bêyî ji dayik bibin, tine bike.
MELEK YUKSEL
AMED / ANF
pêncşem, 7 rêbendanê 2016, 11:12
Altinkaynak nerazîbûn nîşanî dewletê da ku di êrîşên xwe yên li hemberî xwerêveberiyan de bi taybetî jinên ducanî hedef digire û got, "Dewlet, di şexsê jinên Kurd de dixwaze pêşeroja yên li ber xwe didin, serî hil didin, pêşdîtina bûyeran dikin û rê li ber cihêrengiyê vedikin, bêyî ji dayik bibin, tine bike."
Endama Desteya Rêveber a Kongreya Jinên Azad (KJA) Zeynep Altinkaynak bibîr xist ku di nava pênc mehên dawî de zêdeyî 35 jin ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û got, "Ev êrîş ewçend kirêt û gemarî bûn, ku li Nisêbînê Selamet a bi 7 mehan ducanî bû, li pêş çavên zarokên wê hat qetilkirin. Vê pêla qetilkirina jinên ducanî ya bi qetlkirina Selamet Yeşîlmen destpê kir re, li gelek deveran dewam kir. Armanca dewletê ya di hedefgirtina jinên ducanî de zelal e: 'Di şexsê jinên Kurd de, dixwaze pêşeroja yên li ber xwe didin, serî hil didin, xwedî pêşdîtinan e û cihêrengiyan diafirînin, bêyî ji dayik bibe, qetil bike."
Altinkaynak da xuyakirin ku jinên Kurd ev çi sal in li bajar, çiya, gund û kolanan têkoşîn bi rêxistin kirine û destnîşan kir, ku jinan ne tenê li hemberî mêr, li hemberî dewleta ku berhema nêrîna mêr e, têkoşîn meşandine.
'TU LI BER XWE BIDE JÎ TU YÊ BIMIRE, TU LI BER XWE NEDE JÎ TU YÊ BIMIRE'
Altinkaynak diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên xwe re, jinan mehkûmî vê yekê dike: "Dewlet ji jinê re vê dibêje; 'tu li ber xwe bide jî tu yê bimire, tu li ber xwe nede jî tu yê bimire. Li hemberî vê yekê jinên Kurd dibêjin; em ê li ber xwe bidin, em ê bijîn, em ê bidin jiyîn."
'EMRÊ BERXWEDANÊ NÎNE'
Altinkaynak anî ziman ku jinên Kurd li kolan, mal, tax û li her derê li ber xwe didin û got, "Mînaka vê ya herî bedew jinên Nisêbînî ne, ku bi tilîliyan dorpêçiya dewletê şikandin. Wekî din li Cizîr, Kerboran, Silopiya, Dêrik, Farqîn, Sûrê li her cihî jin di refên herî pêş ên berxwedanê de cih digirin. Ji 7 heta 70 salî li ber xwe didin. Li hemberî nêrîna dewletê ku dibêje 'emrê terorîst nîne', bersiva jinan 'emrê berxwedanê nîne' ye. Zarok bi hişê xwe, b rûnekî û jiyana xwe re li ber xwe didin. Ciwan jî bi hêz û nêrînên xwer e hewl didin sîstemeke nû biafirînin."
'SÎNORÊ TIRS Û MIRIN ÊDÎ HATIYE DERBASKIRIN'
Altinkaynak da xuyakirin ku li Kurdistanê sînorê tirs û mirinê di şexsê jinê de êdî hatiye derbaskirin û got, "Jinên ku bi têkoşînê re hebûna xwe bi sîstema bi serdestiya mêr dan qebûlkirin, niha dixwazin vê hebûna xwe bi statuyekê destnîşan bikin. Jina ku jê re dihat gotin, 'nabe ji malê derkeve, nêrîna xwe blêv bike û tevlî civakê bibe', îro di berxwedanê de pêşengiyê dike. Jinên ciwan, dayik, jinên extiyar... Ev hemû li qadan pêşengiya şoreşê dikin. Tinekirina pêşeroja Kurdistanê bi tinekirina vîna jinê dibe. Ev êrîş ne tenê êrîşên fîzîkî ne. Di heman demê de şerekî psîkolojîk, civakî û dîrokî tê meşandin."