'Em dixwazin xwe bigihînin hemû jinên Sûriyeyî'

Îlham Ehmed got, jinên Rojavayî siberoj, kesayetî û azadiya xwe di nava têkoşînê de dibînin, lewma herî zêde ew tevlî şoreşê dibin. Ehmed destnîşan kir, ku di sala pêncan a şoreşê de ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinên Sûriyeyî.

Îlham Ehmed got, jinên Rojavayî siberoj, kesayetî û azadiya xwe di nava têkoşînê de dibînin, lewma herî zêde ew tevlî şoreşê dibin. Ehmed destnîşan kir, ku di sala pêncan a şoreşê de ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinên Sûriyeyî.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku di heman demê de endama rêveberiya Kongra Star e, rewşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê, berî û piştî şoreşê nirxand.

ZEXTA REJÎMÊ YA LI HEMBERÎ JINÊ

Îlham Ehmed da xuyakirin, ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên bi pêşengiya Tevgera Azadiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi ronahiya Têkoşîna Azadiya Jinê li nava civaka Kurd hatin meşandin, mîrateyeke mezin li dû xwe hişt û got, "Ji aliyê rêxistinî, felsefî û têkoşînê ve mîrateyeke girîng hebû. Lê belê hê jî bermayiyên feodal û bandora wê dewam dikir. Li aliyê din, qedexeyên rejîma Baasê yên li hemberî jinan hebû. Mînak; bi sedan jinên sivîl ên aktîvîst ên ji bo azadiya jinê têdikoşiyan, hatin cezakirin. Zexteke giran li jinê dihat kirin. Bi du aliyan ve zext li jinê dihat kirin. Ya yekê; ji ber urf, adet û pîvanên feodal ên di nava civakê û malbatê de zext dihat kirin. Ya din jî ji bo pêşîgirtina li têkoşîna jinan, rejîmê zext dikir."

TEVÎ HEMÛ ZEXT Û ZORDARIYAN JÎ JINAN JI ŞOREŞÊ RE PÊŞENGÎ KIRIN

Ehmed diyar kir, tevî hemû zehmetiyan jî, bi pêşketina baweriya ji xwe ya jinê re, hemû astengî ji holê hatin rakirin û jinan pêşengî ji Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re kirine. Îlham Ehmed da zanîn, ev pêşengiya jinê ya ji şoreşê re ji ber xwe ve û bi hêsanî derneket holê û bibibîr xist, ku bi hezaran jinên ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûne. 

JINAN SIBEROJA XWE DI NAVA VÊ TEVGERÊ DE DÎTIN

Hevseroka MSD'ê destnîşan kir, ku piştî hewldanên berfireh ên li nava civakê, jinan êdî gotin, "Kesayetiya min, siberoj û azadiya min ancax di nava vê têkoşînê de misoger be" û li dora tevgerê civiyan. Ehmed ragihand, herî zêde jinan xwe li vê tevgerê girt, ji ber ku jinan xwe di nava tevgerê de didîtin.

GAV BI GAV RÊXISTINBÛYÎNA JINÊ

Ehmed bal kişand ser rêxistinbûyîna jinê û diyar kir, di sala 2011'an de li Efrînê Kongreya Yekîtiya Star pêk hat û di vê kongreya 3. a Yekîtiya Star de biryar hat dayîn li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê Meclîsên Jinan werin avakirin. Ehmed got, "Biryarên li ser xebatên komun, malên jinan û karê xweparastinê di vê kongreyê de hatin girtin. Vê yekê weke pêngaveke rêxistinbûnê destpê kir. Ji gundan heta bajaran komun û meclîs hatin avakirin.

Îlham Ehmed da zanîn, bi demê re Yekîtiya Star xebatên xwe xurttir kir, sazîbûna xwe zexm kir û bi kongreya xwe ya îsal re bi navê Kongreya Star xwe ji nû ve bi rêxistin kir û armancên xwe mezin kir.

Hevseroka MSD'ê destnîşan kir, ku yek ji rêxistinbûyîna herî girîng a jinê, rêxistinbûyîna YPJ'ê bû û bibîr xist ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di 4'ê Nîsana sala 2013'an de li Dêrikê hat îlankirin.

Ehmed tevî vê rêxistinbûnê bal kişand ser cihê jinê di nava qanûnan de û da zanîn, ku bi guhertina gelek qanûnan re jiyana jinê di nava civakê û qada siyasî de bêhtir misoger bûye. Ehmed destnîşan kir, ku têkoşîna wan a di vî warî de hê dewam dike.

TÊKOŞÎNA JINÊ KARAKTERÊ ŞOREŞÊ BÊHTIR DEMOKRATÎK KIR

Ehmed ragihand, ev tevlîbûna xurt a jinê li nava şoreşê, bû sedem ku şoreş di nava şoreşê de bê kirin û karakterê şoreşê bêhtir demokratîk kir. 

Îlham Ehmed got, "Di nava Şoreşa Rojava de, gelek sazîbûn, xebat û nûbûn bi destê jinê hat kirin. Eger tevlîbûn û pêşengiya jinê nebûya, wê şoreş negihaştibûya vê astê. Di vir de ked û berdêleke gelekî mezin heye. Tevî hemû astengiyên zîhniyeta mêr jî, jinê bi biryardarî cihê xwe di nava refên pêş ên şoreşê de girt. Ev têkoşîn bêyî jinê nedibû."

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de işaret bi nêzîkatiya hêz û welatên derve li şoreşa wan kir û ragihand, tevî berxwedana li qada şer, têkoşîna li qada civakî, siyasî, dîplomatîk û rêxistinî ya jinê, li gelemperiya cîhanê balê dikişîne.

JI JINÊN SÛRIYEYÎ RE JÎ BÛ MODEL

Der barê bandora vê yekê li jinên Sûriyeyî jî Ehmed got, "Bandoreke mezin li jinên li Rojava yên bi me re dixebite, bi me re dijîn kir. Mînak, gelek rêxistinên jinan ên Sûriyeyî dixwazin şêweyê rêxistinbûyîna jinên Kurd hîn bibin. Ji her alî ve Şoreşa Rojava balê dikişîne ser xwe."

CIHÊ JINÊ DI NAVA FEDERASYONA DEMOKRATÎK DE

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bal kişand ser pêşnûmeya Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û destnîşan kir, ku ev sîstem li ser bingeha tevlîbûna wekhev hatiye birêxistinkirin.

Ehmed diyar kir, ku di nava federasyonê de jin bi pêşengiya Kongra Star xwedî rêveberiyeke xweser e û got, "Cihgirtina bi rengekî azad û wekhev a jinê, bêguman wê projeya sîstema federasyonê bi pêş bixîne."

EM DIXWAZIN XWE BIGIHÎNIN HEMÛ JINÊN LI SÛRIYEYÊ

Di dawiya axaftina xwe de Îlham Ehmed anî ziman, ku xebatên Kongra Star timî rêxistinbûnê esas digire û ji bo pêşî li zilm û şîdeta li jinê tê kirin bigirin, ew karê perwerdeyê dimeşînin û hewl didin hevjiyaneke azad bafirînin.

Ehmed got, "Ji aliyê siyasî ve em di dixwazin xwe bigihînin hemû jinan û bikink u hemû jinên Sûriyeyî di çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê de roleke aktîf bilîzin. Krîza Sûriyeyê krîzeke kûr e. Ev yek ne tenê ji ber Sûriyeyê rû da. Li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bûye. Ji bo pêşîgirtina li trajediya heyî, roleke girîng dikeve ser milê jinan. Ev yek jî bi têkoşîn û rêxistinbûyîneke hevpar dibe. Ji bo tevahiya herêmê, ji bo azadiya gelan û ji bo aştiyê, ev yek şert e."