Em bi ruhê Zîlan hîn bêhtir nêzî azadiyê ne!
Koordînasyona Koma Jinên Ciwan bi wesîleya 20. salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jinên Kurd bi ruhê Zîlan hîn bêhtir nêzî azadiyê ne.
Koordînasyona Koma Jinên Ciwan bi wesîleya 20. salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jinên Kurd bi ruhê Zîlan hîn bêhtir nêzî azadiyê ne.
Koordînasyona Koma Jinên Ciwan bi wesîleya 20. salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jinên Kurd bi ruhê Zîlan hîn bêhtir nêzî azadiyê ne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bi salvegera 20. a çalakiya mezin û watedar a Zîlan re têkoşîna azadiyê ketiye serdemeke nû û hat gotin, "Bi ruhê hevrê Şehîd Zeynep Kinaci ku mînaka şênber a xeta fedayî ya têkoşîna azadiya jinê ye û bi ruhê têkoşînê ya bi hezaran milîtanên jin ên li ser şopa wê dimeşin, şoreşa azadî ji her demê bêhtir nêz e."
Koordînasyonê diyar kir, Zîlan mînaka şênber a sekna li dijî komployên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe ve xeta fedayî ya têkoşîna rizgariya jinê afirand. Li pêşberî pirsa 'Divê çawa were jiyîn?' a Rêberê me, bedena xwe kir bombe û di mejiyê hêzên paşverû yên dewleta Tirk a faşîst de teqand. Bû vîna ji agir a bîrdoziya rizgariya jinê ya ji aliyê Rêberê me ve hat afirandin. Şehîd Zîlan, rêbaza çalakiyê ya dema xwe û hemû pêvajoyan di şexsê xwe de nîşan da û bû afirînera jiyaneke watedar.
Bi pêşengiya jinên ciwan û ciwanan ên tevgera azadiyê, di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de lehengiya li dijî dewleta Tirk a faşîst û paşverû hat nîşandan, ruhê fedayî yê Şehîd Zîlan careke din zindî kiriye. Jinên ciwan li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê, bedenên xwe bi eşqa azadiyê li hemberî dijmin kirin sîper. Vê yekê rêbaza çalakiyê ya bi ruhê tolhildana fedayî ya Şehîd Zîlan ji nû ve li Kurdistanê afirandiye."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser şopa Şehîd Doga, Şehîd Zinar û Şehîd Eylem ên di dema dawî de ev xeta fedayîtiyê dewam kirin, em soza xwe dubare dikin ku bi eşqa aaadiyê em ê şopdarên têkoşîna azadiyê ya roj bi roj mezin dibin, bin. Xeta fedayîtiyê ya ji aliyê hevrê Şehîd Zîlan ve hat destpêkirin, ji aliyê Şehîd Jiyan, Şehîd Axîn, Şehîd Newal û Şehîd Nûda ve hatiye dewamkirin. Sekna berxwedêr û ruhê tolhildanê yê têkoşîna azadiya jinê, ku ti carî teslîm nabe û her li ber xwe dide, ji nû ve afirandine."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roj ew roj e ku jinên ciwan ên bûne Zîlan wê mêrantiya faşîst bikuje. Em soza xwe dubare dikin, ku weke jinên ciwan, em ê li dijî hêzên paşverû û faşîst ên jinan dikin kole, xeta Zîlan bidomînin û di şexsê Şehîd Zîlan de careke din dilsoziya xwe ya bi lehengên nemir ên têkoşîna azadiya jinê, bilêv dikin."