'Em bi atolyeyên xweparastinê xwe diparêzin'

Li dijî qanûnên nû hatî çêkirin, tundî ne tenê ji hêla fizîkî ve, bi gelek teşe û awayê xwe ve derdikeve pêşiya me û zilaman diparêze. Li dijî van qanûn û vesaziyan jin berê xwe didin xweparastinê.

Sazkara Komala Tevkariya Mor (Mor Dayanişma Dernegî) Derya Çîçek, tîne ziman ku xweparastin di hemû zindiyan de heye û divê jin jî li atolyeyên xweparastinê bên ba hev û li dijî tirsonekî û rajêriya lê hatî ferzkirin rawestin.

‘TUNDÎ BÛYE PIRSGIRÊKEKE CEMAWERIYÊ’

Çîçek da zanîn ku di  her qada jiyanê de li dijî jiyan û bedena jinên têdikoşîn êrîş pêk tên û ew jî li dijî van êrîşan teknîkên xweparastinê pêş dixin û wiha pêde çû; “Ji bo ku li Tirkiyeyê qanûnên heyî jinan naparêzin, jinan berê xwe daye xweparastinê. Di demên dawî de bi aramanca xweparastinê alternatîfan diafirînin. Tevgera Femînîst, tundiya li jinê tê spartin kirin meseleyeke cemawerî. Wêrekî da mexdurên van tundiyan ku bikaribin derkevin ragihandinê û tundiya lê rast hatî vebêjin.”

'XWEPARASTIN PÊDIVIYEK E'

“Em tevahiya jinan, di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku pêwîstiya xweparastin ji her demê zêdetir heye. Em jin her roj bi tacîz, tecawuz û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Dema em li kolanan dimeşin, dilê me li ber devê me dimeşin. Em di her kêliya jiyanê de bi rastî êrîşên fizîkî tên. Ango me pêdivî dît ku em atolyeyeke xweparastinê vekin.

'EM Ê LI ATOLYEYAN JI TIRSÊ RIZGAR BIBIN'

Çîçek anî ziman ku jiyana jinan tê desteserkirin, jin di malan de tên dîlgirtin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Kesên berpirsyarên bûyeran, di derbarê xwe de biryar didin. Me ji bo parastina xwe û ya jiyanî ev atolye vekirine. Li van atolyeyan li aliyekê jin fêrî xweparastinê dibin li aliyê din ji tirsonekî û rajêriya ku bi sedan sal in li ser wan hatî ferzkirin rizgar dibin.”