‘Eger azadî hêsan bibûya Ronahî û Berîvan agir bera bedena xwe nedidan’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî têkîldarî şehîdên Newrozê yên di tevgera azadiya Kurd de bedenê xwe wek meşaleyek azadiyê dane ber agir axivî.

Elîf Ronahî di destpêka axaftina xwe de got, “Ez ji şehîdên me yê Newrozê ku nûnertiya vejîna roja nû di têkoşîna me de dikin, Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan bi mînet bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim” û têkîldarî şehîdên Newrozê nirxandin kirin, got: “Êşkenceyên li zîndana Amedê yên 1982’yan gelekî giran bûn. Hevalê Mazlûm Dogan ev tarîtiya reş bi sê niftikan veguherand ronahiyê, bi şîara ‘Berxwedan Jiyan e’ ve bi ruhê xwe yê berxwedêr ne tenê zindan, gerîla jî bandor kiriye. Bûye ruhê têkoşîna hebûn û azadiya Kurdan, têkoşîna partiyê. Zekiye Alkan a berxwedêrtiya Mazlûm dewir girt jî li her cure koletiyê bi çalakiya xwe ya bi wate, wateyek nû tevlî ruhê berxwedana Newrozê kiriye. Li hember tirsa li ser Kurdan tê ferzkirin bi çalakiya xwe bûye panzehîr, ji serhildanên di pêşengiya jinê de pêş dikeve re bûye kevirê bingehîn.”

 ‘ŞEHÎDÊN NEWROZÊ WEK AGIRÊN AZADIYÊ YÊN NAYÊN TEMIRANDIN HER DIÇE GEŞ DIBE’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî têkîldarî ji şehîdên Newrozê Rahşan Demîrel jî got: “Êdî şertên gelê me yê li Îzmîrê tê de dijiya ne mimkûn bû bihatana qebûlkirin. Li vir jî Rahşan Demîrel bê nasnametî, polîtîkayên qirkirinê qebûl nekir, bi ruh û bedena xwe meşalaye Newrozê pêxistiye.”

SIYASETA ‘AN WÊ BIQEDE AN WÊ BIQEDE’ BERSIVA XWE BI AGIRÊ NEWROZÊ DÎT

Ronahî Newroza 1994’an bi bîr xist, çalakiya Berîvan û Ronahî yên li Ewropayê bi şewitandina bedenên xwe Newroz pêşwazî kirin anî ziman. Elîf Ronahî pêvajoya ku jê re şahidî kiriye wiha vegot: “Sala 1994’an li ser Kurdan êrîşên giran hebûn.  Dewleta TC bi êrîşên kiryar nediyar ve polîtîkayek qirkirina Kurdan pêk tanî. Dewletên Ewropa heta dawiyê van polîtîkayên dewleta TC destek dikirin. Elmanya heta dawiyê piştgiriya nîjadperestiya Tirk dikir. Pişta xwe bi gotinên Demîrel-Gurş-Çîler ên ‘an wê biqede an wê biqede’ girêdabûn.  Ji ber vê jî tank û çek texsîr nedikir, dida. Ew sal di wehşata li Cizîr, Şirnexê, Amedê parek mezin a dewleta Elman heye. Dewleta Elman bi pêkanînên xwe sûcê mirovahiyê kiriye û divê hesabê vê teqez bide. Li hember êrîşan gelê Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê û Ewropayê bi berxwedanek topyekun bersiv didan. Li hember polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja me de jî dispêre, jina Kurd têkoşîna hebûn û azadiyê di asta herî jor de dimeşîne.”

 ‘EV GOTINAN  ME GAVEK DIN NÊZÎ ÇALAKIYÊ KIR’

Ronahî got di encama analîzên mezin li hember hikûmeta Elman a demê û sîstema Ewropayê çalakî pêş xistine, têkîldarî tarzên çalakiyê wiha got: “Hevalên Ronahî û Berîvan van polîtîkayên îmhayê dibînin û analîz dikin. Di nameya xwe de ev hevoka balkêş dinivîsin, ‘Gotinên Wezîrê Karên Derve yê Elman Manfred Kanther ya ‘wê ji niha û şûn de li hember PKK’ê nêzîkatiya me pir hişk be. Divê PKK’yî vê baş bizanbin ku wê nikaribin li her derê serbest tevbigerin’ me hê zêdetir nêzî çalakiya me kir. ‘ li hember polîtîkayên li ser gelê me û jinên Kurd tên ferzkirin biryarek dîrokî û çalakiyek xistine meriyetê. Divê em karibin vê çalakiyê baş bixwînin. Beriya her tiştî derbeyek li polîtîkayên qirker ên hêzên emperyalîst li Kurdistanê dimeşînin xist.”

PÎVANA AZADIYÊ RONAHÎ Û BERÎVAN

Ronahî got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema tarza çalakiya Ronahî û Berîvan nirxandiye wiha gotiye “eger azadî hêsan bibûye Ronahî û Berîvan xwe nedişewitandin. Eger aîdiyetek gelekî hebûna wê nayê qebûlkirin hebe û jin be, ev bi tena serê têkoşînek dîrokî meşandinê dixwaze. Ev hevalên me vê bi awayekî serketî pêk anîne.”
Ronahî herî dawî destnîşan kir ku tevahî jin bi Newrozbûyinê dikarin azadiya xwe bi dest bixin, bang li tevahî jinan kir ku li her qadên jiyanê berxwedanê mezin bikin.

...