BI DÎMEN

Efrîn: Jin di destpêkê de li hemberî zîhniyeta serdestiya mêr têdikoşin

Ji Fermandarên YPJ'ê yên Kobanê Aryen Efrîn diyar kir, jin çiqasî ji normên olî û civakî yên sîstema bi serdestiya mêr lê ferz dike xwe rizgar bike, ewqasî jî wê azad bibe.

Ji Fermandarên YPJ'ê yên Kobanê Aryen Efrîn diyar kir, jin çiqasî ji normên olî û civakî yên sîstema bi serdestiya mêr lê ferz dike xwe rizgar bike, ewqasî jî wê azad bibe.

Ji Fermandarên YPJ'ê yên Kobanê Aryen Efrîn ji ANF'ê re axivî û got, "Di nava civakê de jin esas e. Zîhniyeta serdestiya mêr, ji bo hebûna xwe bidomîne nirxên exlaqî û ola civakê bi kar anî. Ji ber ku ev nirxên exlaqî û hesasiyetên olî weke qelsiya civakê dît. Di heman demê de van nirxan ji bo parastina xwe, mîna mertalekî bi kar anî." Efrîn destnîşan kir, ku bi bikaranîna van nirxan re sîstema bi serdestiya mêr, li hemberî jinê hegemonya xwe ava kiriye.

'DIJMINÊ HERÎ MEZIN Ê SÎSTEMÊ, JINÊN RÊXISTINBÛYÎ Û TÊKOŞER IN'

Fermandara YPJ'ê da xuyakirin, ku jinê kengî xwe ji normên olî û civakî yên sîstema bi serdestiya mêr lê ferz dike rizgar kir, wê hingî azad bibe û destnîşan kir, ku rêya vê jî meşandina têkoşîneke bi bandor e. 

Efrîn anî ziman, jinê têkoşer hîn zane û têgihiştî dibin û got, "Ji ber ku sîstema bi serdestiya mêr haya xwe ji vê heye, jinên zane, xwedî danehevî, yên dikarin xwe bi rê ve bibin û bi rêxistin bikin, weke dijminê herî mezin dibîne.

Sîstema bi serdestiya mêr, jinên di nava guherîn û veguherîneke bi vî rengî de ne, ji xwe re weke dijmin dibîne. Ji ber ku dizane wê êdî nikaribe sîstema xwe bidomîne. Lewma dixwazin van jinan tine bike.

Mînak; Îro li Rojava, Şengal, hemû qadên Sûriyeyê, li gelemperiya Rojhilata Navîn hewl dide bi rêya komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam bike. Girtina bedena jinê li aliyekî, dixwazin nêrîna wê jî bigirin, vîna wê teslîm bigirin û veguherînin koleyeke timî ya sîstemê."

'BI ŞERÊ ŞOREŞGERÎ RE JINÊ XWE JI NÛ VE AFIRANDIYE'

Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Aryen Efrîn da xuyakirin, ku saya dayîna berdêlan têkoşîna jinê îro gihaştiye qonaxekê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jinê bi şerê şoreşgerî re xwe ji nû ve afirandiye. Jina xwe di nava şerê şoreşgerî de ji nû ve afirandiye, di nava şerê şoreşgerî de guheriye, veguheriye.

Jina ku ji aliyê zîhniyeta bi serdestiya mêr ve li her qadê hat dorpêçkirin, qelskirin û bêvîn hiştin, di nava şerê şoreşgerî de zane bû, bû xwedî daneheviyan, li her derê xwe bi rêxistin kir û têkoşîneke bê eman meşand.

Di encama vê têkoşînê de gelek tabû hilweşiyan. Jin tevlî Şerê Şoreşgerî bû û têkoşîna li hemberî zîhniyeta bi serdestiya mêr derxist asta herî bilind. Bêguman têkoşîna li hemberî sîstemeke 5 hezar sal e civak xistiye nava hegemonya xwe, ne hêsan e. Lê nepêkan nîne. Jinên Kurd ev nîşan dan."

'YPJ TÎNE BÎRA JINÊ KU EW PÊŞENGA CIVAKÊ YE'

Fermandar Efrîn diyar kir, weke jinên YPJ'yî ew têkoşîna xwe li her qadê didomînin û wê heta dawiyê bidomîn.

Efrîn destnîşan kir, ku têkoşîna wan bi tenê çekdarî nîne û got, "Karê hêzên YPJ'ê bi tenê şer nîne. Wezîfeya jinên YPJ'yî bi tenê kuştina çeteyên DAIŞ'ê nîne. Berevajî, weke hêzên YPJ'ê em wezîfeya dîrokî ya jinê, ku ji aliyê zîhniyeta serdestiya mêr ve jê hat dizîn, radestî jinê dikin. Em tînin bîran jinê ku jin pêşenga civakê ye. Em dibêjin; divê jin xwe bi rêxistin bikin, zane bibin û bibin xwedî ezmûn.

Di heman demê de em vê tînin bîra jinê: Wezîfeya we ne karkirin, paqijkirina malê, mezinkirina zarokan û xizmeta ji hevserên we re ye."

'JINA DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERDE, WÊ JINÊ BERÊ XWE DAYE KOLEDARIYÊ'

Aryen Efrîn da zanîn, ku azadî bi dayîna berdêlan bi dest dikeve û got, "Ji bo azadiyê ked divê. Ji bo vê jî pêwîste hîn bêhtir têkoşîn were meşandin. Divê hemû zor û zehmetiyên têkoşîna azadiyê li ber çavan bên girtin. Jinên têkoşer ev hemû hilgirtine ser milê xwe. Jinên ku demekê di nava têkoşînê de cih girtine û piştre veqetiyane jî, ji vê zehmetiyê reviyane û berê xwe dane koledariyê.

Sîstema kapîtalîst bedewiyeke şeklî dide jinê. Lê têkoşîna şoreşgerî bedewiya xwezayî radestî jinê dike. Di navbera jinên li her du qadan ev cudahiyên bingehîn hene. Pêwîste jin di destpêkê de xwe ji aliyê nêrîn û ruhî ve azad bike.

Jinên ji nava têkoşînê veqetiyane, di warî nêrîn û ruhî de xwe mehkûmî serdestiya mêr û koledariyê kirine. Li şûna têkoşînê, koledarî esas girtine.

Ji ber vê yekê em dibêjin; weke jinên YPJ'yî di destpêkê de di pêvajoya avakirina kesayetiya xwe de, em li hemberî zîhniyeta mêr a zext û bandorê li me dikin, têdikoşin."

'EM DIXWAZIN 8'Ê ADARÊ BIBE WESÎLEYA AZADIYA RÊBER APO'

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê fermandara YPJ'ê Efrîn da xuyakirin, ku ew dixwazin 8'ê Adarê bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Armanca me ya bingehîn ev e. Em dixwazin îsal bikin sala azadiya Rêber Apo. Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê têkoşiya. Rêber Apo ne tenê têkoşiya, bi jinê re hevrêtî kir. Jin ji asta herî jêr bilindî asta herî jor kir. Bi vê wesîleyê ez 8'ê Adarê li hemû jinên li qadên têkoşînê ne pîroz dikim û banga cihgirtina li nava têkoşîna şoreşgerî dikim."

'JINÊN YPJ'YÎ SILAVÊN ŞOREŞGERÎ JI GERÎLAYÊN JIN ÊN FARC-EP RE DIŞÎNIN'

Di dawiya axaftina xwe de Efrîn got, "Weke jinên YPJ'yî em ji FARC-EP re, bi taybetî jî ji gerîlayên jin ên FARC-EP re silavên xwe yên şoreşgerî dişînin.

Gerîlayên Jin ên FARC-EP ên li hemberî sîstema serdest xwe bi rêxistin kirine, ji bo me çavkaniya moralê ne. Em têkoşîna wan ji nêz ve dişopînin. Ji bo gerîlayên jin ên FARC-EP çi pêwîst be em amade ne bikin. Ji her alî ve em amade ne."