Edîtora JINHA Dogan sewqî dadgehê hate kirin

Edîtora JINHA Zehra Dogan û şêwirmendê wekîlê HDP’ê Alî Atalan, Mazlûm Kavak ên ku dema li Mêrdînê hate binçavkirin û şandibûn Nisêbînê sewqî dozgeriyê hatibûn kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin'ê (JINHA) Zehra Dogan û şewirmendê Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, Mazlûm Kavak ku li Miduriyeta Emniyetê ya Nisêbînê îfadeya wan hate wergirtin derxistin dozgeriyê. Dogan di îfadeya Miduriyeta Emniyetê de bi nûçeyên wê hate sucdarkirin, Kavak jî parvekirinên wî yên di medyaya civakî hate sucdarkirin. Li dozgeriyê carek din îfadeya Dogan û Kavak hate girtin û piştre jî bi daxwaza girtinê ew sewqî dadê hatin kirin.